Çareserî hevpeymana civakî ye

Piştî 8 sal aloziyê biryar hate dayîn ku komîta Destûra Bingehîn a Sûrî ava bibe. Lê belê di encama destwerdanên derve de, komîta ne bi vîna gelên Sûrî bi awayekî veşartî û li gorî dewletên ku li Sûrî di nava şer de ne hate diyarkirin. Ev komîte li ser gelên Sûrî tê ferzkirin û bi vê jî xuya dike ku komîte bi xwe pirsgirêk e. 8 sal in gelên Sûrî ji bo jiyaneke bi rûmet, ji bo welatekî demokratîk bi hezaran qurbanî dan. Niha jî wekî ku tiştek nebûye rêjîm dixwaze Destûra heyî reforme bike, opozosyon jî nizane çi dixwaze her seriyek dengek jê derdikeve. Hêzên navnetewî jî ji vê rewşê re li çepika dixin. Bi hev re û bi yek helwestê dixwazin buhara Sûrî jî bifetisînin û gelên Sûrî vegerînin zivistana berî 2011´an. Tevgera gelên Sûrî îro bi xiyaneteke mezin re rûbirû ye. Bêdengiya endamên komîtê li hemberî tevlînebûna ji sedî 30 ji gelên Sûrî asta vê komîtê di warê demokrasiyê û adaletê de nişan dide. Berî her tiştî em wek Sûrî pêwistiya me bi hevpeymanekê heye.

Axaftina Serokê Desteya Danûstendinê Nesir Al Herîrî vê rastiyê baş nîşan dide. Dibeje; nûnerê kurdan kêm in, lê em ji bilî fedrasyonê daxwazên Kurdan hemûyan qebûl dikin. Ev tê wê maneyê, ew jî weke rejîmê dixwaze dewleta qewmî dewam bike û hin guhertinên xapînok bikin. Siberoja Sûrî di nava xeteriyeke mezin de ye. Ji ber ku bi vî aqilî em nikarin behsa hevpeymanê bikin, berevajî rê li ber şer tê vekirin. Dibe ku ew nikaribin vê bibînin lê rastî ev e. Piştî ewqas qurbanî kes nikare li ser me dewleta netewe ya faşîst ferz bike. Bi taybetî piştî ezmûna bakur û rojhilatê Sûrî ku xwe dispêre peymana civakî û demoqrasiyê ne pêkan e ku pergala dewleta navendî qebûl bike. Dema mirov van hemiyan li ber çav bigire pirsek weha xwe datîne pêşiya me, gelo ev hêzên biyanî dixwazin pêşiya şerekî nûh vekin, lewma bi vî rengî komîte ava kirin? An jî dixwazin ku tevgera gelên Sûrî wek welatên herêmê yê din berbiavêje lewma ji %30 li derveyî komîteyê hiştin.

Ezmûna bakur û rojhilatê Sûrî gaveke mînak e, û kare bibe modela Sûrî ya nû. Cara yekemîn e ku gel bi vîna xwe nîqaş dikin û paşeroja xwe diyar dikin. Cara yekemîn e ku jin di vê astê de beşdarî avabûnê dibin û azadiya xwe bi dest dixin. Ev yek ji bo Sûriyan hemûyan destkefteke dîrokî ye. Her kesê ku xwe welatparêz û demokrat dibîne divê li dora vê hevpeymanê bicive û ji bo wê têbikoşe. Divê Sûrî giş bizanin ku Destûra dewleta qewmî ji bilî şer, înkar û paşverûtiyê tiştekî ji me re nayîne. Çareserî hevpeymana civakî ye ku nirxên nasnameyan hemûyan li ber çav digire. Lewma bi avakirina komîtê tekoşîna me bi dawî nabe, berevajî divê hêzên demokratîk ên Sûrî hemû li siberoja xwe xwedî derkevin û em elternatîfa Komîta Destûrê Komîteya Peymana Civakî bi rêxistin bikin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found