Bombeyên berbûkî yên Bînalî

Di bin bombebarana artêşa Tirk a dagirker de vê nivîsê dinivîsim. Ji xwe re balafirên Tirkan bê ser û ber çiyayên Kurdistanê daye ber xwe û bombebaran dikin. Dema Erdogan bi caran gotina teror dîn û neteweya wê nîne û her kesî dike hedef tîne ziman, ev gotina wî hema îfadeya wî bi xwe ye. Ew wek bavê terorê çiqasî bi başî behsa xwe dike. 

Ew jî di talan, êrîş û seferên xwe yên dagirkeriyê de tiştekî nas nake û bi çavsorî ne tenê mirovan, xwezayê jî tine dike. Tu rastiya zalimekî ku êdî dixwaze şerê tevahiya gerdûnê bike, di van êrîşan de baştir dibînî. Sûravka binketina xwe dixwaze di serê çiyan û beran re derxe. Mirov wisa ne bi ser dikeve, ne jî dikare rastiya heyî ya her gel û neteweyê biguhere ku xwediyê wî mafî ye, li ser xaka xwe azad bijî. 

Niha mirov dema temaşeyî bilindahiya bejna van çiyan dike, li gel hemû êrîşên emsalên Erdogan jî, ti caran tenê kevirek jî ji wê heybeta çiyayan kêm nebûye. Berovajî, ew rejîmên berê yên wek Sedam çekên ji çekên artêşa Tirk pêşketîtir jî li ser van çiyan ceribandin. Van çiyan kêm behna sêvên jehrî yên kimyabaranan negirt, lê îro ev çiya hêj li ser piyane û yên wek Sedam û gelekên wek wî di sergoya dîrokê de ne. 

Min gelek malên li vir dîtine û ez rastî wan hatime, bi taybet kesên temendirêj ên Binarê Qendîlê. Bi dehê caran malên xwe çêkirine, rejîmên wek Îran, Iraq û Tirkiyê êrîş kirine û mal bi erdê re kirine yek. Rez û baxçeyên wan bi caran şewitîne, sewalên wan telef bûne. Lê her carê ku mala wan wêran bûye, dîsa ava kirine. Dîsa tov li baxçeyên xwe reşandine û jinûve şîn bûye. Dîsa û dîsa… her dem têkoşînek bê hempa xelkê Binarê Qendîlê li dijî van dagirkeran nîşan daye û dide. Balafirên artêşa Tirk ji hêrsa ku nikare baregehên gerîla kişf bike û lê bide, bi awayekî derveyî mirovahiyê bombeyan li ser gundan û çiyayan dibarîne. 

Hema, beriya bi çend rojan, Pêşmergeyên Dêrîn ango pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ku tevahiya jiyana xwe dane şer û têkoşînê, hatin Qendîlê. Hatinek gelekî bi wate bû bêguman. Pêşmergeyên Dêrîn herî zêde li dijî bombebarankirin û dagirkeriya dewleta Tirk li vir bûn. Wan jî bi salan li van çiyan şer kirine û xwîn rijandine. Ew jî bûne şahidê gelek êrîş û bombebaranan. Bi awayekî ew jî xwediyên van çiyayan in, ji bo wê jî piştî ewqas sal û têkoşînê, dîsa Qendîl û hemû çiyayên Kurdistanê ji wan re stargeha herî pîroz in. Dibêjin, her darek hişk dîsa li ser koka xwe şîn dibe. Belê hestên welatparêzî, têkoşîn û berxwedaniyê careke din li ser koka xwe, ango li van çiyayan şîn dibin. 

Bînalî Yildirim bombeyên xwe beriya xwe şandin Başûrê Kurdistanê. Wek bûka beriya were, berbûkên xwe bişîne, bombeyan li pêşiya xwe dişîne. Hema seferên cengên talan û dagirkeriyê tên bîra mirovî, wek ku mizginiya hatina xwe bişîne ji welatekî re. Ev balefirên Bînalî qasidên şer û dagirkeriyê ne, qet ne mizginiya xêrê ye. Tu dibêjî qey Herêma Kurdistanê hemû pirsgirêkên xwe bi Iraqê re çareser kirine îja dor hatiye navbeynkariyê bike û navbera Tirkiye û Iraqê sererast bike. Ya rast ev fesadî ye, ne sererastkirina peywendiyan e. Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk li gel hemû helwesta xelkê Başûrê Kurdistanê nîşaneya lihevkirinên kirêt e bêguman. Êdî kes nikare bi dek û dolaban xelkê berde pêsîra hev. Sibê û dusibe ger dewleta Tirk bixwaze di çarçoveya lihevkirinên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re êrîşî Başûr bike, yên herî destpêkê li dijî vê derkevin, Pêşmergeyên Dêrîn in. Min li jor jî behsa wê kir, wan hemû emrê xwe di şer û têkoşînê de derbas kiriye. Ji wan pêşmergeyên ku hatibûn Qendîlê, hinek ji wan beşdarî şerê birakujiyê jî bûne. Bi rastî jî wek birîneke kûr li ser dilê wan maye, ev rastî bi çavê xwe dîtine û têgihiştine. Ji bo wê dîsa çekên xwe rakirine û ji Kerkûk, Silêmanî, Ranya, Helebce, Qeladizê û hwd. vê carê cudatir ji salên beriya niha, hatine ji bo ku nîşan bidin ew di her dem û wextê de amade ne di oxira azadiyê de careke din berê xwe bidin van çiyayan û şer bikin. Ev bersiveke baş e ji bo yên ku bi helwestên xwe yên ne neteweyî dixwazin şerê birakujî û xwekujiyê kûr bikin. Ne bombeyên berbûkî yên Bînalî Yildirim, ne jî ti lihevkirin nikare pêşiya hestên neteweyî û girêdana bi xakê re yên xelkê Başûrê Kurdistanê bigire. 

Yazarın diğer yazıları