Cejna wan pîroz nebe!

Dîdeban

Pîra Sosê guhên xwe li dengê ahenga li ser dirbê ku her diçû nêzîk dibû bel kiribûn û dixwest jê fahm bike ka ew çi heytehol û gurmînî ye. Qederekê wisa li ber xwe da, lê taliyê nema xwe ragirt û pirsî: Xwedê hebînî ev çi deng e? Jinên li derdor yên xerîkê karê navmalî ku êdî ji pirsên pîrê aciz bibûn, hindek jî bê vîn û xwestek ew bersivandin.

Pîrê pîrê..Ma tu nizanî îro cejn e, cejna zarokan e!

Pîrê bi meraq li pirsa xwe dewam kir: “Cejna çi keçê? Mane ji eydê re gelek maye!”

Bûkê mîna ku bêje ez cara dawiyê bersiva pîrê bidim û xwe jê rizgar bikim got: “Ev ne ji wan cejnan e pîrê. Ev cejna Tirkan e, Atetirk diyarî zarokan kiriye. Ji ber ku êdî tiştek di bîra te de namîne, te ew jî ji bîr kiriye.”

Pîrê êdî pirs nekir. Serê xwe nizm kir, hûr û kûr li ber xwe nêrî û ket nav mitaleyan. Hizrên wê ew birin dem û diyarên dûr.

Vê gavê li ser çiyayê Misûriyê, li deşta Norşênê dinêriya. Deşta Norşênê zivistanan berf, pûk, mij û moran bû. Ji serê çiyayê Kilxarê ve gava mirov li deştê mêze dikir, mîna deryayeke bê ser û bin xuya dikir. Lê bihar û havînan wek bexçeyê hezar rengî, wek kincê bûkîniyê li ber xwe kiribe dixemilî. Pîrê ku ew dem ne pîr bû, nexasim keçikeke piçûk a mîna karxezalekê bû. Li gel dayîk û jinmaman geh li pey pez, geh li berkevkirina pincaran û geh jî di payîzan de ji bo komkirina dar û qoçikên şewatê li çiyayên derdor ku mîna bazineke kesk hewîrdora deşta Norşênê dorpêçkiribûn geriyabû. Di kîjan alî de li ku çi pincar hene, li ku derê gulik, li ku kereng,karî û xetik hene dizanîbû. Li kîjan alî şikeft û talde hene dizanîbû. Gelek caran di bin baran û birûskê de li hembêza dayîka xwe di şikeft an jî taldeyên sirûştî de di xew re çûbû. 

Di wan ger û geştan ku di eslê xwe de xebata debarî ya malbatê bû de li gel wê Artîn jî hebû. Artînê file di nav zarokan de yê herî jê hez dikir û dixwest tim pê re bilîze bû. Di lîstika veşartokê de her car ew û Artîn bi hev re di bin pej, dar û deviyan de xwe wenda dikirin û pirî caran diya karxezalê bi demdirêjî lê digeriya, gava ew didîtin. Digot: “Wî li min kezîkurê! Bi Xwedê ev keçik wê dawiya dawiyê yan rûyê me reş bike û yan jî bibe bûka filan!..” 

Jiyana ku dihat bîr û hişê wê heta demekê rengrengî û wek xwezaya deşt û çiyayên li dora Norşênê xemilandî û bi zimanên Kurdî û Ermenkî kemilî bû. Di lîstikên navên bajar û gundan de gava wek metelokan digotin: Norşên, Mişaxşên, Pirkaşên, Papşên û gava navên din yên wek: Mişkan, Serêgolê, Serêşivê û Boryan jî lê zêde dikirin, her di bîra wê de derbas dibû ku çima ev nav hinde xweşik in lê ew ji maneyên wan fahm nake.

Rojek hat û dem rawestiya. Xeml û xweşikbûna deşt û çiyayan, kincê bûkîniyê yê li ser serê Norşênê perçe perçe bû. Deşta ku wek gulîstaneke efsanewî ya di pirtûkên pîroz de bû, vegeriya dojeheke spî. Ew sal zivistan ne ji zivistanên berê bû, nemaze sir û seqem wek şûr di cegera mirovan de kon vedidan. 

Gava sibeheke zû bi dengê lingên hespan yên sawdar ve ji xewa şîrîn hişyar bûn. Kom û qefleyên mirovan yên mîna keriyên heywanan li pêş zabitên zebanî dîtin. Di destê wan de qamçî, li vî alî li wî alî li ser serê zarok, jin, kal û pîran li ba dikirin. Qîr û hewarê dikir ku zikê esmanî biqelêşe. Çi gava çavên wê bi Artînê file ketin agir bi kezeba wê ket. Di demeke kin de mal û warên cîranan wêran kirin, xaniyên ku rojek berê jî jê dengê mirovên bextewer û zarokên dilşad dihatin vegeriyan goristanên lal û bêdeng.

Komên mirovan ber bi Mûşê ve ajotin. Di nav berf û pûkê de yên xwas û tazî hîna li nîvî deştê mirin, cesedên wan bû xurekên heywanên dirinde. Yên din li ber goma gundê Nokê kom kirin. Ev gom bi mezinahiya xwe navdar bû. Mirovên ku bi rojan ji gundên çiyan û ji deştê kom kiribûn. Di bin sira bêwijdan de dilerizîn. Zarok êdî nema debar dikirin. Xwe diavêtin ser lingên zabitên Tirk û ji cegerê lava dikirin: “Axa, axa! Qurbana we, ka hûn me kengê dikujin? Em êdî nikarin li ber xwe bidin. Xwedê ji we razî be, me ji vê êşê rizgar bikin. Hema bila qetla me li we helal be!” 

Mirovan li gomê di nav heywanan de kom kirin. Derdora wê bi dar û pejikan rapêçandin. Qazyaxî bi ser de kirin. Hêdî hêdî hundir germ bû, vê gavê zarok mîna ku li ber sobe an jî tifikê bin keyfxweş bûn. Lê agir her çû zêde bû, gurr bû. Gava pê hesiyan ku ev ne sobe û tifik e, êdî dereng bû. Di bin derî re xwîn, donên heywan û mirovan pêkve kelijîn, pijiqîn û mîna lehî herikî.

Pîrê gava ji xewjîna xwe hişyar bû. Torina wê ya piçûk pê re bû.

Hey, pîrka cinan, pîrka cinan!

Lebê pîrê bi gorî! Pîrê em çûn cejnê îro 23’ê Nîsanê ye. Rondikên Pîra Sosinê hûrik hûrik berjêr bûn. Nuqitîn ser destê wê di nav damarên mîna rehên darên heşîn de bûyîn cihuk. 

Torina xwe bi milên xwe yên bêtaqet hembêz kir û got: “Cejna we pîroz be bînahiya pîrê.” Lê cejna wan pîroz û bimbarek nebe, Xwedê!

Yazarın diğer yazıları