Cejn û cema Ameşa Sipenta “Xizir”

Ez ê nivîsên li ser kelehan bidomînim. Bes divê carnan jî li ser hin anane, yan jî baweriyên ku di çanda gelê me de rûniştîne jî, were nivîsandin. Ji van baweriyên ku di çanda gelê me de ciheke girîng digirin yek jî baweriya bi navê “Xidir Nebî, Xidir Elyas û Xizir” (Ameşa Sipenta) e. Ev baweriyeke pir kevn e û di nava gelê me de baweriyeke heri pîroz e.

Destpêka meha sibatê yan jî reşemeha rûtirş bêdera berfê ye, her der çîl spî, kirase mirinê li xwe dipêçe, alifê dewar û pez kêm dibe, xurek û pediviyên mirovan jî her wisa. Hêvî li ber têkçûnê ye, tenê li benda hêzeke giyanî ye, lema li kulîn û kadînan jî find vêdixin. Devê zexireyên xwe, kadîn û qûtê ajalan vekirî dihêlin ku siya Xizir bide ser û bereketa Xizir têkeve nava rizqên wan. Da ku ew wan bigîhîne biharê.

Gelê me yê Êzdî û Ra Heq (Ehlî Heq /Yaresan) her sal di navbera hefteya yekem û ya duyem ya sibatê de sê rojan rojî digirin û piştî sê rojan genim (carna tû jî dikin nav) di sêlê de diqewirînin, wê dihêrin û cacrûnek jê çê dikin. Kurdên Êzdî ji vê xwarinê re “Poxîn” û Kurdên Ra Heq (tirkî Elewî) ên li Dêrsim û deverê din jî ji vê xwarinê re “Qawit” dibêjin. Li gel wê di xaniyan de mûmên ji şimaya hingiv yan jî ji donê qurbanê hatiye hûnandin, vêdixin. Xwarina qawitê datînin, bi dîrozan parî bi parî dixwin. Kurdên Ra Heq roja dawiyê Cema Xizir digerînin. Kurdên Êzdî jî vê rojê wek cejneke taybet pîroz dikin.

Kurdên Êzdî di vê rojê de navên “Xidir Nebî û Xidir Elyas” bi kar tînin. Li ba Ra Heq tenê peyva “Xizir” tê bikaranîn. Tişta herî giring jî li ba baweriyên Kurdistanî Xizir tim di nava cil û bergên spî de li hespekî şînboz siwar e. Ev peyv yan jî rengê “şînboz” di dema serweriya Ûrartuyan de jî hatiye bikaranîn. Mînak devera dîrokî “Aspaşîn” (asp = hesp) ya di nava xaka Payizavayê /Wan de hê jî bi wî navê dema Urartuyan tê bilêvkirin. Di dema serweriya Medan de jî hespê şîn /şînboz naveke pîroz û tim hevrêyê pîroziyan e.

Ev cejn û cema Xizir di dema Medan de li dor Mehrgedehan (Mala Rojê /Heyvê) dihat pîrozkirin û gerandin. Ev peyva Mehrgedeh hê niha jî li ba Êzdiyên Torê û Çêlkan di bin navê “Mîrgeh” de tê bikaranin, dibe ku ev nav ji baweriya Mîthrahî Mehrgedehê mabe.

Dîroka; ev baweriya ji kengê ve di nava gelê me de tê pîrozkirin û rojiya wê tê girtin, baş nayê zanîn. Bes em dizanin ku ev bawerî ji baweriyên Samiyan yên mîna Musevî, Îsevî û Îslamîyetê pir pir kevntir e. Wek mînak di dema Mîtaniyan xwerû Key Şûttarna I de û her wiha di nava Babîlonan de mirov rastê baweriyeke bi vî rengî tê. Heta di Babîlan de bi navê “Nabo” xwedawendekî heye û peristgehên taybetî ji bo wî hatine avakirin. Her wiha di dema Urartuyan de ji bo xweda “Xaldî”, di dema Medan û Zerdeştiya kevn de jî, bi navê Cem û pîrozbahiya Ameşa Spenta ev roj hatiye pîrozkirin. Jiwê divê em hinek rûpelên dîrokê wergerînin.

Çavkaniya herî kevn destana Gilgamêş e. Di destana Gilgamêş de Gilgamêş piştî mirina Enkudu li çareya mirinê digere. Li ser saloxdanên zanyar û bîrawerên demê, ew ji bo vê diçe ba “Uta-Na -Pîştîm.” Uta Na Pîştîm yekem mirov e ku gihîştiye bêmiriniyê. Ew di Tewratê de wek nebî Nuh hatiye pênasekirin. Lê Nûh miriye, Uta Na Pîştîm bêmirin e. Fikra yekem ev e; “dibe ku Xizir ji wir ango ji wê bêmiriniyê hatibe!” Ji bo ku Gilgamêş bikane xwe bigîhîne “Uta Na Pîştîm” diçe li benderekê, li wir keştîvanekî nav “Urşanabî” dibîne, tenê Urşanabî yê bêmirin dikane biçe ba “Uta Na Pîştîm.” Ew wî bi keştiya xwe dibe ba Uta Na Pîştim. Peyva “Urşanabî /bo” bi nivîsên mixî wiha tê nivîsandin “Ur – şa – Nabî” Em dibînin ku peyva “Nabî /Nabo” ya di Xidir/ Xizir Nebî de derbas dibe, cara yekem di wê nivîsê de tê dîtin. Her wiha baweriya yek li ser deryayê yek jî li bejahiyê dibin alîkarê mirovan jî heye. Ev navê “Xidir Nebî û Xidir Elyas” li ser vê bingehî tê bikaranîn.

Peyva Nebî/Nabo li ba Babîlonan rengê xwedawendê mezin digire û wek “Nabo” tê bikaranîn. Ji bo wî Parastgeheke mezin tê lêkirin û di hundir de Faravahara ji Mîtaniyan hatiye wergirtin wek remza baweriya xwedawend “Nabo” tê hilbijartin. Di nava çembera wê Faravaharê de jî Roja ku li ba Somar û Mîtaniyan pîroz e, heye.

Kurt û kurmancî baweriyeke gelek kevn e, xwerû jî li sêkoşa Mezopotamya, derya Kaspînê û Anatolya ango navend Kurdistan wek baweriyeke bingehîn rûniştiye. Bi hezaran salan e, bê guhertin hatiye gihîştiye vê roja me. Xizir /Ameşa Sipenta di nava gelê me yê Ra Heq (Elewi) de baweriya herî bingehîne. Ew sond e, hêvî ye, dostê roja teng e, giyana hevrêyîya ber bi warê “AŞA” ve ye. Rojî, cem û cejna Ameşa Sipenta (Xizir) li gelê me pîroz be.

Yazarın diğer yazıları