Çapemeniya Kurd a Serdema Osmanî

Di çarîka dawî ya serdema Osmanî de gelek weşanên Kurdan derketin. Kovarê jî hem yek bi yek li ser wan weşanan, hem jî li ser şexsiyetên wê demê dosyaya xwe amade kiriye. Rojnameya "Kurdistan", "Rojnameya Kurd Teavûn û Terakkî", "Şerq û Kurdistan", "Rojî Kurd" hin ji wan rojnameyan in ku di dosyayê de cih girtine.

Dosyaya kovarê bi hevpeyvîna ku bi dîrokzan û zimanzan Malmîsanij re hatiye kirin dest pê dike. Di hevpeyvîna ku Mesut Yegen û Mesûd Serfiraz kirine de Malmîsanij li ser çapemeniya Kurd û rewşenbîrên Kurd ên wê demê disekine. Mînak yek ji wan Malmîsanij qala Xelîl Xeyalî dike û wisa dibêje: "Bernameyeke Xelîl Xeyalî heye çêkiriye, yan di ‘Rojî Kurd’ yan jî di ‘Hetawî Kurd’ de weşandiye. Li ser ziman, gramera Kurdan dibêje tiştên ku bêne kirin ev in. Pirsgirêkên îro, mînak dîroka Kurdan, zimanê Kurdan, rêziman, ferhengeke hevpar. Îro ew bername hê di cih de ye."
Mesûd Serfiraz jî di nivîsa xwe ya bi sernavê "Nêrîneke giştî ya li ser dîroka çapemeniya Kurd a serdema Osmanî" de qala çapemeniya Kurd a dema Osmanî dike. Serfiraz piştî têkçûna Osmanî û avabûna Komara Tirkiyeyê jî rewşê wisa rave dike: "Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re rewşenbîrên ku çapemeniya Kurd derxistine holê sê rê li ber wan dimîne; yan deketina derveyî welat, yan îdamkirin, yan jî xwe kerkirin. Li derveyî Tirkiyeyê jî li Iraq û başûrê Kurdistanê, li Sûriye û Rojava, li warên dîasporayê çapemeniya Kurd jiyana xwe didomîne."
Nivîsên din ên di dosyayê de derketine jî "Li ser rojnameya Kurdistan (1908-1909) çend not" (Yener Koç), "Kurd Teavûn û Terakkî Cemiyetî û Rojnameya wan (1908-1909)" (Ayhan Işik), "Wekî rojnameyeke Meşrûtiyeka 2’yemîn ‘Şerq û Kurdistan’" (Serhat Bozkurt), "Mevlanzade Rifat Beg û Kurdistan" (Murat Issi).
Ji bilî dosyayê nivîsa Sabri Ateş "Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî" û nivîsa ku Alişan Akpinar, Sezen Bilir, Tacim Sebuktegin bi hev re bi navê "Serhildana Şêx Ubeydullah" amade kiriye wekî du nivîsên berdewama dosyaya hejmara borî hatine
Her wiha kovarê vê carê diyariyeke daye xwendevanên xwe. Diyarî jî wekî qertek ku li ser wêneyê Mîqdad Mîthed Bedirxan û berga rojnameya pêşî Kurdistan heye hatiye amadekirin û pêşkêş kirin. 

STENBOL

Yazarın diğer yazıları

    None Found