Çefîsorê simbêl qeytan

ARGEŞ KEHNÎHEJÎRÎ

Kurdîjenekî simbêl qeytan ê li hestên xwe çefiyeke sor pêçayî ku ferzên dagirkeran li ber şeka helbesteke modern tûşî têkçûnekê kir, li hember mêhtingeran awaza çok venedayî yên wêrek e, Arjen Arî. Pêr me 5’emîn salvegera koçkarina Arî li pey xwe hişt.  Sala 2012’an li welatekî bi penceşêrê ketî, xatir xwest di nav lepên penşêrê de. Beriya xwe noqî nav axa jê êş kişandî bike, milkek hest li pirtûkxaneya Kurdayetiyê zêde kir. Şêrgeleyê şîrê şêr di eyarê şêr de meyandî mixabin îsal di gora xwe de bitênê ma û ti bibîranîn li ser gora wî nehatin kirin. Mirad û inyada Arî her bibîrxistin bû lewma di gotareke xwe de gotibû: ‘’Min xwest ez her tim bi ‘bîr’ bim, bi bîr bînim,  xîtabî ‘bîrê’ bikim’’ Emê hewl bidin vê xwesteka Arî bi vê nivîsê bi cih bînin.

Emrekî mişt êşa Kurdayetiyê

Arjen Arî 1956´an li Gundê Çalê ku ser bi Nisêbînê ve ye hatiye dinê. Di 4-5 saliya xwe de koçî Nisêbînê dikin ji ber ku bavê wî bi kuştina leşkerekî tê tewanbarkirin. Arî dibistana seretayî li Nisêbînê, ya navendî li Merdînê kuta dike. Beriya lîseyê biqedîne bi şêweyê klasîk dest bi helbest nivîsandinê dike. Arjen Arî, sêwiyê 11 saliya xwe ye. Beriya biçe Înstîtuyê, li Nisêbînê wek teknîsyenê avahiyan li cihê Karên avê yên dewletê dixebite. Piştre berê xwe dide Înstîtuyê û berî ku mamostetiyê biqedîne bi du mehan dest ji vê xwedina xwe ber dide, careke din li heman karî vedigere. Piştî li kar vegerîna xwe, bi fermana qeymaqam li lîseyê dersên edebiyatê dide. Beriya 12’ê Îlonê ji xwendekarên xwe re dest bi xwendina helbestên Cegerxwîn dike ku bi vê yekê di nav xwendekaran de dibe yekî hezkirî.

Xezeba dewleta Tirk û ristên pêşî

Arî sala 1976’an li Nisêbînê ji ber belavkirina belavovekê tê girtin. Wê demê polîs dest dideynin ser helbestên wî yên bi Tirkî û Kurdî. Bi qasî hefteyekê di hepsê de dimîne. Piştre tê berdan, lê ristên wî dîl dimînin û hîn jî zen ew e ku li mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne.

Her çendî yekemîn lûsa helbestên wî kovara Tîrêjê bê zanîn jî, ya rast ew e ku yekemîn helbesta wî ya ewil di belavokekê de ku li herêma Mêrdînê hatiye belavkirin, weşiyaye.

Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê

Xewa sibê bela kirin, avêtin nav tirs û xwînê.

Tewrik tewrik teweriko

Li gorî di gelek metnan de jî tê gotin ku beriya 12’ê Îlonê helbestên wî ji bo hêrsa li ser devê tevrikan û borîna zemên li nav erdan, ji paleyan re dibûn awaz. Nexasim tevriko li nav erdan êdî bûye weke rêûresmeke paletiyê.

Tewrik tewrik tewriko, tevriko

Ber tayê pembû xweş biko, tevriko

Roja me jî hindiko, tevriko

Maldar bi qurbana mi ko, tevriko

Tevrik, tevrik tevriko, tevriko

Çîroka 13 şev û 13 rojan

Salên 80’yî li Nisêbînê bekçiyek tê kuştin, polîsek jî tê birîndarkirin. Li ser vê yekê Arjen Arî tê girtin. Ew 27 rojan li tûgaya Mêrdînê dîl dimîne. Piştî 12’ê Îlonê jî tê girtin û rastî êşkenceyeke giran tê. Bi gotina wî, di nava 13 rojan de ‘Malik li min xera kirin’. Di febrîkeyeke pembo de şêweyê êşkenceya ‘Daliqandina Filîstînê’ dinase. Vê serboriya tal bi navê Çîroka 13 şev û 13 rojan sala 1992’yî di hejmara 2’yemîn a Kovara Nûdemê de diweşîne.

