Cejna agir û rojê

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan NAV-YÊK’ê bi rasthatina Cejna Êzî peyameke pîrozbahiyê weşand. NAV-YÊK’ê bi navê tevahî saziyên xwe Cejna Êzî û hemû cejnên derbasbûyî li civaka Êzîdî, gelê Kurdistanê, gelê Rojhilata Navîn, li tevahiya mirovahiyê û li Rêberê Gelê Kurd pîroz kir.

NAV-YÊK’ê got, “Weke tê dizanîn hêzên xêrnexwaz ên tarî bi armanca tinekirina civaka Êzdayî, di nav hewldanên qirrkirina fîzîkî û çandî de ne. Civaka Êzdî ku bermahiya 73 fermanan e, hîna birînên xwe yê ji fermana dawî nepêçane. Gelek sazî û dezgehên xwe ava kirine û bi hêza xwe ya xweser bi sedan keç û jinên Êzîdî ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.”

Beşdarî pîrozbahiyan bibin

NAV-YÊK´ê di dawî de banga “bi giyanê berxwedana li zindanên Bakurê Kurdistanê, bi lehengên berxwedana serdemê ya Efrînê, li Rojava, li Şengalê û li hemû qadên têkoşînê” beşdarî pîrozbahiyên Cejna Êzî bibin.

Divê vegerin ser axa xwe

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî, Cejna Êzî li Civaka Êzîdî û tevayî mirovahiyê pîroz kir û got, “Beriya bi sê salan bi berxwedaneke mezin, Şengal hate azadkirin. Ew êşa mezin ya Fermana 73’yan hinek be jî hate kêmkirin. Lê mixabin koçberên Şêngalê heta niha jî, bi temamî venegerîne ser axa xwe û weke tê xwestin Şengal nehatîye avakirin. Pêwîst e, mirov bi awayekî taybet û hesas bi rewşa Şêngalê dakeve. Parastin û avakirina Şêngalê wezîfeya hemî hêzên Kurdistanî ye.

Yekîtî û xwebûn gelek girîng e

Dîwana Hevseroka KCDK-E’yê jî Cejna Êzî li gelê  Kurd û civaka Êzîdî pîroz kir: “Bi wesîleya Cejnê ji bo avakirina Êzîdxanê divê her kes bêhtir bixebite, kêmasiyên li pêşiya yekîtiyê rake, di serî de gelê me yê li Şengalê, divê em xwedî li gelê xwe yê Rojava û Bakur derkevin. Di van rojan de ku faşîzma AKP-MHP’ê dagirkirina Rojava û Şengalê armanc dike, Cejna Êzî gelek girîng e. Lewma di berbanga cejneke wiha girîng de li hemberî êrişan parastina yekîtî û xwebûnê gelek girîng e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found