Boykot wê aboriya Kurdistanê bi hêz bike

Welatiyên bajarokê Rizgarî li ser boykotkirina malên Tirkî anîn ziman ku ger ew ji birçîna bimirin jî, malê Tirkî nakirin. Herwiha bal kişandin ser giringiya pêngava boykotkirina malên Tirkî û gotin, “Tirkiye ne tenê şerê siyasî û aborî li dijî Kurdan dike, bi hêza xwe hemûyî ji bo têkbirina îradeya nîştimanî kar dike.”

Welatiyê bi navê Ebas Elî diyar kir ku ew ji destpêka dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê malê Tirkî boykot dike. Ebas got, ger ew bizane, malbata wî wê ji birçîna bimire jî, malê Tirkî nakire.”

Welatiyekî din ê bi navê Cemal Şikur jî got, Tirkiye ne tenê bi siyasî û aborî şerê Kurdan dike, bi hêza xwe hemûyî dixwaze îradeya nîştimanî ya gelê Kurd têk bibe.

Cemal îşaret bi girîngiya aboriyeke serbixwe ya Kurdistanê kir û got; “Ji ber ku ez dizanim wê boykotkirina malê Tirkî aboriya Kurdistanê bi hêz bike, ji bo wê malê Tirkî nakirim.

HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS/SILÊMANÎ


Bandora boykotê erênî ye ZOSK BALEK

Welatiyên Balekayetî bi boykotkirina malên Tirkî kêfxweşin û weke şoreke spî bi nav dikin. Herwiha welatiyan dan zanîn ku ew ê di pêngava boykotkirinê de biserkevin û bang li hikumetê kirin da ku giringiyê bidin berhemê navxweyî.

Yek ji mamostayên herêma Balekayetî Îsmaîl Ehmed got, li dijî dagirkeriya dijmin, tişta herî girîng boykotkirina malê Tirkî ye. Ev şoreşek spî ye, û gelek mezin e. Niha ji ber boykotkirina malê Tirkî, bandorek mezin li ser malê Tirkî çêbûye. Hema bêje li Kurdistanê hemûyî boykot belav bûye. Niha hema bêje li herêma Balekayetî hemûyî malê Tirkî nemaye û beşek ji wan jî malê Îranê jî nafiroşin. Ev bandorek erênî li ser berhemê navxweyî dike.”

Ciwana bi navê Yelda Kiwêstanî jî got, “Divê em bi boykotê bandorê li aboriya Tirkiyeyê bikin û nehêlîn pereyê me bikeve xizmeta Tirkiyeyê. Ji ber ku ew pere dibe çek û bi ser me Kurdan de diteqînin.”

Helgurd Nawendeyî ji ber boykotkirina malê Tirkî kêfxweşiya xwe anî ziman û got; “Ez bang li hikumetê dikim da ku giringiyê bide berhemên navxweyî û çandiniyê.

ROJNEWS/BALEKAYETÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found