Bilin nekin qurbanê bazarên qirêj

Siyasetvanê Kurd Omer Bilin ê doza penaberiyê li Elmanyayê kiriye, beriya serdana Erdogan bi dersînorkirinê re rûbirû ye. Parêzerê wî bang li rayedarên Elman kir ku Bilin neke diyarî ji Erdogan re û dawiyê li destekkirina Erdogan bînin.

Beriya serdana serokkomarê Tirk a Elmanyayê, dewleta Elman dixwaze siyasetvanê Kurd ê li Tirkiyeyê dewlet lê digere, Omer Bilin radestî Tirkiyeyê bike. Parêzerê Bilin, Berthold Fresienius xwest ku “Beriya serdana Erdogan a Elmanyayê, nabe ku Omer Bilin bibe diyariyek ji wî re.”

Penaberê Kurd li balefirgeha Frankfurtê, doza penaberiyê kir, bi dersînorkirinê re rûbirû ye. Parêzerê wî Berthold Fresenius, li ser penaberê Kurd ê ku li balefirgeha Frankfurtê, tehlûkeya dersînorkirinê li ser e, daxuyaniyek da. Parêzer Fresenius got, diyar e, bîlasedem doza penaberiyê ya Omer Bilin ku muwekilê wî ye, hatiye redkirin û xwest xelk bi hestiyarî tevbigere da ku pêşî li dersînorkirinê bigirin.

Bi ser navê “Welatparêzê Kurd bi dersînorkirina ber bi Tirkiyeyê ve rûbirû ye” parêzer Fresenius daxuyaniyek jî da raya giştî.

Muwekilê wî Omer Bilin 10´ê Tebaxa 2018´an gihişte balefirgeha bajarê Elmanyayê Frankfurtê û yekser li vir ji bo penaberiyê miracaet kir. Parêzer Berthold Fresenius di daxuyaniyê de dibêje, Omer Bilin û gelek xizmên wî di çarçoveya xebatên HDP´ê de ji bo demokrasî, maf û hiqûqa Kurdan li Tirkiyeyê, xebat kirine. Ji ber vê yekê hin bira û xizmên wî jî pena xwe gihandine Elmanyayê û beriya demke kurt jî pismamekî wî ji ber ku di nav HDP´ê de cih girtiye û ketiye ber taqîbatê, doza penaberiyê ji Elmanyayê kiriye.

Parêzer Berthold Fresenius bi bîr dixe ku li Tirkiyeyê, di xizmên Omer Bilin ên hatin binçavkirin, û ji wan hatiye pirsîn ka Omer Bilin li kû ye. Ji wan re hatiye gotin, Omer Bilin “terorîst e”. Du parêzeran jî piştrast kir ku li Tirkiyeyê li dijî Omer Bilin fermana lêgerînê heye.

Derewa eşkere ya BAMF´ê

Parêzer Fresenius îşaret bi rewşa li Tirkiyeyê kir û behsa biryara skandal a Meqamê Federal ê ji bo Koçberî û Penaberan (BAMF) kir: “BAMF´ê 17´ê Tebaxa 2018´an biryar da ku miracaeta wî ya penaberiyê bê redkirin û ew ber bi Tirkiyeyê ve bê dersînorkirin. Di biryara BAMF´ê de bi awayekî cidî tê îdîakirin, ku hikûmeta Tirkiyeyê hemû navgînên qanûnî bi kar anîne da ku êşkence û miameleya xirab bisekinîne.”

Dawî li desteka Erdogan bînin

Parêzer Berthold Fresenius îşaret bi nakokiya rastiyê vê îdîayê dike û dibêje, “Ev dikare yan weke daxuyaniyeke sînîk yan jî weke danezane hevkariya rejîmên zordest bê fêmkirin. Dersînorkirina Omer Bilin ber bi Tirkiyeyê ve ew e ku mirov wî bavêje nav lepên girtîgeh û êşkenceyê. Meqamên Elman divê êdî rewşa rastî ya li Tirkiyeyê bibînin û dawî li destekkirina rejîma Erdogan bînin. Divê Omer Bilin nebe diyariyek ji Erdogan re di dema serdana wî ya Elmanyayê ya pêştêdîtin.”

FRANKFURT

Yazarın diğer yazıları

    None Found