Çareserî divê ne fesadî!

GELAWÊJ EWRÎN

Îran yek ji wan welatên dagirker e li ser Kurdistanê ku pirsgirêka Kurd li wir jî li çareseriya xwe digere. Kurdistan cara yekê bi parçekirina Rojhilatê Kurdistanê hat dabeşkirin û sînor jê re hat xêzkirin. Peymana Qesrî Şîrîn di 17´ê Gulana 1639´an de di navbera Sefewî û Osmaniyan de hat girêdan û Kurdistan hat parçekirin.

Osmanî û Sefewî ji bo dawî li şerê xwe yê bi sedsalan bînin, li ser Kurdistanê bazar kirin û heta roja îro jî vê peywendiya xwe ji tirsa têkçûna sînorê netewe dewleta wan, bi neçarî didomînin. Ji bo ev sînor bê wate bibin û Kurd jî nebin parçeyek ji netewperestiya hişk a hêzên paşverû yên herêmê, îro têkoşîna avakirina pergala Netewa Demokratîk dikin.

Sînor derba herî mezin li neteweyan dide û Kurd hewl didin di sînorên hatine xêzkirin de yekîtiya gelan xurt bikin. Ji bo hêzên hegemon her çiqas sînor hebe, ewqas nakokî zêde dibe, gel zêde dibin dijminê hev û bi vî awayî bêhtir dikarin planên xwe li ser erdê pêk bînin. Ji bo pûçkirina van planan pêwîst e gelên herêmê li gorî rabihuriya xwe ya hezarê salan, yekîtiya di navbera xwe de esas bigirin.

Em îro behsa guhertinê li Rojhilata Navîn dikin. Wer xuya ye êdî netewe dewletên berêmê nikarin wek xwe bidomînin, neçar in ku guhertinan çêkin. Ji ber ku Kurd, Kurdên dema peymana Qesrî Şîrîn yan jî peymana Lozanê nînin. Êdî hevsengiyên siyasî di herêmê de Kurdan wek aktorekî esasî diyar dikin.

Ev rewş ji bo hemû parçeyên Kurdistanê jî lê ye. Bi qasî ku Kurd ji aliyê dagirkeran ve hatine parçekirin, wan bixwe jî xwe parçe kiriye. Partiyên Kurdî îro li Rojhilatê Kurdistanê li şûna bi hev re rûnên û nexşerêyeke hevbeş a çareseriyê daynin, hinek hêzên derve li pişta xwe girtine û bi israr pêşî li çareseriyê digirin. Hinek kesên bi armanca têkoşîna mafê gelê Kurd rabûne û ewqas berdêlên giran dane, xûya ye ku ji mêj ve ye ji armanca xwe ya esasî dûr ketine û ev cihê mixabiniyê ye.

Li Îranê guhertin xwe ferz dike. Gelek hewldan hene, her kes bi awayekî dixwaze di vê guhertinê de cih bigire yan jî bi rolekê rabe. PJAK û KODAR wek hêzên bi bandor li Rojhilatê Kurdistanê, nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere kir. Heta niha li Îranê projeyeke bi vî awayî, bi rêk û pêk û demokratîk ku bikare xizmeta guhertinê bike, nehatibû pêşkêşkirin. Dibe ku di naveroka xwe de kêmasiyên wê jî hebin û were rexnekirin. Ne girîng e projeyên heyî ji aliyê kê ve tên pêşkêşkirin, ya girîng ew e ku em li ser çareseriyeke hevbeş bisekinin.

Projeya Netewa Demokratîk li gel hemû kêm û kurtiyên xwe yên li ser erdê, îsbat kiriye ku di dema niha ya kaosa Rojhilata Navîn de yekane çareserî ye. Ji bo wê dijberiya ji vê projeyê re nayê fêmkirin û mirov li niyetên din digere. Hinek partiyên Kurdî yên Rojhilat piştî pêşkêşkirina vê projeyê dest bi propagandayeke berfireh a reşkirinê li dijî PJAK û KODAR´ê kir. Kêm zêde, kesên derdikevin di torên civakî de van kampanyayan didin meşandin, em wan nas dikin û dizanin kî wan dide axaftin.

Ji bo wê jî bila wer nefikirin ku wê karibin raya giştî ya Kurdistanî bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê bixapînin. Ez dibêjim, bila gel biryara xwe bide ka wê ji bo paşeroja xwe çi hilbijêre û dixwaze çawa bijî, bila ew biryarê bide, ne kesên ku qet elaqeya wan bi tevgerên gelî û demokrasiyê re tineye. Rexnekirin mijarek cuda ye, reşkirin cuda ye.

Bi rojan li ser medyaya civakî van kesan ku xwe baş nas dikin û ez pêwîst nabinîm navê wan jî bînim, îdîa kir ku PJAK û KODAR parçeyek ji PKK´ê ne, ji ber ku PKK bi Îranê re li hev kiriye, ji bo wê li dijî Îranê şer nakin.

Îdîa dikirin ku PJAK mafê gelê Kurd naparêze û yên şer dikin, ew in. Ez li vir nîqaşa wê nakim ka kî li Îranê şer dike yan na, pêwîst jî nake, tiştên şênber li ber çavan hene. Ez bawer dikim xelkê Rojhilat ji me hemiyan çêtir vê şîroveyê dikin. PKK îro di hemû hevsengiyên herêmê de xwedî rol e, dikare û mafê wê heye bi gelek welatan re di nava peywendiyê de be.

Lê ti caran ji pîvana xwe ya avakirina Netewa Demokratîk gav bi paş ve neavêtiye û naavêje jî. Yekîtiya gelan, felsefeya hebûna PKK´ê ye, di oxira vê de gelek şehîd jî dan. Rêber Apo ji ber ku di vê felsefeyê de israr dike, nêzî 20 salan e ku li Îmraliyê tê ragirtin. PJAK û KODAR bi vê felsefeyê bawer in, dibe rêbaz û têkoşîna wan cêwaz be, lê bi PKK´ê re di vê mijarê de hemfikir in.

Jixwe, projeya Netewa Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan, îro gelên Ereb û Sûryanî jî xwe xwediyê vê projeyê dibînin û pêk jî tînin. Roja 21´ê Tîrmehê, gerîlayên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistan (YRK) li bajarê Merîwanê çalakiyek li dijî pasdarên rejîmê li dar xist û gelek pasdar hatin kuştin. Ev çalakî ji bo tola 4 gerîlayên li Merîwanê şehîd bûyî û zêdebûna zextên rejîmê hat lidarxistin.

Baş e, kesên dibêjin, PJAK bi Îranê re şer nake, wê vê çalakiyê daynin ku. Qayîşokîbûna di warê siyasî de ti caran prensîba esasî di siyê de nahêle. Kesên prensîba xwe ya esasî binpê dikin û herî zêde bi hêzên dagirker re di nava peywendiyê de ne, ez bawer dikim dersa xwe ji vê çalakiyê wergirtine.

Ew kes li pey parçekirina Îranê ne û wer difikirin ku bi vî awayî pirsgirêk wê çareser bibe. Hunerê şerkirin û têkoşînê heye, heger em xwedî bîrdoziyeke bi hêz nebin, şerê em bikin jî wê ti wateya xwe nebe. Ew ê bi kêr me were ku li şûna fesadiyê, em hemû li ser çareseriyê biponijin. Ya ji bo Îraneke demokratîk pêwîst e jî ew e.

Yazarın diğer yazıları