Di binê lingan de êşa behran

Di binê lingan de

Agirê hêtûnan…

Janê 

Dida kezebê

Diqiçqiçî

Piştî vê êşkenceya ku li ser laşê wî rêça xwe hiştî 6-7 mehan nikare pêl lingê xwe bike. Bi destbivirekî li binê piyê wî xistibûn. Sala 2010’an piştî ewqas salan, Arjen Arî digot, “Ev qas sal jî bihorînê rehtbûna çengê min hê ji wê demê ve ne.”

Tu ji kîjan dara xayîn

Ji kîjan çiyayî

Tu gihîşt vir

Kîjan êzingkerê ehmeq

Tu kire destîbivir

Û tu ketî wan destan?

 

Nivîskariya zimanekî qedexekirî

Her wekî gelek xemxurên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê Arî jî pêşî bi Tirkî dest binivîsê dike. Lê piştre barê Kurdî digire ser milê xwe û peyvan li ser peyvan dijene. Helbesteke Arjenî diafirîne ku xwedî nasnemyeke diyar, hişmendiyeke xweragir û mişt mêrxasî ye. Arî rewşa nasîna xwe gava hay ji Kurdî dibe, di civateke li ber bircên Amedê wiha vedibêje: “Min bi xwe bi hişmendiyeke zor zane, bi mêjiyekî berfireh dest bi zimanê Kurdî nekir. Wekî ku gelek kesên li Bakur ku di destpêkê de bi Tirkî dest pê dikin, mixabin min jî bi Tirkî dest pê kir. Lê paşê ez lê warqilîm ku bê henek zimanê min zimanekî qedexekirî ye, divê ez ne bi zimanê desthilatdaran, ne bi ziamanê ku bûye singo û li zikê qewmê min ketiye, biaxivim. Ji bo min nivîskariya Kurdî xemxurî ye di roja roj de. Yanî xwedî derketina li welatekî, zimanekî û qewmekî ye.”

li ser rêya nemirtiyê rêwî ne em

li hêviya roja dawî bengî ne em

ne mitrib in ne jî çengî; li dû Xanî

sefarê sifrê sor zarê Cizîrî ne em

Hevîrê bi Kurdî tirş bûyî

Peyvên ku Arî ji bo hevîrê helbesta xwe bi kar anîne, ji nava civaka Kurd in. Xwerû, zelal, rewan, xwedî serborî û di nava jiyana rojane de ne. Peyveke wî pêşmalkek e li ber paleyeke matotê, ji tinebûnê xela ye, sifreyek e li ber xezeba dinê, herî zêde jî hêviya li sertara çiyayan e. Bi hêmayên xwe pişt daye şerê qewmê xwe bi vegotineke bi rêk û pêk bi bîr xistiye carinan şerê şêran, carinan êşa dilan. Erdên beyar dane ber xwe, tov rijandine bi navê hêviyê.

Xela be, cela be, aşût be şapat be

Cêzên qûtê jiyê li nik min lod lod in

Xelkê bizirê zexeliyê difirotin

Vekirime sikrên Dîcle û Firat

Sebîl, belaş diherikin mirovatiyê

Di siharên min de hilatine newroz

Tovreşîn im, tovê jiyanê direşînim

Di xetên Simmeran de têm, diçînim azadiyê

Alîgirê herî kifş ê Tevgera Azadiyê

Gava mirov bala xwe dide helbesta Arî, rastî serboriyên civakeke têkoşer, biêş û bindest lê xwedî çiyayên tije şêrgele tê. Arjen Arî yek ji alîgirên herî kifş ê Tevgera Azadiya Kurd e ku carinan bi ristên xwe carinan bi xêra çend gotinên li sohbetekê, diyar dikir. Arî gelek caran hate girtin lê qet ne ji bo helbestvaniyê, her ji ber doza PKK’ê hate girtin. Ew bi xwe jî dibêje; “Min xwestiye bibim şair. Lê ez ti carî wekî şairekî nehatime girtin. Çend caran ez hatibim girtin, ez ji ber doza PKK’ê hatime girtin.”

