Çapa ewil a ‘Alîkariya Destpêkê’ qediya

Çapa ewil a pirtûka “Alîkariya Destpêkê” qediya. Nivîskarê pirtûkê Dr. Erdal Sîpan, ji bo pirtûka xwe got: “Ji bo her malekê alîkariya destpêkê.”

Çapa ewil a pirtûka “Alîkariya Destpêkê” a Dr. Erdal Sîpan ku ji Weşanên Sîtavê derketibû, xelas bû. Weşanxaneyê çapa diduyê derxist. Dr. Erdal Sîpan ji bo eleqeya pirtûka xwe, got: “Di serî de li Bakur û bi giştî li Başûr, Rojhilat, Rojava û Ewrûpayê elaqeyeke zêde heye. Ji ber vê ez kêfxweş im.”

Sîpan, da zanîn ku Alîkariya Destpêkê tenê ne ji bo xebatkarên tenduristiyê ye, ji bo her kesî ye. Sîpan, anî ziman ku wî hewl daye bi vegotineke dîtbarî tiştên di pirtûkê de vebêje û got: “Ev pirtûk hem ji bo Kurdî bêhtir xuyang bibe hem jî ji bo zanyariyên tenduristiyê bêhtir li nav civakê berbelav bibin, hatiye amadekirin. Her wiha armaneceke din a vê pirtûkê jî ew e ku xebatkarên tenduristiyê bêtir bala xwe bidin ser xwendin û nivîsandina bi Kurdî.”

AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found