Bixwîne di taksiyê de jî di otobusê de jî

Li Hewlêrê, jineke Kurd a ciwan, Peyam Hazim (25 salî) biryar da ku 400 pirtûkan li şofêrên taksiyan û otobusan ên li bajêr dabeş bike. Armanca wê ew e ku rêwî di taksî û otobusan de jî bixwînin.

Peyam Hazim a ku beşa fîlozofiyê xwendiye û beriya bi du mehan tevî malbata xwe ji Helebceyê çûye Hewlêrê. Wê çalakiyên mîna vê yên teşwîqkirina xwendinê di nava 2 salên bihurî de li Helebce jî kirin. Wê li termînaleke taksî û otobusan a li Hewlêrê dezgeha xwe danî, 400 pirtûkên cihê xweşik pêçan û weke diyarî ew xemilandin û li şorfêrên taksî û otobusan belav kirin. Armanca wê ew e ku di dema rêwîtiyên dirêj de rêwî karibin bixwînin. Ji ber çalakiya wê kela canê Peyamê gelekî rabûye û ew difikire ku çalakiyên bi heman rengî li deverên din ên amî jî bike da ku xwendinê teşwîq bike.

Ji bo teşwîqkirina xwendinê

Ew dibêje, “Xelkê ku li Hewlêrê bi taksî û otobusan diçin malên xwe li Hewlêrê, axlebe bêhtirî saetekê rê diçin. Pirtûk dikarin di rêwîtiyên dirêj de bibin dostên baş ên rêwiyan.”

Her xelata wê ku bi qurdelayên biriqandî pêçayî herî kêm ji sê pirtûkên li ser mijarên cihê pêk hatiye. Şofêrên ku şaş û metel mane jî, kêfxweş in û hêvî dikin ku rêwî li şûna bi telefonên xwe yên destan dakevin, pirtûkan bixwînin û çanda xwendina pirtûkan belav bibe.

Şoferekî otobûsan ku xelatê werdigire, bi malavahîkirinê dibêje, xwezîka karibe bêhtir pirtûkan li xelkê belav bike.

Şofêrekî taksiyê jî ku rêka wî saetek û 45 deqîqe ye, dibêje, berê rêwiyan her telefonên destan e, belkî niha bixwînin.

Beriya çendekê, nûçe belavbûbûn ku xwendina pirtûka li Başûrê Kurdistanê gelekî kêm bûye. Jixwe, hem pirtûkxaneyan û hem jî pirtûkfiroşan ev agahî piştrast kiribû û gotibû, li gorî beriya bi 10 ta 15 salan xwendin û kirrîna pirtûkan gelekî kêm bûye. Pirtûkxaneyên berê 300 kes diçûnê, îro 20 kes diçinê.

Yazarın diğer yazıları

    None Found