Çavkaniyên çandî

Çavkaniyên çandî-dîrokî ji bo wêje û her cure huneran xwedî roleke pirr esasî ne. Bi giştî berhemên herî bihêz û xurt ên ku mohra xwe li serdeman dane, bi wan zimanan hatine nivîsandin ên ku xwedî dîrokeke kevn in. Bi heman awayî ew berhemên şakar ên şêwekarî û destkarî ku heta roja me hatine dîsa jî, ji çavkaniyên dewlemend ên hunerî bixwedî bûne. Ango, te divê ji hunerê şanoyî, şêwakarî, wêjeyî yan jî destkarî be, dema berhemek xwedî çavkaniyên dewlemd ên dîrokî be û hostetiyeke li ser esasê perwerdê ya bi dirêjahiya sedan salan li pişta wê be, bivê nevê, ew ê xwedî astekê bilind a hunerî û estetîkî be.

Di hêla ziman de jî rê û rêbaz ev e. Zimanên wek Ingilîzî, Fransî, Erebî û hwd tecrûbeyeke dîrokî ya bikaranîn û perwerdeyeke demrêj li pişta wan e. Dema mirov ji awira hunerê nivîskî ve van zimanan bide ber Kurdî û bibêje, çima zimanê Kurdî ne di asta van zimanan de xwedî nivîskar û berhemdariyan e, ew ê neheqiyeke mezin li Kurdî be.

Ka îca em ji awireke din li meselê binêrin. Zimanê Kurdî bi sedan salan e heye. Xwedî dewlemendiyeke zargotinî ye. Ji ber ku Kurd li ser erdeke bi xêr û bêr a çandinêyê dijîn jî, termînolojiyeke dewlemd a zimanî ya çandiniyê û kedîkirin, xwedîkirin, lênihêrîn û bikaranîna heywanan a di karên rojane û çandiniyê de heye. Navên cureyên ajalên firinde (balinde), avî û bejî bi Kurdî hene. Herwisa jî li ser jiyan û têkiliyên ajalan digel hev û mirovan zimanê Kurdî xwedî wêjeyeke zargotinî ya dewlemend e. Metelelok, çîrvanok, çîrok, gotinên pêşiyan û stranên Kurdî her yek ji wan xwedî çavkaniyeke jiyanî ye ku ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî derfetên pirr hêja ên bêpîvan û kesnedîtî pêşkêş dikin.

Dîsa jiyana civakî ya li Kurdistanê bi qasî hebûna mirovahiyê kevnar e. Çîrok û destanên li ser jiyana şaristaniyên destpêkî xwe di ser bi dehan zimanan re gihandine îro. Gelek ji wan zimanan îro nemane yan jî pir lewaz in. Ji vê awirê ve jî Kurdiya îro di esasê xwe de nûneriya gelek zimanên kevnar ên li herêmê dike. Ango zimanê Kurdî malxwurê van zimanan e jî.

Ev herêma me ye ku bi gelek navan tê binavkirin, ji her devera wê ya ku bêrek lê dikeve diyarde û nîşanên jiyaneke şarastanî jê derdikeve. Pirr balkêş e ku navê gelek deverên gundên li Bakurê Kurdistanê bi Xirbe dest pê dike. Mirov li kêleka pirraniya gund û gundikên avadan, xirbeyên talankirî dibîne, yan jî di bin gelek malên gundan de şikeft û esasekî kevnar û kufare ferq dike. Di gelek şikeftan de motîf û şiklên xetkirî hê jî li ber çavên mirovan dikevin.

Gundê ez lê çêbûme bi xwe jî yek ji van gundan e ku dora wê tije xirbe, dêrên herifî, şikeftên ku di demên xwe de ji bo jiyanê hatine kolan û yên ku di hundirên wan de afirên heywanan hene.

Bajar-gundê ku li serê çiyê hatiye avakirin, dema mirov bi çavekî çeknasî lê dinihêre, gelek hûrgiliyên şaristaniyê ji mirov re xuya dikin. Mirov dibîne ka çawa di tahtê de çalek kolane û bi cokan berê ava baranê lê siwarkirine. Dîsa li kêleka her malekê bermayên avahiyeke wek kiwareke silindirî heye ku bi îtimaleke mezin ji bo qutê salê hatiye avakirin.

Her xirbe gund-bajar bê guman di wextê xwe de xwedî jiyanekê bûye. Em dizanin ku her jiyaneke civakî xwedî gelek çîrok û serpêhatî ye. Dema mirov di nava van xirbeyan de digere, hewayeke efsûnî rûhê mirov radipêçe û derbasî nava jiyana xwe ya kevnare dike. Û dibe şahidê şîn û şahî, şer û aştî, xem û xeyalên wê serdemê. Wek gerokên li jiyanên winda ji nava rûpelên dîrokê vediciniqin jiyanê. Her kevirek ji dîwarekî herifî li ser rûpelên kaxizî divê bibe peyvek ji bo avahiya jiyaneke hûnakî.

Ev zimanê me yê ku me li jor behsa çavkaniyên wê yên suriştî kir, gelo nikare ji derfetên nivîskî yên zimanê bipêşketî sûdê wergire û pê birînên xwe derman bike. Bi dîtina min, belê dikare. Çawa ku Romayiyan piştî demekê xwe bi temamî ji zimanê Yewnanî rizgar kir û bi latîniya xwe zanist û hunerê xwe li dinyayê belav kir. Tenê em divê derfetên xwe yên heyî baş bi kar bînin. Nehêlin zimanê me ji ser zimanê zarokên me bikeve, şopa çavkaniyên xwe yên dîrokî winda nekin, heta ku em statuyeke siyasî bi dest bixin.

Yazarın diğer yazıları