Çarqurnê piştgirê berxwedanê ye

Xelkê Başûrê Kurdistanê bi rojane ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê ya şervanên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser piyane.

Bi sedan xwendekar, welatî û endamên hizbên siyasî li bajarokê Çarqurne ya ser bi îdareya Raperîn ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê kombûn.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî YPG, YPJ’ bilind bûn. Herwiha çalakvanan pankartên bi nivîsa ‘Xwîn û dilê me bi Xebata Rojavayê Kurdistanê re ye’  ‘Em piştevanê xebata rewa û nîştimanî ya Rojavayê Kurdistanê re ne’ hatin bilindkirin.” 

 ROJNEWS/ÇARQURNE

Yazarın diğer yazıları

    None Found