Bîr û dada netewan û xiyanet

Gotinekê li ba me heye, dibêjin; „Yê dawiyê ma li hewliyê!“ Di nava neteweyê cihanê de yê berê hemû gelan derket ser dika civakbûn û gelbûnê, lê hê jî azadiya xwe bi dest nexistiyê em Kurdin. Bi wê ve girêdayî me pirsgirêkên navxweyî û dada navxweyî jî çareser nekiriye. Ji bingehê serêşan yek ev mijara bîr û dada navxweyî ye.

Mînak: Di hin deman de têkiliyên bi dagirkeran re hatine danîn, ne di xizmeta netewe û gelê me de bûne, tenê ji ewlehiya dagirkeran û parçebûna Kurdan re xizmet kirine. Ji vana ya sereke helwest Îdrîsî Bîtlîsî û hevkariya wî ya bi Yavûz re  ye. Wî eşîrên li dor xwe civandiye, kiriye xizmeta Osmaniyan. Wê demê li aliyê din bi dehezaran Kurd di komkujiya re hatine derbazkirin, heta hinan xwe radestî Sefaviyan kirine. Eger ev mijara destpêkê di bîr û dada navxweyî de baş hatiba darezandin, encamên wê hatiba zelalkirin, cerdewanî, partiyên Kurd bi navê têkiliyan nediketin xizmeta dagirkeriya Tirk. Ji ber ku ev darezandin nebûye, hê jî hin kes Alayên Hamîdîye, Cerdewan, yan jî bakûrî, başûriyên di xizmeta dewleta Tirk de tewanbar nakin.

Di warê wejeyê de jî ev helwest, bi berhemên karlêka wê li civakê be, pêknehatiye. Dema mirov „Mem û Zîn, Siyabend û Xecî, Dewrêşê Evdî ûyd. dixûyine, dibîne ku ew xeta xiyanetê ya di nava van çîrokan de, çendî hatibe destnîşankirin jî, bi her aliyê ve nehatine darezandin. Heta cih bi cih ramana ew nebana, ev evîn jî nedibû, wek nîşe derdikeve pêş.

Di sedsala bîstan de peymanên ku hin partiyên başûr di navbera salên 1967-1968 bi şahê Îranê re danîn, wek encama wê bi sedan, endamên PDK-Îran kuştin, termên wan bi romokan radestî şah kirin, bi hezaran Pêşmêrgeyên wê demê jî wendane. Di 1971 an de jî li ser daxwaziya Tirkiyê rêveberên PDK – T. wek Sait Elçî, xwerû Sait Kirmizitoprak û hevalên wan bi hovane hatin kuştin. Her wisa bi tevî Sadam ketina Hewlerê re, Çend sal pişt re jî di ser nexweşxaneya Heyva Sor de girtin û komkujî pêkanîn jî sûçeke navnetewî bû..  Lê ji ber ku dadeke netewî nebû, ev sûcdar nehatin darezandin, di bala giştî a netewî de nehat şermezarkirin. Ev têkiliyên mirova dibe îxanetê jî qutnebûn, her bi kûrahî domiya. Divê bîr û dada netewî ya bikane hemû şaşiyan, yê kîjan hêz û partiyê dibe bila bibe, bidarizîne û di bîra netewî de mehkûm bike û ev dezgeh bikane di her rewş û kêliyê de erkê xwe pêkbîne.

Ya dudyan dagirkeran hin sazî, bîr û baweriyên xwe jî li gor daxwazî û pêdiviyên xwe di nava me de bi awayê nikanibe were zelalkirin çandine û gihandine gîyanîbûn û payeyê pesindanê jî. Ev jî wek bakteriyên laşekê melûl dike û têk dibe, di nava şaneyên me de dane rûniştin.

Ev piralî ye hin aliyên wê wisa veşartine, carna mirov nikane rengê wê yê qaşo netewî û îxanetê ji hev derîne, lew re ev derdorên di bingehê xwe de sîxwir, dikanin bi dirûşma „serxwebûnê“ jî derkeve pêşberê civakê. Ji ber ku ew dewlet in; di her warî de saziyên xwe afirandine û her saziyên wan jî xetên di bendekariya dewletê de afirandiye. Esker, polê, Îstixbarat, Diyanet, perwerda netewî, partî, hetanê nifûs û keyayê gundan, tevan alîkarên xwe, sîxwirên xwe afirandine, tev de wek çerxên saetekê dixebitin û hev temam dikin. Kurdên li ber pêlên van çerxan ketibin jî tev de di xizmeta we çerxa dewletê de ne. Mînak partiyên wan ên komunîst; komkujiyên li Kurdistanê, wek şarestanî birin, wehşan kedîkirin, paşverûyên bi şaşik û feodal paqijkirinê radigihandin cihanê. Çepgirên wan ên redikal jî ji bo pêkanîna bişaftinê; ji xortên Kurd re digotin: „Ka li vî/vê binêrin hê Tirkî nizane, hatî bi me re ketiye nav gengeşiyê, haydê, biqeşite, biçe, berê fêrê Tirki be, hê were!“

Bi rêya feodal, Komprador, sîxwir û kesên ji nava PKT (TKP) derbazê partiyên Kurdbûne, dest avêtin partiyên ku qaşo bi navê Kurdan hatine avakirin, gelek daxwazî û armancên dewletê bi rêya wan wek rastî û xizmeta netewa Kurd be pêşkêşî Kurdna dikin. Mînak. Bulent Arinc li Ewrûpe hin civîn çêkirin, bi rêya wan civînan hin rayedarên qaşo partiyên Kurd birin Enqerê, civînên li cihên tarî û giliyên li ba dozgeran tên zanîn. Herwisa hin rayedarên Tirk di TV yên tirkan de bi aşîkarî ragihandin ku wan Torbenda Rudaw damezrandine, jixwe Dicle TV girtin û frekansa wê dan Rûdawê. Li gel wê ev di nûçegihanî, têkilî danînên wan de jî zelal dibe. Mînak: Dema dewleta Tirk bonbardûman dike, sivilan dikuje. Ew dewleta Tirk tewanbar nakin, vê wek:„Di navbera şerê PKK û leşkeriya Tirk de sivîl hatin kuştin!“ didin.

Armanceke dewleta Tirk jî ew e ku ew bikane goriyan yan jî tevgera Kurd ji bo êrişkariya xwe tewanbar nîşan bide,  daku bikane xwe mafdar derxe û xwînxwariya xwe rewa bike. Vê jî bi destê van derdorên navbori yên wek troler tên bikaranîn, pêktîne. Divê her kes bizane, ew kesên tevgera Kurd A, yan jî B wek sebebê êrişên Tirkan nîşan didin, rasterast Trolerên dagirkerên Tirk in.  Ti têkiliya wan bi Kurd û Kurdewariyê re Tine. Mixabin ku rewşenbîriya Kurd li ser vê bingeha qels ya ji rastiya xwe dûr, li ser bingehê polîtîka perwerdeya dagirkeran, belge û daneyên bi rengê têgîhîştina baweriya dagirkeran lewitî pêkhatiya, di nava vê sergêjiyê de rastiyan pejirandindayîn gelek dijwar e. Ege bîr û dadeke netewî heba, wê rewşenbîrîyê bi aşîkarî bigota ev şerê niha li başûr diqewime, şerê gelê Kurd û dagirkerên Tirk e. Yên tên bikaranîn tenê erkên cehştiyê wergirtine.

Yazarın diğer yazıları