Di qada şer de pişta me 

negihişt erdê.  

Te şahid bivê, va Herekol. 

Miradkar, bi bext û ol 

Va Cûdî 

Û va ye ev ax! 


Kîj wextî bêleheng ma? 

Kî gavê bêkêr? 

Ev axa bi xêr û bêr 

Ji bakur ve serejêr 

Gebar, 

Sîmal, 

Bêxêr… 

Her yek Şêrko 

Ango, 

Yek yek Êzdînşêr. 

Bi gilî û gazin vegotina êşa gel

Arî siwariyê hespekî rewan bû. Deşt, newal, gelî û çiyayên Kurdistanê bi çar gavan dida ber xwe. Lê çavdêrekî xurt ku li her hurgiliya bi êş a civaka Kurd raçavî dikir. Lewre şûnmayiyê mindalekî koçer bû, pelek çiloyê hişk û hola li bestên Kurdistanê, êşa Eleqemşê, dayîkeke li ber deriyê hepsê…

di Mezelê Hecacan de radize xwişka min

xwişka min Melka min terheke rexdik

gorristan li gorristanan zêde bûn, em li bajaran

û xwişk yek bi yek …bûn qehpik!

Heyf û liberketina Birakujiyê

Hestên Arî bêsînor in bêhna çar parçeyên Kurdistanê ji wan tê. Li Rojhilat ala gelan, cihê pilingan, keleha mêran Şîmal lo Şîmal, birq û birûskê tava pêşmerge… Lê ji bo birayan li ser kuştina hev jî xwedî gotin bû. Kuştina dijminê bav û kalan qebûl kiribû lê ma Birakujî?

Hoo biraaa!

vê xwînê qene 

tu nerijîne, heyra!

Çîrokbêjiyeke cihê

Ji bilî helbestvaniya xwe Arjen Arî, keysa xwe li çîroknûsiyê jî anî, li pirtûkxaneya Kurdî bi navê ‘Bîhoka li pişt sînor’ pirtûkeke çîrokan kire milk. Çîrokbêjiya Arî rengekî helbestî dihewîne ku her hostatiya hestê bi kar aniye. Bi xwendina Helîm Yûsiv li çîroka xwe hirtepiliye. Bi vê yekê re xwe berdaya çavkaniya zarokatiya xwe ku di pêşgotina pirtûka xwe de wiha qala wê dike: “Dîkekî min jî hebû ku sihar bi hilatina spêdeyê re li hewşê dikir qûqû…qûûû, û pîreke min, ku her êvar ji serboriya xwe ya têr karesat qetek jê bi çîrokî vedigot!


Ev Çiya Rûspî Ne


Di qada şer de pişta me 

negihişt erdê.  

Te şahid bivê, va Herekol. 

Miradkar, bi bext û ol 

Va Cûdî 

Û va ye ev ax! 

Kîj wextî bêleheng ma? 

Kî gavê bêkêr? 

Ev axa bi xêr û bêr 

Ji bakur ve serejêr 

Gebar, 

Sîmal, 

Bêxêr… 

Her yek Şêrko 

Ango, 

Yek yek Êzdînşêr. 


Li piştekê bigerî, va ne: 

Ev Nemrûd e 

Ev Agirî ye 

Ev Sîpan e. 

Kîjan e nerûspî 

Heyran 

Bêrûmet kî ji van e? 

Ronakê lêda çûrisî 

Kirasê l’bejnê qerisî, 

qelemsiltan e. 

Enîmêr e û Dêrsimî, 

Ev çiya Tûjik e, heyran! 

Heyran, 

Ev çiya destbirakê Sîpan e. 

Ku di bin berfê de mane. 

Ba hûû dike, 

Mûnzir pûç î pûç dike, 

Zivistan e! 


Bi pilingê pêşî re şîyar dibin. 

Têhn vedide l’lûlan ji teqînê. 

Stran dikevin pêlên xuşînê, 

Şer dîne, şervan dîne 

Çarmêrkî rûniştî di bin 

berfê de 

Ev çiya rûspî ne, heyran! 

Me, lome nekir ji wan. 

Na na, û ne ji yekî! 

Navê lawê xwe kiribe Sîpan,  

Kurdekî, 

Me lîland, 

Loma, bi Sîpan in stranên me 

Ka bistrê, heyran! 


ARJEN ARÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found