Boykot erkeke neteweyî ye

Welatiyên navçeya Soran dibêjin, boykotkirina malê Tirkî, li dijî dagirkeriya Erdogan erkek netewî ye. Welatiyan got, boykot ji bo kar û pîşesaziya navxweyî derfetke baş e, divê hikumet û bazirgan girîngiyek baş bidin berhemên navxweyî.

Parêzerê bi navê Şiwan Seîd got, boykotkirina malê Tirkî, beriya helwesteke siyasî, mijareke nîştimanî ye. Boykot xwedî sûdek baş e, dahata heyî naçe derve û ji ber boykotê ziyan digihe aboriya Tirkiyeyê.

Welatiya bi navê Xanim Elî jî got, nabe êdî dahata Kurdan bikeve xizmeta aboriya dewletek ku hertim dixwaze Kurdan dagir bike.

Esnafê bi navê Herêm Mihemed jî got, nabe bazirgan tenê berê xwe bidin berhemên Tirkî, ji ber ku gel malê Tirkî boykot kiriye û nabe malê Tirkî were firotin.

Heba nava keka Tirkî isbat bû

Rêveberiya Hawirde û Hinardeya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku ew keka Tirkî ya heb di navê de derketibû û hinek berhemên din yên gûman li ser wan hebûn, di encama lêkolînên pêwîst de hatine komkirin û hawirdekirina wan hatiye qedexekirin.

Di destpêka meha Mijdarê de li bajaroka Pîremegrûn ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, di nava kekek Tirkî de heb derketibû. Lijneya çavdêriyê ya qeymeqamtiya Dukanê dest danîbû ser ew cûre keka Luppo a Tirkî û ji bo lêkolînê jî şandibû Rêveberiya Tendûristiyê.

Heya niha jî ne qeymeqamtî û ne jî rêveberiya tendûristiyê encamên lêkolînê eşkere nekirine. Li gorî agahiyên ku me ji Rêveberiya Hawirde û Hinarde ya Herêma Kurdistanê girtiye, piştrastbûye ku heb ji nava kekê derketiye û di encama wê de hinek biryar hatine girtin.

 ROJNEWS/SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found