Boykot helwêsteke neteweyî ye

Boykotkirina Tirkiyeyê belkî hineke tiştekî besît bibînin, lê ne wisa ye, tesîreke mezin dike. Jixwe boykota li Başûrê Kurdistanê mirov dikare weke şoreşekê jî bi nav bike. Milet dike ku dikandar û bazara Başûr êdî malên xwemalî bînin û heger li Kurdistanê ew mal nebe jî ji welatên mîna Urdun, Misr û Mîrîtiyên Yekbûyî weke alternatîf van malan bînin. Yanî rengê bazara Başûrê Kurdistanê êdî diguhere. Ev ê bike ku bazara Başûrê Kurdistanê serbixwetir bibe û sibe dusibe Erdogan yan jî kesekî din hew karibe bibêje, “em ê nan ji ser we qut bikin”.

Boykotkirina malên Tirk divê li dijî dijminekî her çar parçeyên Kurdistanê bibe helwêsteke hevpar. Li Bakurê Kurdistanê jî rêyên boykotê hene. Kirîna tiştan ji bazara navçeyan, ji cotkar û sewalkaran destpêkek e. Lê teşwîqkirina kirîna malên qaçax yanî neketî ber gumrikê jî rêyeke din e. Hilberandin û bazara li derveyî dewleta Tirk û sîstema wê ya bacê hemû dikare di vê çarçoveyê de bê teşwîqkirin. Ev ji bo dibistanan jî lê ye. Zarokên we neçar bin biçin dibistanên fermî jî, rojê saetekê, du saetan li derveyî vê bi Kurdî û bi rengekî Kurdistanî lîstin, dersdan û danûstandina bi zarokan re jî wê rengekî din ê boykotê be. Bakurê Kurdistanê heger niha bi tiştekî din nikare rabe, dikare hêz û taqata xwe ji bo vê boykotê veqetîne û wê bi ser bixe.

Li Rojavayê Kurdistanê ecêba ecêban ew e ku hîna nû bi dagirkeriyê re behsa boykotê tê kirin. Derengmayî ye, lê divê bibe. Divê Rojava bi temamî karibe di warê xwarin û vexwerinê de bi hilberîna xwe bazara xwe serbixwe bike. Li cihê ku nikare xwe serbixwe bike jî bi alternatîfên cihê xwe dûrî bazara Tirk bigire.

Çawa min got, dewleta Tirk dijminê her parçeyê Kurdistanê û berjewendiyên wê ye, ji ber wê divê Kurd karibin li her parçeyî wê boykot bikin. Ev ê bibe helwêsteke hevpar a neteweyî, bibe hîmek ji wan hîmên stratejiya neteweyî ya ku wê bi Kongreyeke Neteweyî karibe bi gewde bibe. ew jî derengmayî ye, diviya di 2013´an de herî dereng bibûna. Hingê şerê li dijî DAIŞ´ê, referandûm û dagirkerina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî wê bi helwêsteke neteweyî û stratejiyeke neteweyî bi rengekî din çêbûna. Şerê li dijî DAIŞ´ê wê xurttir bûna, di dema referandûmê de aliyê Kurd û aqlê hevbeş wê encameke bêhtir li xêra Kurd û Kurdistanê bi xwe re bianiya. Û dagirkerî bi vî rengê hanê gelekî muhtemel e wê nebûya.

Yanî boykot tenê boykot nîne, ew beşek ji stratejiya neteweyî ye ku diviyabû ne xelkê Başûrê Kurdistanê lê siyasiyê wan pêşengiya wî bikira. Lê cihê serfiraziyê ji bo tevahiya miletê Kurd e ku em dikarin helwêsteke wisa neteweyî nîşan bidin. Ya niha li pêşiya me û lazim niha di çarçoveya boykotê de wê bibe boykotkirineke çandî ya li dijî îndustiriya çand û hunerê ya dewleta Tirk. Gava pêşî belkî dîsa li Başûr bê avêtin, bi nîşannedana film û rêzefilmên Tirkî di kanalên vî parçeyî de. Lê di rastiyê de li her parçeyî em dikarin vê bikin. Li rêzefilmên Tirkan temaşenekirin ma ji helwêsteke neteweyî zehmettir e. Her hewldana mirov zimanê Kurdî li her deverê hewl bide xurt bike û bixe şûna zimanê bi dagirkeriyê xwe ferz dike. Hema bi silavê dest pê bikin. Bi du yan jî sê gotinên hûn fêrî zarokekî bikin dewam bikin. Ji we tê, çîrokekê fêrî hinan bikin yan jî ji hinan re wê çîrokê bibêjin. Ev boykot wê bibe boykota herî xurt. Platformeke Zimanê Kurdî jî li Bakurê Kurdistanê hebû. Belkî ew jî karibe saziyên elaqedar hemûyan qanih bike ku boykoteke bi vî rengî bidin destpêkirin. Mesela bi klîpeke reklamê.

Yazarın diğer yazıları