Bîrokebûna Cemşîd Xan û em

Pêr nûçeyek der barê çêkirina peykerekî nivîskar Bextiyar Elî de hat belavkirin. Bivê nevê, mirov ji xwe dipirse, çima peykerê wî. Ew bi xwe niha bi nivîsîna romaneke din daketiye, muhtemelen serê xwe bi wê diêşîne û serê xwe bi tiştên din ên dewrûbera xwe naêşîne. Lê ez dikarim serê xwe bi nivîskariya wî û nexasim jî bi yekê ji diyardeyên nivîskariya wî piçekî biêşînim van rojên ku Kurdistan di nava şerekî dijwar de ye li dijî tirs û terora bi kirasê DAIŞ’ê û Erdoganî. Ew diyarde jî meseleya firrînê ye, nexasim jî di romana "Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir" de.

Ev diyardeya firrînê bi reng û awayên cihê di romana Bextiyar Elî de her berdest e. Di Hinara dawîn a dinyayê de jî dewreke wê ya din hebû. Mirov dikare weke xwendevan wê bi lêgerîneke nû, hêviya azadiyê, destpêkek jinûve û wekî din şîrove bike. Bi her halî, ya ez ê lê vegerim wê ne firrîn be, lê ketin be. Lewma min ji xwe pirsî ka Cemşîd Xan ê ku her carê ji nû ve difirî çima her carê dîsa li ber bê diçû û diket hin deveran.

Min ne tenê ji xwe pirsî, derfeta min çêbû pirr bi kurtî vê pirsê ji Bextiyar Elî jî bikim. Di fuara pirtûkan a Frankfurtê a par de, bêyî civanekî, hema min xwe lê ceriband silavekê lê bikim û li çênd gotinên wî bihisînim û heger mumkin bibe, civanekî ji bo hevpeyvînekê pê re deynim. Hîna min ev civan nekarî pê re deynim. Heger bixwîne û bê bîra wî soz û gotinên me, belkî em civanekî jî pê re deynin û berfirehtir li ser romana wî pê re bipeyivin. Heger em li bersiva wî ya kurt vegerin, wî got, elaqeya wê bi bîroke bûna Kurdan re heye. 

Bîroke bûna Kurdan! Helbet ev ne tiştekî ferdî ye, di romanê de mirov dikare hin tiştan giştîtir jî bibîne û weke nûneriya diyardeyên makro yên civakî jî şîrove bike. Ji aşbetalê heta bi şerê Îran û Iraqê, ji tecrûbeya heta 2003’yan ya ku tê de hin giregiran „xwar“ û her xwar a Başûrê Kurdistanê heta bi penaberiya ber bi Ewrûpa ve, ev qewmînên hanê çiqasî ferdî xuya bikin jî ji bo kesekî, karakterekî di romanê de, wan tesîreke mezin kiriye li civaka Kurd bi temamî kiriye, nexasim jî li Başûrê Kurdistanê.

Ji ber wê yekê jî gava ku Cêmşîd Xan ê apê vebêjê romanê her carê dikeve tevahiya rabihuriya xwe ji bîr dike û bi karekî, hizreke bi temamî nû dest bi jiyaneke nû dike, ev temsîlî jî bi rehetî dikare ji bo tevahiya civaka Kurdistanê (nexasim Başûr) bête dîtin. Tişta ku di vir de herî zêde weke peyam xwe dide der, ew e ku bêyî rabihuriyekê û bêyî bîreke xurt a di biwara tecrûbeya xwe de gavên nû û hewldanên nû mehkûm in ku bişikin, li hin bendan, li hin astengan, li hin dîwaran û wekî din. Ev şiroveya min a hişk van rojan bîlasedem nîne. 

Êrîşên dijwar ên dewleta Tirk bi ser Rojavayê Kurdistanê û xelkê Êzîdî yê Şingalê de hene. Bi ser de jî li Başûrê Kurdistanê tevî krîza siyasî, aborî û demeke man û nemanê, minaqeşeya li ser referandûmeke serxwebûnê ya bê parleman, bê lihevkirina aliyên siyasî û bê garantiyên navneteweyî tê birêvebirin.

Pirsa manûnemana tevahiya Kurdistanê roja me ya îro bi lihevkirina mişterekên herî kêm ên berjewendiyên neteweyî, mumkin be bi rengê Kongreyeke Neteweyî ve girêdayî ye. Lê weke ku ti tişt nehatibe serê me, weke ku aşên me betal nebûbin, weke ku piştî Enfalê me careke din xwe venekişandibe kun û kozikan, weke ku şerê di navbera aliyên siyasî yên Kurd heta 1997’an civaka me netevizandibe û ew du bendî heta îro jî barekî giran nebe li ser pi,sta miletê Kurd, bîrokebûnekê xwe li bedena aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nexasim pêçaye ku mirov tenê bi heyret lê dikare binihêre. Heyreteke wisa ku devê mirov ji hev dimîne û zebeşek ji wan ê Diyarbekirê diçe devê mirovî.

Êdî ev bîrokebûna kolektîf a Kurd û nexasim aliyên siyasî yên Kurd, nabe ku xwe li pirraniya civakê bade. Halê hazir bi zewaca xwe ya bi erdogan re PDK herî zêde muzdarib û mexdûrê vê bîrokebûnê xuya dike. Hinek dikarin bawer bikin ku bi van xet û xêzan ez bi tenê dixwazim PDK’ê reş bikim, lê na, ji bo vî karî PDK’ê têra xwe kar kiriye, pêdiviya wê bi min nîne, heta PDK heye wê dewra wê di qirkirina Êzîdiyên Şengalê de yan jî nebûna dewra wê di parastina wan de her li dev û rûyê bikeve, helbet heger li ser vê rêya xwe dewam bike. Ya dilê min ew e ku PDK rast bike, heta bi îstîqrar be, lewma ev ê wê ji Tirkiyeyê û Erdoganî jî serbixwe bike û ji bo Başûrê Kurdistanê jî bibe xêreke baş a ku pê krîza siyasî dikare bête çareserkirin û muhtemelen dikare rê li ber ragihandina serxwebûnê ya bi dewleta navendî ya Iraqê re lihevkirî; jixwe ji vê pê ve ti rengên li gorî hiqûqa navneteweyî mumkin li holê nînin.

Bi hêviya ku Cemşîd Xanbûna me bi dawî hatibe û em gavên ber bi destpêkên nû ve bi bîra xwe û bîreweriya xwe ya dîrok û civakê biavêjin, çaverêyê romana bê ya Bextiyar Elî me.

Yazarın diğer yazıları