Boykot weke stratejiyeke xwebûnê

Di rewşa manûnemanê de hin helwêst, helwêstên manê ne hinên din ên nemanê ne. Ji bo Kurdan, mirov dikare manûnemanê weke li ser du meydanên mezin ji hev cihê bike; ev ne cihêkirineke bi rastî ye, ev herdu meydan jî hev elaqedar dikin û tesîrê li manûnemana hev dikin. Yek ji van, meydana bîreweriya siyasî û rêxistinbûnê ye. Ya din jî meydana hebûn û xwebûna civakî ye.

Ez ê îro behsa ya diduyê bikim û ka çawa ew ji bo manûnemana giştî diyarker e. Rêxistinbûyîn, û kanalîzekirina hêza civakî û îradeya wê ber bi diyarkeriyeke civakî û siyasî ve helbet muhim in. Û ew nebin di roja me ya îro de hebûneke çandî û xwebûneke di vê peywendê de civakî, nikare dewam bikin. Ji ber wê jî hebûn û xwebûna civakî xwe bivênevê disipêre afirînerî, rêûresm, stratejiyên hebûnê yên civakeke diyar. Ev jî di rastiyê de ji stûnên esasî yên çanda wê civakê ne. Yanî ziman (tevî wêje, û gotarên civakî û siyasî), cejn û erefat, rîtuelên hevdîtinê, lihevkirinê, mêvanhewandinê û dijminatiyê, yên dawet û cenazeyan, yên dînî û yên dinyewî yên weke şêwr û mişêwirên gund, eşîr, gel, netewe û wekî din, kulieyata van stratejiyan in.

Di rewşên manûnemanê de civak hem bêhtir xwe bi vê kuliyatê ve dikin û hem jî ji bo misogerkirina hebûn û xwebûna xwe, xwe dûrî kuliyatên bi heman rengî yên beramberê xwe dikin, nexasim heger ji neyartiyê û wêde dijminane bin. Yanî heger seresere em li Kurdan weke civak binihêrin, ya em dibînin çi ye, em bi kurtî pê dakevin. Li Başûrê Kurdistanê tevî ku meydana rêxistinbûyîna siyasî û diyarkirina îradeya heman rêxistinê qels, li tesîrên derve pirr vekirî be jî, ji ber ku meydana hebûn û xwebûna civakî bi ziman, çanda giştî û hisa netewebûnê gurçûpêç kiriye, em dibînin ku civak di rewşên diyarkirina helwêstên neteweyî de pijiyayî ye û bêyî pêşengiyeke aliyên siyasî jî karî boykotkirina dewleta Tirk û malên Tirkî bi ser bixe.

Li Rojavayê Kurdistanê civak di çarçoveya Rêveberiya Xweser de li meydana rêxistinbûyîna civakî û siyasî de ji bo diyarkirin û danedera îradeya xwe xurt e. Li meydana hebûn û xwebûna civakî de, pileyekê li jêr Başûrê Kurdistanê ye; hem têkiliyên wê bi çanda serwer a li Şamê û hem jî helwêstên qismekî fireh ê civakî beramberê siyaseta zimanê dayikê ya rêveberiyê jî nîşana vê ne. Lê piştî 8 salên xwerêveberiyê ev yek jî diyar e, diguhere û ber bi xurtbûnê ve diçe.

Em bi heman awirî li Rojhilat binihêrin, em dibînin ku tevî qelsbûna pêşengiyeke siyasî jî, civak bi her minasebetê zû reaksiyonan nîşanî bûyerên civakî û siyasî dide. Ji erdheja Kirmaşanê heta bi raperînên nû li hemberî siyaseta bihakirina eşya û madeyên heyatî, civakê ev nîşan da. Li meydana hebûn û xwebûna civakî jî ji bilî deverên dûrî cografyaya Kurdistanê yên weke Xorasanê, em dibînin ku civake amade ji diyarkirina helwêstên neteweyî re heye.

Em gava berê xwe didin nufûs û cografyaya herî mezin a Kurdistanê, yanî Bakurê Kurdistanê em tiştekî pirr cihê dibînin. Li meydana rêxistinbûyîna siyasî û civakî strukturên xurt li ber destê me hene, lê gava ev struktur tên bê bandorkirin jî civakeke melisî heye. Li meydana hebûn û xwebûna civakî de jî civaka Bakurê Kurdistanê ew e ku herî zêde li ber nemanê û qirkirinê ye. Ha li vê derê, divê stratejiyên manûnemana xwezaya civakî ya Kurdan karibin xwe biparêzin, yan na manûnemana civakê ya ji nifşan û wêde wê ne misogerkirî be. Em behsa berfirehkirina zimanê Kurdî, kêmkirina bikaranîna zimanê Tirkî, kêmkirina tesîra dibistanên dewletê, zêdekirina tesîra perwerdekirina derî dewletê ya civakî û heta xwe serbixwekirina ferdî û civakî ya ji aboriya dewleta Tirk dikin û ev nebe jî pirr eşkere ye ku wê qirkirina Kurdan bi nifşek diduyê din li Bakurê Kurdistanê biçe serî.

Yanî mefhûma boykotkirinê diviyabû ji bo Bakurê Kurdistanê ne tenê taktîkeke demkî be, ji bo hebûn û xwebûna Kurdan li Bakurê Kurdistanê divê ew veguhere helwêstek û heta stratejiyeke manê, hebûnê û xwebûnê.     

Yazarın diğer yazıları