Cejna pîroz yan bi hesab?

Tu bi kê re diaxivî dibêje ‘Eyd wek berê nîne, êdî rojên berê çûn’, ev gotin wek tîrekê li dilê mirov dikeve. Mirov bi carekê xwe ji her kesî her tiştî û her serdemekê xerîb hîs dike. Mirov ji xwe re dibêje ‘Xweziya qet min ev gotin nebihîsta’ mirovahî ber bi ku ve diçe gelo di vê serdema tarî de. Cejna Qurbanê, ji navê wê diyar e ku rojeke pîroz e. Lê mixabin mirov xwezayê û heyvanan wer wêran dikin ku tişteke bi navê cejn û pîrozbahiyê namîne. Berê xelkê ji bo kêfxweşî û ji bo peywendiyên civakî xurttir bibe, eyd pîroz dikir. Zarok ji bo ku bi cilên xweşik li xwe bikin û li malan bigerin, serê sibê zû diçûn şekiran. Niha her kes hesabê wê dike ez biçim mala kê û neçim mala kê. Ger ewqas kesan ji bo mêhvaniyê vexwînim, pêwîst e ewqas pere bidim û … di rastiyê de hesabekî pir mezin li holê ye. Zarok jî êdî wek berê nînin, ew jî hesab dikin, em biçim mala cîranan, gelo wê şekiran bidine me yan na. Li cihekî dema hesab li pêşiya cejn û nirxên pîroz ên civakê ket, wê demê wateya wan namîne. Mixabin pere û tiştên madî ji manewiyatan zêdetir jiyan û peywendiyên civakî diyar dikin. Ev yek ji sedemên bê watebûna rojên pîroz e ku ji cewherê xwe yê esasî derdikeve. 

Mijareke din jî mirovan gelekî dêşîne, serjêkirina bê hed û hesab a sewalan. Îro roja çendê ya Eydê  ye, dema mirov diçe derve hê jî keriyên pezan li ber tava germ a havînê li benda kirîn û serjêkirinê ne. Li benda mirinê ne ji bo ku bimirin û mirov şahiyê bikin, kêfê û cejnê bikin. Li ser cadeyan gola xwînê diherike, ji cejnê zêdetir mirov dikeve dema kêliyên şer û nexweşiyan. Dîtina dîmenên wehşetê yên serjêkirina bê hed û hesab a sewalan gelo bandoreke çawa li ser civak û bi taybet li ser zarokan dike. Em qet bi vê yekê hesiyane gelo. Jixwe li Rojhilata Navîn her roj kuştin, komkujî û serjêkirin heye, îja wê demê ti ferqa di navbera cejn û şeran de namîne. Ferqa di navbera xêr û şer de jî namîne û tekoşîna xêrê ji bo şer jî bê wate dibe, tekoşîna azadiyê ji bo koletiyê jî bê wate dibe. Tekoşîna ku mirov û xweza bi hevre ji bo azadî û jiyaneke azad dikin, bi normalkirina pîvanên azadiyê asta wê dadikeve û rengekî din bi xwe digire. Rengekî lîberal ku îro pergala sermayedarî aniye serê mirovahiyê. Êşê bi te dide kişandin lê ew êş çiqas zirav be ewqasî kûr e û mirov pê nahese. Ji bo wê gotina ti tişt wek berê nîne, ji mirovan re normal tê. 

Li Başûrê Kurdistanê jî ev çend roj in ku xelk diçin serdana hev û cejna hevdu pîroz dikin. Lê tenê diçin serdana hev û ewqas. Başûrê Kurdistanê yek ji wan herêman e ku tê de peywendiyên civakî û malbatî gelekî xurt in, lê di vê cejnê de qet rûyê xelkê nakene û peywendî sar bûne. Tu diçî ku behsa pirsgirêkên aborî, çûyîna kur yan jî malbatên xwe ji bo derveyî welat, nebûna avê, elektirîkê, gazê û xulase sohbetên cejnê hemû krîz û şer e. Di nav nemana hêviyê de xelk cejna xwe pîroz dike. Dayîkek wê rojê digot: ‘Keça min kurê min çûye xerîbiyê, êdî dilê min nayê wek berê serê sibê zû rabim û xwarina eydê çêkim.’ Di rojên cejnê de çavê bêhêvî mirovan bi rastiya heyî ya ku civaka me pê re rû bi rû ye, aşîna dike. Hemû cejn li Kurdistanê di awirên dayikan de ku li ser gora zarokên xwe li pêşeroj û welatek azad digerin, tê pîrozkirin û birîndar bûye cejna xelkê. 

Yazarın diğer yazıları