Cejna Ezda û cejna Yelda

Cejn bi giranî rojên ji tengasî, ji kareset, ji rojên bêhêvîtiyê rizgarbûn, destpêka jiyan û hêvîyên nû vedinivîsîne. Ji wê di nava her gelî de cejnên cûda yên bawerî û rizgariyê hene. Hin cejn jî wekî Cejna Êzda/Êzê, Şeva Yelda, Noel, Newroz cejnên dîrokî, cejnên sipasdarî û ji tengasiyê derketina serfiraziyê sembolîze dikin. Gelên xwedanê van cejnan bi dil, giyan, bi baweriyeke xwedayî van cejnan pîroz dikin. Bê guman îdeolojî û baweriya dagirkeriyê jî hewl dide ku van cejnên gelan bidin jibirkirin û bi kotekê ji holê bidin rakirinê, eger nekanin ji xwe re dikin mal.

Îsal ji bo gelê Kurd di her warî de saleke taybet e. Hem di warê siyasî û dîrokî û hem jî di warê cejnan de. Du cejnên wateyên xwe yên destpêkê ji çavkaniyên dîroka me girtine, du cejnên dîrokî yên têkiliya xwe bi gera gerdûnê, bi tevgera rojê û têgîşhîtina mirovahî ya yekem re hene, du cejnên ji bîrewariya bav û kalên me gihîştine vê roja me, du cejnên dagirkeran bi dehan salan bi hemû hêza xwe ve hewldane ku bi me bidin jibîrkirin, îsal rastê heman rojê tên. Yanê rastê îroj 20 e meha kanunê bi 21 kanûnê ve girêdide. Yek Cejna Êzda/Êzî û yek jî Şeva Yelda. Du cejnên êdî bi navnetewî jî tên nasîn.

Li gor baweriya gelê me yê Yaresan ev herdu cejn cejnên destpêka baweriya bi “kun vekun” (teqîn û belavbûnê), bi naveke din “kunar, vekunar” e têkildar in. Yanê ew girêk yan jî ew giloka durreyî ya rastiya gerdûnê di xwe de hewandiye, bi carê ve teqyaye, ji tirîj û parçeyên wê gerdûna bê ser û bin afiriye. Alman ji vê diyardeyê re dibêjin “Ur-knal” Nebe ev “Ur” a Alman ji xaka me hatibe û di zimanê Alamana da rûniştibe! Wek mînak: Uruk, Urartu, Urfa, Urmiye, Urt (Xwedê urtê te biqelîne) Urd (wird = war û wirdê me) Ma mirov nikane bibêje “Urkunar?”  Gelek zanyar jî bawer dikin ku ev gerdûn bi teqînekê pêkhatiye. Ji ber vê rastiyê em bê guman dikanin bêjin ku bav û kalên me bingehê rastiyê danîne.

Ji ber ku mêweya hinarê bi avahiya xwe dişibe wê pêkhateya durreyî, ew wek remza vê rojê hatiye hilbijartin. Dema hinar biteqe, ew hebên wê yên bêhêjmar li hawîrdor belav bibe, ango yekitiyeke bi hezaran yekan pêk tê. Wek gotina “Hezar yek e, yek hezar e, bes mirov fêm bike ew hinar e!” Her wisa şutî yan jî zebeşa keskbelek jî semboleke vê şevê ye, lewre ew hem gilover û hem jî rengê qafikê wê di taritî û belekiya gerdûnê û hundirê wê jî di rengê agir de ye, her wiha bê hêjmar hebên wê jî hene.

Gelê me yê Êzdayî dibêjin: Xwedê di nava meha Kanûnê de ev cihan rip û rût ji agir afirandiye. Ango “Kunar vekunar !” Cejna Êzî/Êzda sipasiya ji bo vê afirandinê ye. Li gor baweriya Mithrahiya Medya û Mardûkê Babîlonan jî ev Cejna Êzda rastê piştê nîvê meha Kanûnê (berfembarê) dihat. Noela (Weihnachten) vejîna xiristiyanan jî bi vê rojê re têkildar e. Ti têkiliya wê bi rojbûna Îsa re tine. Zanyar û lêkolînerên xiristiyanan jî vê rastiyê erê dikin. Kurt û Kurmancî Noel jî wekî baweriya gelê Arî û Babîlonan têkiliya xwe bi dagera rojê re heye.

Cejna Yelda û Êzda berê bi civakî û rîtûalên taybet li dor parastgehên Mehrgedehan (Mala rojê) dihat pîrozkirin. Hê jî Êzdiyên Çêlkan û Torê peyva “mîrgeh” (mehrgedeh) ji bo parastgehê xwe bi kar tînin. Divîbû Ehlî Heq, yanê Yaresanên ji bandora serkarên Tirkan ji xwe re Elewî dibêjin jî di cihê Mala Cemê (Cem evî) de peyva Mîrgeh /Mehrgedeh bikaranîba.

Ev roj bi formên cuda jî be di nava Kurdên bi baweriya îslamê de jî heye û di bin navên wek; Qirdik, Kalo – Pîrê, Bûka baranê, Kosegelî. Ev berê li gundan bi xeml û dilşahiyeke xwedayî û perestinî dihat pirozkirin. Di salên çil, pêncî û şêstî de li hin deverên Serhedê “Hêştira Sersalê” jî çêdikirin. Lê mixabin bişaftina îslamî û dagirkeriya Tirk, li gel gelek kevneşopiyên me yên dîrokî ev jî bi me dane jibîrkirin. Bes di van salên dawiyê de bawermendên Ehlî Heq ên ji dora Gimgimê, li Stenbol, Izmît, Îzmîrê û.. di hin taxên Kurd lê serdest in de cardin zindî kirine.

Şeva Yelda mîtolojîke pir kevnar e. Pîrozbahiya wê 4000 sal berê Mîladê destpêkiriye. Gelê Arî berê bawer dikirin ku Xwedayê roj û evînê Mithra ji evîna heyva ronahiya xwe ji rojê hildide û rojê afiriye. Ev jî roja meha dey (mijdar) diqede û Çile ya yekem (Kanûna) dest pê dike, ango di yekê Çile de tê dunê. Heta nav jî li vê rojê kirine û jê re roja “Hurrem” gotine.

Tevgera rojê bala hemû mirovahiyê kişandiye. Ji Kurdistanê bigire hetanê diçe digihîje Amêriqa Latînî û Japonyayê baweriyên bi rojê di nava civakan de pelvedaye. Di baweriya Imparatoriya Romayîyan de jî pîrozbahîya Satûrnalî heye. Ev jî têkiliya xwe rasterast bi tevgera rojê re heye.

Gava mirov rûpelên dîrokê ya mîtolojî û baweriyan werdigerîne dibîne ku, baweriyên gelan di bingehê xwe de ji hev ne dûr in. Bes baweriyên Semîtan ev rastiyên xwezayî ser û bin kiriye.

Yazarın diğer yazıları