Careke din Bedirxan Begê

Bedirxan Begê fîgurekî welê yê dîroka Kurdistanê ye, ku ji çê û xirabiyê, ji bi kêr û bê kêr bêhtir, bi awireke paşê hatî çêkirin a nasyonalîzma Kurd, îro jî dibe dabaşa gotarên neteweyî û neteweçêker ên Kurdan. Di nava van gotaran de yên herî belav û cihê xwe girtî, ew in ku kesên ji zuriyeta wî ew çêkirine. Yanî em behsa mîrê Kurdistanê dikin, û ne mîrê Osmanî, em behsa serhildanê dikin, lê ne hewldanên mîrekî metelmayî yê ku Osmaniya xiyanet pê re kir. Em behsa qurbanekî zilma Osmaniyan, yan jî dewleta Romê dikin û ne behsa qesasê serê Tiyarî û Aşîta.

Heta welê bûye ku gotarên gelêrî û devkî yên koçeratên binxet û serxet ji hev guherî ne. Yanî vê gotara hanê, ne tenê li xwende û wan kesên li bajêr tesîr kir, wan karî tesîrê li Kurmancekî, li endamekî eşîrekê û heta li wan gundî û damaniyan bike ku berê xwedî gotareke gelêrî devkî ya gelekî cihê jî bûn.

Mesela ew dengbêj û şairên Bota, yên ku qîr dikirin van gotinên jêr bi xwe jî êdî lê nedipirsîn, ew kesê vê hewara li zarokan bê rehmê li Mîr dikir kî ye:

Were de yeman yeman, mîrê mi yeman te li mi xelas kir çi cebarî, çi derman

Ey lê te mezin xelas kir hey lê lê wey bavo de li kiçika neke ferman

Ma tenê li wî kesî êdî napirsin, napirsin, ka gelo mîr hingê mîrekî çawa bû? Mîrê kê bû? Ji ber ku gotareke nû serdest şûna van gotarên gelêrî girt, lê ev gotarên gelêrî jî xurt bûn, stratejiya herî hêsan ji bo wan şairan ew bû ku van gotaran bêyî çîroka wan bibêjin, heta ku peywenda wan pêşî bizûrife, tenik bibe û paşê jî bimire, yanî nemîne. Ji ber wê jî divê ji bo serwextbûna van gotinên jor ên ji wê strana li ser şerê Seîd Begê yê berxwedana li dijî Osmaniyan û Mîralayê wan, mirov berê xwe bide deverên din ên heman herêma çandî û metnan berhev bike, agahiyên din ên li ser şerî peyde bike û wan bide ber hev.

Ji bo rehet fêmkirina vê guhertina gotarê û hêza vê muhendisiya hanê rehettir bê dîtin, em li çend bersivan di nava qalibê vê nivîsikê de bigerin. Yê ku bang li “Mîr” dikir, Seîd Begê ye, Mîrê Kela Ridwan, Mîrê Dasinan, Êzîdiyên çiyayan e. Yên ku êriş dibin ser kî ne? Ew jî Osmanî ne, sal sala 1838´an e. Sefer a Hafiz Paşa ye û pê re Bedirxan Begê heye, hingê Mîralayê Osmaniyan e. Bi Mehmet û Reşîd Paşa yê Osmaniyan re şêwirmendekî Prûsyayî jî heye, diyar e, bi şîretên wî dikarin topan bibin cihên ku tesîrê li Kela Ridwan bikin. Ev şewirmendê Prûsyayê, wê paşê bibûya yekem Fermandarê Giştî yê Artêşa Elmanyaya Bismarckî; navê wî Helmuth von Moltke bû, nameyên wî wê paşê weke pirtûk bihatana weşandin ku di beşa li ser eskerên Bedirxan Begê de dibêje, “Di vê navê de, ferz bû ku em bêhtir nêzîkiyê bikin (li Kela Seîd Begê), Kurd (zilamên Bedirxan Begê) gelekî amade bûn alîkariyê bi min re bikin…”* Gelo qedr û qîmetekî van zilamên Bedirxan Begê ji bo Osmaniyan hebû; dîsa em berê xwe bidin von Moltke: “Di dergehê re Kurdekî (ji alaya Bedirxan Begê) da der. Wî rahiştibû birayê xwe yê birîndar. Guleyek di ranên wî re ew qulêrî kiribû. Rehberê wî bi çavên tijî hêstir digot, ev roja 7´an e ku ev zilam vê eziyetê dikişîne. Min jî kir ku sihiyeyê artêşê bê, wî jî ji min re got, gelek carî û bi dengê her bilindbûyî, got, ´Ma ne ev Kurdek e´, Weke ji kesekî re bibêje, ´tişta tu dibêjî kelevajî ye´”.

Arşîvên Osmaniyan jî bi gelek belgeyan nîşan didin ka Bedirxan Begê di şerê li dijî Seîd Begê, Kurdên Xerza û gelekên din de çiqasî bi kêra wan hatiye. Jixwe di qirrkirina Tiyariyan (1843) û ya Aşîta (1846´an) de wî xizmeteke gelekî mezin ji Osmaniyan re kir. Erê wî xwe Mîrê Kurdistanê didît, mîrtiyeke ku wê bi xwe ji biraziyê xwe bi neheqî stendî, lê ew Kurdistan ji bo wî ya Osmaniyan bû, çawa ku nameyên wî yên ji Bab-i Alî re û raporên li ser Bedirxan Begê yên waliyên Osmanî jî piştrast dikin***.

Helbet mirov li nava xelkê jî binihêre di berhemên gelêrî de em dibînin ku hingê xelkê dizanî Bedirxan Begê weke mîrê bi wekalet hatiye qebûlkirin. Ji ber ku Sêvdîn Begê nekarî vegere Cizîrê, ew bi wekaletî Mîr e. Lê gava kurê Sêvdîn Beg digihe, xelk wî Mîr qebûl dike û Bedirxan Begê jî divê yan bi wekîltî mîrtiyê bike, yan jî mîrtiyê lê vegerîne. Ma naxwe çima şair bibêjin:

Ez Xelef im, Xelef im heware mîr; heware mîr

Ez Xelef im; Xelef im Êzdîn Şêr Begê Botan e

* Helmuth von Moltke. Briefe über Zustände und Begebenheiten in der Türkei aus den Jahren 1835 bis 1839 (Nameyên li ser rewş û mercên li Tirkiyeyê yên salên 1835 heta 1839´an). Rûpel 263.

** Heman berhema jor. Rûpel 267.

*** Sinan Hakan, Osmanlı Arşiv Belgelerinde Kürtler ve Kürt Direnişleri (1817-1867), Weşanên Doz. 2007. Rûpel 68, 123, 136, 137.

Yazarın diğer yazıları