Çanda xwîşk û biratiya bajaran

Bi Elmanî Partnerstadt, bi Îngilîzî sîster stadt, bajarên heval an jî xwîşk û bira ev çanda bajarvaniyê li cem me nû ye, lê li cîhanê têra xwe kevin bûye. Di daneyên lêkolînî de bajarên ku bi vî rengî derdikevine pêşberî me; bajarê Keîghley ê Brîtanya û Poîx-du Nord ê Fransayê ne. Peymana hevaltiya herdu bajaran di sala 1920´an de hatiye morkirin.

Piştî vê mînakê em dibînin ku li gelek welatan ev çand bi awayekî berfireh bi pêş ketiye û bi sedan bajar û bajarok ji ber sedemên cûr bi cûr destê hevaltî, xwîşk û biratiyê dane hevdu. Li Anatolyayê jî ev çand têra xwe bi pêş ketiye. Gelek bajarên ku serkêşiya wê Stenbola kevnar dike bi dehan bajarên cîhanî re bûne heval.

Li Kurdistanê ev çand weke gelek babetên din hîna pir nû ye. Heta niha bi navê resen ango bi navê Kurdî û rasterast bi navê bajarekî Kurdistanê li gel bajarên din yên cîhanê peymaneke wiha nehatiye morkirin. Lewre Kurdan firsenda xwe nasandin û îfadekirina bi nasnameya Kurdî nedîtine û yên heta niha pêkhatîn jî weke bajarên Tirk an jî Anatolyayê hatine qebûlkirin.

Lê weke gelek xal û mijaran niha ev rewş jî diguhere. Kurd êdî bi navên xwe yên resen, bi nasnameya xwe ya neteweyî û bi çanda xwe ya bingehîn li gel cîhanê peywendiyên mayînde datînin. Êdî hevoka ‘Diyarbekira Tirkiyeyê li gel felan bajarî bû heval.’ Derbas nabe. ‘Ameda bakurê Kurdistanê û bajarekî Elman bûne heval.’ Ji vir şûn de em ê nûçeyên bibînin. Vê gavê serkêşiya vê şoreşê jî bê guman Rojava dike. Li Rojava jî rejîma Baasî ya faşîst nav deveran û bajaran guherand lê belkî ne bi qasî dewleta Tirk. Dîsa jî navê gelek deveran di nava gel de weke xwe ma û bi şoreşê re ji nû ve geş bûn.

Qamişlo, Dêrik, Kobanê, Amûdê û wd ji nû ve kirasê xwe yê gelêrî li xwe kirin. Her çiqas di warê navên herêmê de hîn zelaliyek pêknehatibe jî ew der di dilê mirovahiyê de weke Rojava cih girtiye. Ji ber ku Kurd li nav û nemûşê nanêrin nemaze li naverokê dinêrin ev mijar ji bo îro ne mijareke jiyanî ye. Lê navên gund, bajar, bajarok û deveran di çanda gelekî de pir girîng in. Sedemê ku dagirkerên Tirk hinde girîngî bi jinavbirina navên erdnîgariya Anatolya û Kurdistanê didin jî ev e. Hewlana wan a bêsînor û bê rawestan ew e ku wan navan ji bîr û hizra mirovan û mirovahiyê paqij bikin, lê vê gavê jî navên resen yên Ermenkî, Kurdî, Siryanî û wd di nav gel û gelan de têne bilêvkirin, navên çêkirî û pêkenokî yên dagirkeran bi tenê li ser kaxezên fermî dimînin.

Babeta herdu bajaran Dêrika Hemko û Friedrichshain Kreuzbergê jî di wê çarçoveyê de ye. Du bajarên kevin û kevnar, du bajarên di cihê xwe de navdar û bi nasnameyên cihêreng hatîn nasîn destê hevaltî û dostaniyê dane hev. Ev du hefte ne herdu hevşaredarên bajarê Dêrikê li paytexta Elmanyayê Berlînê di nav xebatên dîplomatîk de ne. Ev pêşketina dîrokî ya di navbera herdu bajaran de rûdayî li Rojava weke rûdaneke yekemîn jî tê qebûlkirin, lewra berê vê bi nav û nasnameya Kurdî gihandineke wiha jî nîne.

Ji ber wê ye ku herdu hevşaredar Rojîn Çeto, Feremez Hemko û nûnera gelê Siryan Nahrîn Malkî bi kelecan û dilşadî li gel şaredara Friedrichshain Kreuzberga Berlînê peymana hevpar pesend kirin. Di wê xebatê de keda gelek kesan jî sedemê encamgirtinê ye, divê mirov navê hevşaredar Monika Hermann û Elke Dangeleit bi taybetî bi lêv bike. Wan serkêşiya vê xebatê kir.

Divêt bê zanîn ku peywendiyên dostaniya bajaran ne tenê bi awayê remzî ne an jî ne tenê li ser bingeha dostaniyê ye. Şaredarî ji bo pêkanîna wezîfeyên xwe yên civakî serî li hevkariyan didin. Ev hevkarî û piştgirî di warê geşkirin û berfrehkirina bajarî, pêşxistin û bilindkirina rewşa aboriyê, çûnûhatin, geştûgûzarî û di warê xizmetên civakî de jî dikarin bi hev re hevkariyê bikin.

Sedemên din yên ku şaredariyan tînin cem hev jî hene. Weke mînak, serkeftina bajarên din yên di babetên cûr bi cûr de dibe sedem ku şaredariyên din jî wêna fêr bibin û li gorî rewş û rastiya bajarên xwe veguhêzên. Ev di nav bajaran de weke du alî pêk tê û herdu bajar jî ji hevdu gelek sûdê werdigirin. Jixwe pêşketin û geşbûna zanistiyê jî li ser bingeha ji hevdu fêrbûnê û veguhestina vedîtin û agahiyan pêkhatiye. Bajarê Friedrichshain Kreuzberg û Dêrikê weke destpêkeke dîrokî îşaret bi babeteke girîng didin. Hêvîdarî ew e ku naveroka wê peymanê jî li gorî girîngiya wê tijî û encamgir be. Rast e, Kurdistan li ser destê şoreşgeran ji nû ve ji dayîk dibe, cîhan Kurdan ji nû ve nas dike û dibîne.

Yazarın diğer yazıları