Bombebarana Tirkiyeyê didome

Piştî pevçûnê li navçeya Çelê ya Colemêrgê duh êvarê li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê êrîşa hewayî hate destpêkirin.  Bombebarana balafirên şer ên Tirk pêr êvarê saet di 21:00’an de dest pê kir û Qendîl, Xinerê, Zap, Metîna û Xakurkê û gelek herêmên bi ser Hewlêr û Duhokê hate bombebarankirin. Di êrîşê de gelek gund jî bûn hedef. Der barê encama bombebaranê de hê jî agahiyek nehatiye girtin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk duh di saetên danê nîvro de li ser Qendîlê digeriyan, her wiha herêma Xakûrkê jî jî bombebaran dikin.
 Li gor agahiyan balafirên şer ên artêşa Tirk cara çaremîn berê xwe dan Qendlîê. Hat zanîn ku balafirên şer ên artêşa Tirk duh di saet 13.00 de dest bi fira li ser Qendîlê kirin. Li gor çavkaniyên gerîlayan dema balafir nizm firiyan, gerîlayan bi doşkayan balafiran paşve vegerandin.
Her wiha çavkaniyên ANF’ê yên li herêmê, deverên Xakûrkê, Lelîkan û Şehîd Bêrîtan têne bombebarankirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk duh (17’ê tebaxê) saet di 21.00 herêmênQendîl, Xinêre, Xakûrkê, gelek deverên derdora Hewlêr û Diholê bomberan kiribûn. Artêşa Tirk di saet 03.00 careke din êrişê herêmên Xinêre, Xakûrkê Medîna û Qendîlê kirin. Her wiha di saet 09.00 careke din herêmên Xakûrk û Xinêreyê hatin bombarankirin.
Her wiha li dijî navenda ciwanên şaredariya Zergelê êrişa bi balafiran pêk hat û gele rê û ceyran ziyan girt. Çavkaniyên PKK’ê ragihandin ku heta niha tu windahiyên wan çênebûne.
Di êrişê de artêşa Tirk qada hewayî ya Îranê bi kar anî û Qendîl û derdorê wê kir hedefe.
Balafirên şer ên artêşa Tirk gundên Qendîlê kir hedef û li Navenda Ciwanan a gundê Zergelê xistin. Navenda ciwanan ji ber bombebarana artêşa Tirk hilweşiyan, her wiha xaniya gundiyê bi navê Koxê Qadir bi erdê re bû yek. Gundiyên Lêlkanê jî li rastî bombebaranê hatin û gundî berê xwedan bajaroka Sîdekanê.
Piştî êrişa yekemîn a li ser Qendîlê di saet 23.00 bi dawî bû, çavkaniyên PKK’ê daxuyanî dan û diyar kirin ku tu windahiyên PKK’ê çênebûne.
Çavkaniyên PKK’ê dan diyarkirin ku dema bombeyên di avêtin diteqiyan, li peyxwe komek ewrê reş dihiştin.
Her wiha hat zanîn ku artêşa Tirk li dijî Zap, Xinêre, Xakûrkê û Metînayê êrişên dijwar ên hewayî li dar xistin. Hat diyarkirin ku di êrişê de tu windahiyên gerîlayan çênebûn.
Çavkaniyên nûçeyan ên başûrê Kurdistanê jî radigihînin ku heta niha êrişên artêşa Tirk bê encam mane.
Ligel êrişa hewayî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, artêşa Tirk ji Tabûra Robarok a Şemizînanê Çiyayê Govendê û Xakûrkê bê navber dan ber obîs û hewanan.
Her wiha li navçeya Şemêzînan a Colemêrgê leşkerên artêşa Tirk xwestin sînor derbas bikin. Di navbera leşker û gerîlayên HPG’ê de şerên dijwar qewimîn. Hat diyarkirin ku artêşa Tirk çekên giran bi kar anî, lê gerîlayan nehişt sînor derbas bikin, û artêşa Tirk paş ve vegerand.
Aliyê Tirkan jî heta niha derbarê bombebaranê de tu daxuyaniyên fermî nedane.
Hat diyarkirin ku balafirên artêşa Tirk li cihên vala yên Qendîl, Xinêre û Xakûrkê xistin. Her wiha saet di 03:00 de jî careke din êrişê kirin û êriş bi qasî saetekê dom kir. Di vê êrişê de Lolan, Xinêre, Xakurkê û Qendîlê kirin hedef. Di saetên danê sibê de nûçegihanên ANF’ê yên Qendîl û Xinêreyê ragihandin ku tu windahiyên gerîlayan tune ye. Rayedarek ê HPG’ê derbarê mijarê de agahî da ANF’ê û got; “Ev demek dirêj e em her tim di întîşarê de ne. Em li benda êrişên hewayî bûn. Ev ji bo me nebû surprîz. Tedbîrên me hebûn, jixwe her sal êrişê pêk tên. Em tevgerek a gerîlayan a 30 salan in. Bi vî awayî di êrişa duh de jî tu encamek bi dest nexistin.”
Tirkiyeyê di salên 2008-2009 de jî gelek caran êrişên hewayî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di bin çavdêriya gerîlayan de li dar xistin, lê piraniya êrişan bê encam man.
Çavkaniyên PKK’ê ragihandin ku tam 3 sal in herêm ji aliyê balafirên keşfê ve tên keşifkirin û gelek caran balafirên jet jî li ser herêmên gerîlayan re difirin.

Di êrişên duh de hat îdîakirin ku artêşa Tirk qada hewayî ya dewleta Îranê bi kar anîn û dest bi êrişê kirin. Ligel vê êrişê, naveroka hevdîtina Serbalyozê Îranê ya bi Serokwezaretê re jî aşkere bû.

ANF/QENDÎL

Yazarın diğer yazıları

    None Found