Çavkaniya Cejna Noelê Mezopotamya ye

Niha li seranserê cihanê cejna Noelê tê pîrozkirin. Kolanên bajar û gundan hatine xemilandin, ji şîraniyan bigire hetanê diyariyan her der tijî ye. Çavên têcir û dikandaran dibiriqîn, kulikê sor ê bi gulikê sipî ji ser seriyan kêm nabe. Ji bo zarokan demeke gelek bi raz e. Gelo ev roj çi ye? Çi têkiliya xwe bi xiristiyan û rojbûna birêz Îsa re heye? Werin em bi hev re hinek derkevin geşta vê roja bi raz.

Her kurdê li ser çilî re Gaxend (qirdik, Kalo û pîrê, Bûka baranê) dizane. Dema em zarok bûn, ew roj ji bo me cejna herî bi raz û kelecan bû. Kî ji me ji kalo yan jî jî qirdik ditirsiya, kê jî tevê wan radibû govendê. Li welatê me ev diyardeya qirdik yan jî qaxendê, Cejna Êzî, şeva Yelda, li ba bîzansan Sol Invictus,  li îtalya dema împaratoriya Romayê de pîrozkirina Saturnalien, li Ewropê Noela xiristiyanan tev de xwedanê bingehekê ne. 

Bingehê wan tev de diçin digîhîjin baweriya xwedawendê Rojê Mithra. Ev bawerî berê li Seranserê Welatê Ariyan belav dibe, li Rojhilat bi hîndiyan re hetanê Hîndîstanê, li Rojava bandora  xwe li baweriya yunan dike, di ser wan re hetanî împaratoriya Romayê diçe. Li gor hin daneyan wê demê dihat bawerkirin ku giyan ango cinên xirab pêşî li rojê girtine, ji bo rojê ji destên wan rizgarkinê hin pîrozbahî yan jî çalakiyên giyanên tarî tirsandinê hatine li darxistin.

Di dema Babîlonan de jî mijara ku xwedawend Mardûk di nivê meha Kanûnê de ev cihan rip û rût ji bo mirovahiyê afirandiye jî li vê baweriyê hate zêdekirin û vê jî rengeke din da baweriya Mithra. Ev berê bi giranî li Mezopotamya, welatê Medya heta dihat digihîşt peravên derya Egeyê ango li welatê Ariyan dihat pîrozkirin. Lê vê diyardeya dagera rojê bala hemû gelên li nîvkada bakur dijîn kişandiye û her gelî li gor xwe hin çalakî pêkanîne.

Malpere Kiovok. Com vê mijarê wiha zelal dike: „Persan (farisan) û Babîlonan ji bo ragihandine hezkirina gerdûnê bi navê Sacaea cejnekê pîroz dikirin. Romayê jî ji nîvê meha Kanûnê hetanê yekê çile ji bo xwedawendên xwe Satûrûn pîrozbahî li dardixistin.“

Her çendî ev roj wek rojbûna birêz Îsa tê pîrozkirin jî, di rastiyê de ne zelal e ku birêz Îsa kengê hatiye cihanê. Di ti ferzên Încîlê de behsa roja rojbûna Îsa nayê kirin. Li gor nivîskarê berhema „Îsa yê ji Nazarethê“ Michael Hesemann (lêkolînerek katolîkan e.)  Îsa di meha Adarê de hatiye dunê. Ango têkiliya Noel û bûyîna birêz Îsa bi hev re tune.

Cara yekem  Qeyser Theodosius di sala 381 an de li Stenbolê ev roja ku wek Sol Invictusa dihat pîrozkirin, wek roja bûyîna birêz Îsa jî dide pîrozkirin. Ji wê rojê vir ve ev roj wek Noel tê pîrozkirin. Ji ber salnameya Julyanî û Gregoryanî jî di nava ortodoks u katolîkan de di demên cuda de tê pîrozkirin.

Bêguman vê pîrozbahî li her welatî bi ananeyên cigehî reng girtiye û dewlemend bûye. Hin ji van ananeyen li seranserê cihanê belavbûne. 

Mînak I: 

Li bajarê welatê Pamfiyayê (Mugla, Antalya Rodos = Lykien) Mîlasê di sedsala 3-4 an de keşeyek dijî. Keşe têkiliya xwe bi keleşên deryayê re datîne, ew dewlemendan dişêlînin didin keşe, keşe jî li belengaz û zarokan belav dike. Ev dibe bingehê çîroka Nîkolaus û li seranserê cihanê belav dibe.

Mînak II:

Di vê rojê de goştê qazê biraştin jî ji dema keybanûya Îngîlîz Elizabeth I maye. Gava ku artêşa wê li hemberê Îspanyolan di şerê deryayê de bi ser dikeve, ew ji her malekê re qazekê serjêkirî dike diyarî. Ev ji wê rojê pêve dibe ananeyek û hetanê vê roj me tê.

Mînak III: 

Dara Noelê jî ji ananeyeke almanan ya dema baweriya xwezayê tê û ji Almanyayê belav dibe. Niha li her derê cihanê Dara Noelê tê xemilandin.

Ev êdî wek kevneşopiyekê di baweriya xisitiyanan de rûniştiye. Heta baweriyên din jî hêdî hêdî ev kevneşopî wergirtine.

CEJNA NOELÊ LI GELÊN XIRISTIYAN Û TEVAHIYA MIROVAHIYÊ PÎROZ BE!

FROHE WEIHNACHTEN!

Yazarın diğer yazıları