Bîrdariya Roboskî hat vekirin

 Bîrdarî ji aliyê peykertraş Sûat Yakût ve di nava 3 mehan de hat çêkirin. Li ser bîrdariyê navê 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, weke temsîliya dayikên Roboskiyî fîgurê jineke ku rûniştiye û destê xwe ber bi ezmanan vekiriye û fuzeyên balafirên şer ên komkujî kirin, cih digirin. Di merasîma vekirinê de li gel malbatên Roboskiyî namzetên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û gelek kes amade bûn. Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmût Dag di destpêka merasîmê de axivî û diyar kir ku di ser komkujiyê re du sal derbas bûne lê belê hînê berpirsyar nehatine diyarkirin û darizandin. Dag destnîşan kir ku bi zanebûn hewl tê dayîn ser komkujiyê bê nixumandin. Namzetê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli axivî û anî ziman ku li gel malbatên Roboskiyî êşa wan ev du sal in hînê teze ye û ji bo aşkerakirin û darizandina berpirsyarên komkujiyê bal kişand ser têkoşîna malbatên Roboskiyî. Anli gotina Erdogan a digot, “Dê rondikên çavan ên dayikan nebarin” bibîr xist û destnîşan kir ku rondikên çavên dayikên Roboskiyî ev du sal in qet ziwa nebûne. Li ser navê dayikên malbatên Roboskî dayika Selam Encu, Semîra Encu peyivî û got, “Em 34 dayikên Roboskiyî ne tenê dayikên şehîdên xwe ne. Dayikên tevahiya şehîdên gelê Kurd in. Em bi şehîdên xwe re serbilind in, bi rûmet in.” Paşî paça reş ya li ser bîrdariyê, ji aliyê Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û malbatên Roboskiyî ve hat daxistin.

DÎHA/AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found