Çand û wêjeya îxanetê û Kurdewarî

Eger li ser welatekî bi sedan bi hezaran salan dagirkerî hebe, li wî welatî û di nava wî gelî de ne tenê îxanet û hevkarên dagirkeran, yan jî çîneke bi forma komprodor derdikeve, bi wê ve girêdayî çand û wêjeyeke îxanetê jî mîna mezinahî, lehengî reng vedide. Hetanê ev aliyê giyanî, çandî û wêjeyî jî neyê zelalkirin û bi her aliyê ve neyê darezandin, pêşî li îxanetê nayê girtin.

Di pêvajoya bi sedan salan de di nava Kurdên hevkarên dagirkeran û xwendayên Kurd ên bi giyanê ve bi dagirkeran ve girêdayî de xeta di navbera îxanet û kurdewarî, îxanet û lehengiyeke xapandine de wenda pêkhatiye. Mixabin ku ev rengê îxanetê di nava çand û wêjeya me de jî rûniştiye. Ev xet di ti warî de nehatiye zelalkirin û darezandin. Dibe ku nezelalkirina wê ji têkiliyên eşîrî, baweriyên cuda û parçebûna civakê jî hatibe.

Di demên berê de dengbêjên axa, mîr, serokeşîr û began hebûn. Wan dengbêjan ji bo ku van rêber yan jî navdar xwe mezintir nîşan bidin, di stranên xwe de têkiliyên wan  ên di sewya bendekariye de û bêhna îxanetê jê dihat wek pesinandin û mezinahiya begên xwe nîşan dane.

Dema mirov hin stranên gelêrî guhdarî dike, vî rengî bi zelalî di nava rêzê wan de dibîne. Belê wan dengbêjan qaşomaşo pesna axayê xwe dane, lê di nava gotinên wan de rengê bendekariya bêbext û îxaneteke di şêweyê şêlafiyê de derketiye pêş. Çend mînakên balkêş:

“Mîrê min mîrê mêran e, li qonax û sofrê padîşahan e!“ Ew mîrê ku li qonax û sofrê padîşahan be, ya qirdik e, yan jî bendekarekî padîşah e. Lê dengbêj vê xulamiyê wek pesn û mezinahî aniye ziman. Her wisa ev gotinên wiha jî

“Ew mirovekî pir mezin e, li qonaxê mîr û hekîman e!“

“Law axayê te kî ye? Axayê min, pîhna xwe li deriyê daîreyên dewletê dixe û wisa dikeve hundir!“ Yan jî “fermandar li ber radibe û cih dide axayê me!“

Strana herî balkêş strana Evdalê Zeynikê ya bi navê “Wer Xozanê wer Xozanê“ ye. Li bajarê Xozanê (Kozan) li dij Osmaniyan serhildanekê pêktê (Kozanogullari). Padîşahê Osmanî ji Surmelî Mehmet Paşa alîkarî dixwaze. Ew jî ji siwariyên Kurdan artêşekî amade dike û di ser Xozanê de digire û wê serhildanê têk dibe. Evdalê Zeynikê vê wek stran dibêje û ev di nava çanda me de rûdine. Mixabin ku ti kes vê stranê nake ber pirsiyariyê, heta wekî rûmet, pesn û serbilindî tê pêşwazîkirin. Ti car nehatiye hişê kesekî ku çend pirsên wiha bike: “Ma vî şerî çi sûdek daye gelê me û netewa me? Çima em bi têkbirina serhildaneke li dij dewleta ku welatê me wek kolonî bikartîne, ti nirxekê nade gelê me serbilind dibin? Gelo ew serhildan bi ser biketa, Osmanî têkbiçûna, wê ji bo me jî derfeteke serxwebûnê çêneba? Û û…”

Di sala 1974 de dema dewleta Tirk Qibris dagir dikir, piraniya Kurdan bi çepik û lîliyan piştgiriya wan dikir, xort ji bo çûyina şer ketibûn rêzê. Kurdên bisliman per û perwanên ji derewên bi terî bi şêxên xwe ve kiribûn li ezmanê viran gule direşandin ser qibrisiyan. Ogretmenên nijadkurd navê “Bêşparmak, Lîmasol û û” li komên perwerdê dikirin. Hin dengbêjan li ser şerê Qibrisê jî strane. Yanê evîneke ji bo dagirkeriyê, evîneke xiyanetê çandeke ji rayên xwe qetyayî serdest bû.

Ji vir sê sal berê seroknivîsarê Rûdawê pesna bi aliyê Tirkiyê ve dagirkirina Kurdistana Başûr dida, ev dagirkirin wek parastina Kurdistaneke serbixwe difirot xwinêran. Ev îro bi awayê sipasname ji devê rêveberê başûr yê bi nav û deng jî derkedikeve.

Dibe ji ber vê çand û wêjeya îxanetê be, yan jî ji vê wêje û çandê wêrekî hildabin, li welatê me tim sextekar, qeşmer, ezbenî, şêlavên li ber pêşên dagirkeran derketine pêş, bal û raya giştî li pey dagirkerên herî xwînxwar kaşûberkaş kirine. Dijmin jî bi kêfa dilê xwe ew di xizmeta xwe de bikaranîne û hê jî bikartînin. Divê ev çand û wêjeya îxanetê û her tiştên bi wê re têkildar êdî were darezandin, bi tundî were cezakirin û ji nava me were qewitandin. Eger em vê nekin wê ti car pêşî li îxanetê neyê girtin û hin kes rabin û xeta îxanetê wek gernasî û kurdewarî bifiroşin gel.

Yazarın diğer yazıları