Çavdêr diçin Sûriyeyê

Rapora heyeta navnetewî ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî li Şamê ji alîş raya giştî ya navnetewî ve bi baldarî dihat şopandin lê raporê bi xwe re dîsa ne zelalî û  nakokî derxistin holê . her çendî ku rapor bikaranîna van çekan bê guman dike û dibêje ku di wê bûyerê de gaza sarîn hatiye bikaranîn lê dîsa der barê berpisyarê bikaranîna van çekan ne zelalî heye û her yek li gorî dilê xwe tewanbariyên xwe berdewam dike.
Der barê vê mijarê de serokdewletê Sûriye Beşar Esed jî da xuyakirin ku ew li pişt sozên xwe ne û ji bo radestkirina van çekan amade ne lê ji bo tunekirina van çekan bi kêmanî salek dem divê û ji bo tunekirina wan maliyeteke mezin divê. 
Piştî ku Moskovayê rapora pisporên NY a têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî weke “pêş daraz” nirxand, hate aşkerakirin ku mufetişên NY dê careke din biçin Sûriyeyê. Rûsya dibêje bikaranîna çekên kîmyewî provokasyonek ya komên çekdar e.
Serokê heyeta pisporên çekên kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî Aake Sellströmê Swêdî daxuyaniyek da AFP’ê û got: “Erê em dê careke din biçin Sûriyeyê.” Sellström diyarkir ku, demê çûyînê hêja nehatiye aşkerakirin û wîha got: “Ez nabêjim em dê kengê biçin lê em dê di demek nêz de biçin.”
Mufetîşên NY ji bo lêpirsînê di meha tebaxê de çûn Sûriyeyê û di 16’ê Îlonê de raporên xwe temam kirin. Di raporê de hate gotin ku, di êrîşa 21’ê tebaxê li Şamê pêkhatîn, delîlên bibawer û vekirî ên bikaranîna gaza sarînê hene. Lê belê raporê di derbarê kê ev êrîş pêkaniye tesbît nekiriye.
Lê belê Washington û Parîs ku serkêşiya welatên rojava dikin, didin diyarkirin ku guman tuneye êrîş ji aliyê rejima Şamê ve hatiye kirin. Li gorî Washingtonê di vê êrîşê de zêdetirî 1400 kes mirin. Rûsya jî dibêje, ji bo rê li destwerdana leşkerî vekin provokasyonekî komên çekdar e.
Aake Sellström destnîşan kir ku beşek yê raporê hatiye aşkerakirin û got: “Rapora di destê Sekreteriya Giştî ya NY ku hatiye formule kirine heye û kiryarên ji meha Adarê heya niha ku herdu aliyan sûcdar dikin jî hene.” Li gorî Sellström têkildarî 13 heya 14 sûcdariyan pêwîstî bi lêpirsînê heye. Sellström da diyarkirin ku mufetiş li ser wê yekê nerawestiyan ku êrîşa 21’ê tebaxê a li Şamê kê kiriye û got: “Ew ne erkê me ye.”

Ji Rûsya îdîaya belgeyên nû 

Rûsyayê bertek nîşanî raporê da. Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Riabkov aşkera kir ku, mufetîşên NY rapora Sûriyeyê “hilbijartiye” û “kêm” amade kiriye û vê nerihetiye bixwe re anî. Riabkov anî ziman ku, “Heta ku di derbarê bûyerên rûdane, nebin xwedî tabloyekê, dê encamên lêkolîna mufetişên NY dê weke pêşdaraz, yek alî û siyasî were nirxandin.”

Riabkov destnîşan kir ku, belgeyên gihane destê Rûsyayê nîşan dide ku êrîşên 21’ê tebaxê provokasyona komên çekdare. Riabkov got: “Rûsya li ser van agahiyan dest bi lêkolînê kir û wiha berdewam kir: ‘ Em dê niha encamekê nederxînin lê belê, belgeyên ku ji aliyê Sûriyeyê ve ji me re hatine şandin ku serhildêr tevlî êrîşa 21’ê tebaxê a li Sûriyeyê bûne, bicidiyetek mezin dinirxînîn.” Riabkov bilêv kir ku li gorî pisporên Rûs agahî dane me, diyar dibe ku komên cedar tevlî bikaranîna çekên kîmyewî bûne, şahid û delîlên bihêz dike. Li aliyê din jî nûnerê Rûsyayê ê di nava NY’ê de Vitali Çurkin bang kir ku, pêwîste demil dest pisporên NY vegerin Sûriyeyê. Çurkin xwest Aake Sellstrom misyona xwe ya li Sûriyeyê bicih bîne û êrîşa di 19’ê adarê li nêzî Helebê rûda û jehrîbûna leşkerên Sûriyeyê ên di dîrokên 22, 24 û 25’ê tebaxê lêkolîn bike. 

NEW YORK

Yazarın diğer yazıları

    None Found