Cara yekê emeliyata kîsê avê

Bijîşkên Nexweşxaneya El-Kesrayê ya Dêrazorê cara yekemîn emeliyata kisê avê ya li kêleka reha dil çêkirin. Jina 20 salî ya navê wê nayê zanîn ev demek bû li nexweşxaneya El-Kesrayê ya Dêrazorê ji ber kîsê avê yê li kêleka reha dil dihat dermankirin.

Hejmarek ji bijîşkên pispor yên girêdayî Nexweşxaneya El-Kesreyê ya Dêrazorê, jinek ku kîsên avê li cem reha dilê wê hebû emelyat kirin. Emelyatê 6 seatan dewam kir û serkeftî bû. Tê zanîn ku li ser asta Dêrazorê bi cureya xwe, ev emeliyat yekemîn care ku tê çêkirin.

Emelyatê 6 seatan dewam kir

Têkildarî mijarê bijîşkan diyar kir ku berê li Dêrazorê, ji ber zehmetiyan, nebûna odeya emeliyatê, metirsiya li ser jiyana nexweş û nebûna alavên emeliyatê, ev emelî nedihat çêkirin. Emeliyatê seat 10`an dest pêkir û 4`ê êvarê bidawî bû.

Mala doxtoran ava be

Xizmên nexweşê jî malavaya bijîşkan kirin û gotin:”Rewşa me ya aborî rê nedida ku em emeliyatê çêbikin, lê bi saya xwedê û bijîşkan wê rewşa keça me baştir bibe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku emeliyatên wiha li nexweşxaneyên taybet, xwedî lêçûnên giran pêk tên. Têkildarî mijarê bijîşkan diyar kir ku lêçûna vê emeliyatê nêzî 3`ê melyonan e.

 DÊRAZOR

Yazarın diğer yazıları

    None Found