Boykota xelkê ye

Bextiyar Mela Ehmed ê berdevkê mijara hawirde û hinardekirina Herêma Kurdistanê ye, dibêje, xelkê boykot kiriye, ne hikûmetê û wiha dewam dike; heger xelk boykotê dewam bike wê hinardekirina ji Tirkiyeyê bêhtir ji sedî 50´î jî kêm bibe.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi ti awayî xwe neda ber jî, boykota li Başûrê Kurdistanê kir ku îtxalkirina (hawirdekirina) malên Tirkî gelekî kêm bibe. Li gorî Berdevkê Rêveberiya Hawirde û Hinardeya Herêma Kurdistanê Bextiyar Mela Ehmed dibe ku rêjeya hawirdekirina ji Tirkiyeyê ji sedî 50´î jî bêhtir kêm bibe.

Bextiyar Mela Ehmed diyar dike ku ne desthilata Başûrê, lê gelê Başûr malên Tirkî boykot dike: “Boykot di asta gel de bi pêş ket, ne di asta hikûmetê de. Piştî boykotê hem esnaf hem jî gel berê xwe da berhemên xwemalî û heger gel di helwêsta xwe de dewam bike, wê ji sedî 50´î zêdetir hawirdekirina berhemên Tirkî kêm bibe.”

Bextiyar Mela Ehmed bi bîr dixe ku li gelek welatên din jî malên Tirkî hatine boykotkirin û got, ev zirareke cidî dide aboriya wî welatî: “Ne tenê li Herêma Kurdistanê, li gelek welatên rojavayî jî boykota malên Tirkî hate ragihandin. Hikûmetên hinek welatan boykota aborî, siyasî û leşkerî jî kirin. Ev jî zirareke mezin digihîne aboriya Tirkiyeyê. Pêngava boykotê ya li Herêma Kurdistanê û li welatên rojavayî ya siyasî, leşkerî û aborî hişt ku lîreyê Tirkî bêqîmettir bibe û dakeve. Boykot hem zirarê dide aboriya navxweyî ya Tirkiyeyê hem jî zirarê dide asta bazirganiyê ya li gel welatan.”

Welatî malên Tirkî naxwazin

Li ser pirsa gelo boykota welatiyan bandoreke çawa li hawirdekirina berhemên Tirkî kiriye jî Bextiyar Mela Ehmed ev zanyarî da: “Berhemên ji Tirkiye tên herêmê, tenê ji bo herêmê nîne, ji bo parêzgehên Iraqê jî tên şandin. Ji ber vê nikarim bêjim hawirdekirin bi awayeke berçav kêm kiriye. Lê berhemên Tirkî li herêmê kêm bûye. Pirraniya marketên herêmê bi nivîsên mezin nivîsîne ku ‘berhemên Tirkî li gel me nînin’ û welatî jî berhemên Tirkî naxwazin.”

Têkildarî rêjeya hawirdekirina berhemên Tirkî ji bo herêmê jî Bextiyar Mela Ehmed diyar kir ku ji bo bizanin hawirkdekirin kêm kiriye yan na, divê herî kêm 3 yan jî 6 meh di ser boykotê re derbas bibin û wiha pêde çû, “Li gorî zanyariyên rojane ji gumrikan tên girtin, bi awayekî berçav bandora boykotê çêbûye. Weke welatî hişyariyeke wan li hember malên Tirkî çêbûye. Boykot di asta ferd û civakê de çêbûye, ne di asta hikûmetê de. Xelk berhemên Tirkî nakire û li dewsa wê berê xwe bidin berhemên xwemalî. Heger berhemên xwemalî bi destê wan nekevin, berê xwe didin berhemên welatekî din.”

Boykot wê kêmkirina hawirdekirinê ji 50´î bibihurîne

Li ser hewldanên bazirganên herêmê yên girêdayî Rêveberiya Hawirde û Hinarde jî Bextiyar Mela Ehmed got, “Piştî Îndonezyayê me di dema boykotê de li gel Brîtanyayê jî hinek peymanên aboriyê îmze kirin. Berê jî peymanên me yên aboriyê bi gelek welatên Ewrûpayê re hebûn.

Heger gel di helwêsta boykotê de israr bike, wê berhemên Tirkî ji sedî 50 û heta zêdetir jî kêm bibe. Xelk çi bixwaze bazirgan jî dê wê hawirde bikin. Heger xelk malê Tirkî nekire, ti esnaf yan jî bazirganek amade nîne tiştên xwe biavêje zibalê. Hinek bazirganan niha welatên cuda hilbijartine.”

Ji bo berhemîn xwemalî proje

Bextiyar Mela Ehmed ji bo bipêşxistina berhemên xwemalî jî got, wan projeyek amade kiriye: “Em ê pêşangeheke mezin a berhemên xwemalî vekin. Pêwîstiya me bi piştgiriya hikûmetê heye. Em ê ji bo erêkirinê, projeyê pêşkêşê desteya wezîran bikin. Daxwaza me ew e ku hikûmet xerca cihê pêşangehê bigire serxwe û rehberek bi zimanê Kurdî û zimanên biyanî ji bo danasîna berheman çêke.”

Tevî ku hinek çavkanî diyar dikin berhemên qedexekirî û dema wan borî yên ji Tirkiye û Îranê tên hawirdekirin jî Bextiyar Mela Ehmed îddîa kir ku berhemên dema wan borî, qedexekirî û bê kalîte, bi ti awayî di rêyên fermî re nakevin herêmê û got, “Ev tişt hemû ji aliyê qacaxçiyan ve tên kirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found