Çarenûsa me Kurdan yek e!..

Kurd di heyameke tijî kaos, karesat û trajedî re derbas dibin. Belkî jî di dîrokê de ev cara yekê ye ku Kurd ne tenê bi herêmî an jî parçeyî, bi giştî, bi vîna xwe mudaxeleyî çarenûsa xwe dikin. Eger mirov bi giştî li tabloyê mêzeke; her tişt wek nîşaneyên zayineke nû xwe didin der. Kurdan deriyê çaxên wendakirinê êdî girtin e. Êş û jan, hêrs û rexne, şehadet û berxwedan hê bêtir Kurdan nêzikî hevdu dike. Danûstandina navxweyî ji her demê zêdetir û baştir e. Her Kurd bala xwe daye bûyer û pêşketinên li her çar parçeyên welêt. Hest kurdewarî û Kurdistanî ne…
Rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) ya ku bûye bela serê xelkên Rojhilata Navîn, li Iraq û Sûriyê li her deverên ku êrîş biribû ser, êdî paşve dikişe, lê ev sê hefte ne tenê li Kobanê bi tank û çekên giran êrîş û hovîtiya xwe dewam dike. Kobanê li ber çavên cîhanê ji hêla rêxistineke hov û arteşa dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin.
Li hember vê yekê, li Kobanê keç û xortên Kurd wekî ku di dîlanekê de ne destanekî lehengiyê dinivîsin. Wekî ku Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim aniye zimên; “Kobanê karekî dîrokî pêk anî û Kurdên ji her çar parçeyê Kurdistanê di dil û hestan de gihand hevdu. Êrîşên li ser wê çiqas dijwar bin jî, ew serê Kurdan nayne xwarê.”
Ji sala 2011’an vir de li Bakurê Afrîkayê û li Rojhilata Navîn bi navê ‘Bihara Ereban’ serhildanên xelkan pêk tê. Herkesî analîzên guhertina statûkoya ku bi peymana Sykes Picot a sed sal berê hatibû avakirin, kir. Lê li tu welatan rewş û statûko neguherî; tenê aktor hatin guhertin, pergal wek heman pergalê ma; ne demokrasî, ne mafên mirovan, ne jî wekheviya civakî û civakan…
Kurd li Rojava bi pergaleke nû ya demokratîk, wekhev û adilane hewldidin ku vê statûkoyê biqelişînin. Berxwedana Kobanê kilîta guhertina statûkoya li Rojhilata Navîn a sed salî ye. Eger Rojava bi ser bikeve, statûko û feraseta wê ya sedsalî wê binkeve. Ji ber vê yekê jî hêzên statûkoparêz ên herêmî û yên navdewletî gişt li dijî hewldana li Rojava bêdiliyê û dijminatiyê nîşan didin. Li hember DAÎŞ’ê tenê Rojava li ber xwe dide, lê dinya alem vê yekê ji nedîtinê ve tê. 40 dewletên serdest bahsa têkbirina DAÎŞ’ê dikin, lê berxwedana tekane ya li dijî DAÎŞ’ê ya li Rojava nabînin…
Hikûmeta Tirk ji bo leşkerşandina Iraq û Sûriyê û jiholêrakirina hebûn û destketiyên Kurdan tezkereyek li parlamentoyê da pesendkirin. Di heman demê de derbarê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de sazkirina desteyeke navwezaretan hat îlankirin. Lê proses wek “bidawîkirina terorê” tê binavkirin. Tirkiye bi tevlîbûna xwe ya koalîsyona navdewletî ya li dijî DAÎŞ’ê, hesabê bi bikaranîna DAÎŞ’ê tunekirina hebûn û vîna Kurdan a li Rojava dike.
Lê bêhna statûkoparêzan her roj hên bêtir diçike. Heta ev statûkoya ku xelkan difetisîne neguhere û gorî pêdiviyên gelan pergalên demokratîk, wekhev û adil li Rojhilata Navîn pêk neyên, wer xuya ye ku hovîtiya hêzên serdest û ya çeqelên wan wê her dewam bike. Şerê li Kobanê şerê vê yekê ye: Êrîş ya statûkoyê ye, berxwedan ya hêviya demokrasî, wekhevî û azadiyê ye. Kobanê ser bikeve, Kurd û xelkên azadîxwaz ên li herêmê gişt wê ser bikevin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hişyariyê dike ku çarenûsa Kobanê bi çarenûsa pêvajoya çareseriyê ya li Bakur ve girêdayî ye: “Eger Kobanê bikeve, pêvajo jî wê bidawî bibe. Yên ku naxwazin pêvajo têk biçe, divê xwedî li Kobanê derkevin!..” Herwiha çareseriya pirsgirêka Kurd a li Bakur êdî ne tenê bi pêşketinên li Rojava, di heman demê de bi aramîbûna Başûr û rewşa Kurdên Rojhilat ve jî girêdayî ye. Dewletên serdest jî pirsgirêka Kurd bi Kurdistanî hiltînin dest û helwestên xwe gorî vê yekê nîşan didin. Çarenûsa me yek e; pirsgirêk Kurdistanî ye û çareserî jî wê Kurdistanî be…

Yazarın diğer yazıları

    None Found