Çavkaniyên têkçûnê

Gava gelek li ser hev li têkçûnan rast bê, çavkaniyên têkçûnan baş lênekole, wê girêka kor a têkçûnê zelal neke û venerêse, li gor wê di xwe de guhertinan çêneke, tim li ser heman awa û azînê bimeşe, ew gel têk diçe, ti carî nabe xwe û xwediyê xwe.

Gava em li dîrokê dinêrin dibînin ku ew girêka kor di dema Medan de jî heye. Heredot, Medan wek konfederasyoneke eşîran bi nav dike û navê van eşîr, êl û êlatan wiha dide: Buser, Paretakener, Struchaten, Arizanter, Budier und Mager. Lê dema behsa Persan, Skitan, Lîdya, Assur û yên din dike, behsa serkerî, hêzekê û keyseriyekê dike. Med cara yekem ji ber vê parçebûna eşîrî li hember Skitan têk diçin. Di dawiyê de jî hin eşîrên Medan dibin alîgirên Persan, ev împaratoriya sedan salan ji dîrokê wenda dibe. Ango sedema bingehîn ev parçebûna eşîrî ye.

Di sedsala 16. de dema nakokiyên di navbera Yavuzê Osmanî û Şah Îsmaîlê Persan de jî ev nexweşiya eşîrî derdikeve pêş. Yazdeh serokeşîr xwe davêjin bextê Şah Îsmaîl (tên darvekirin) û beşek ji wan jî di rêveberiya Şêx Îdrîsî Bedlîsî de bi Yavuz re peymanekê îmza dikin û têk diçin.

Gava mirov ji serhildana Şêx Ubeydulah digire, ji ser Simko re tê digîhîje Şêx Mehmud Berzencî û Dêrsimê, dibîne ku wê girêka kor û bêbextiya eşîrî di têkçûna van serhildanan de jî bi rola herî bingehîn rabûne. Lê bi kurahî li ser vê girêka kor nehatiye rawestandin, ev girêka kor hetanî vê roja me hatiye.

Mînak; li Bakur hin eşîr hene, ji destpêka avakirina Komara Tirk û vir ve bi serkeriya Tirk, partiyên Tirk re ne. Ji heştêyî û vir ve jî hin eşîr wek cerdevan ketine xizmeta dagirkerên Tirk. Heta dewleta Tirk dem bi dem civînên serekên eşîran pêk anîn, ew di televizyonan de dan axaftinê. Wan hewl da ku bi alîkariya wan pêşî li Tevgera Azadiyê bigirin. Ango ew girêka kor ya dema Medan îro jî bi heman rola zîşt û nerênî radibe. 

Di nava gelên wek eşîr organîzebûyî de têkiliyên netewî gelek melûl in, hest û berjewendiyên teng yên eşîrî li pêş her tiştî ne. Ew tim di nava hewldanên serdestkirina eşîra xwe de ne. Dagirker jî vî aliyê melûl ji bo berjewendiyên xwe pirr baş bi kar tînin. Niha li ser înternet, xwerû facebooke jî bi navê eşîran malper hatine vekirin. Ev tê wê wateyê, dagirker dixwazin di nava jiyana modern de jî van têkiliyên nerênî zindî bigirin.

Vê karektera civakî siyasî xwe berdaye ser siyasetê jî. Li Bakur kom û komikên salên heftêyî, dema hatin ber têkçûnê, li şûna ku egerên têkçûnên xwe lêbikolin, bi awayekî hê nûjentir xwe organîze bikin, ji bo çend kesên li dorxwemayî biparêzin, li aliyekî bi têgihîştina eşîriya ew ji nav dihatin, yên derdora xwe fanatîze kirin, li aliyê din bi dagirkeran re ketin nava têkiliyên di rengê xiyanetê de. Hemû têkilî, nêzîkatî, dostanî, hevkariyên xwe, hêviya xwe ya bi Barzanî re jî li ser vê bingehê dijminahiyê dane rûniştandin. Heta wisa ketine, êdî di her warî de wek trolên RTE-Tirk tevdigerin.

Li Başûr jî ev helwêsta ji parçebûna eşîrî tê di warê siyasetê de jî serdest e. Hima bigire, hemû partiyên Başûr li ser vê bingehê ava bûne. Her çendî peyva Barzan navê heremekê jî be, bûye navê konfederasyoneke eşîran. PDK li ser bingehê çend eşîr û konfederasyona eşîrên bi vî rengî rûniştiye. Her wisa YNK jî. Ev awa birêkxistin li parçeyên din jî xuya dike.

PDK ji ber vê karektera ji têgihîştina eşîrî tê, wan 26 salên desthilatdariyê ji bo malbatî û têkiliyên eşîrî heba kir. Têkiliyên di bin navê dîplomasiyê de jî li ser bingeha vê têgihîştina eşîrî bû. Di cihana eşîrên Kurd de têkiliyên bi serkarên Tirk, Faris û Ereb-Îslamî re wek têkiliyên herî rast in. Bi wan baweriya xwe tînin û bi fermanên wan tevdigerin.

Divê êdî ev birîna ku qafik li ser qafik girtî bi destê cerahiyeke zanistî were jêkirin, her cihê ku bêhna wê jê tê were kewakirin, li ser têgîhîştineke nûjen û zanistî were tevgerandin. Tevgera Azadî ango xeta PKK´ê xwedanê vê têgihîştina nûjen e, divê ya ev yan jî tevgereke di paralêla vê nûjeniyê de li Başûr were birêkxistin. Ku ev nebe, wê li başûr ji ber kêşeya eşîrî ev birîn her û her der be.

Bêguman em tenê li cihanê najîn, divê têkiliyê me bi cihanê, yan jî hêzên cihanî re hebin. Lê divê baweriya me tenê bi me, gelê me hebe, lewra her hêz û dewlet li gor berjewendî û projeyên xwe nêzîkê me dibin.

Yazarın diğer yazıları