Cejna Xidir Ilyas li Şengalê

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Li Êzidxanê piştî 3 rojên rojiyê, Cejna Xidir Ilyas (Xidiliyas) ku yek ji cejnên pîroz ên gelê Êzidî ye û 2 rojan dewam dike, tê pîrozkirin.

Cejna Xidir Ilyas an jî wekî ku di nava Êzîdiyan de tê gotin Cejna Xidiliyas, yek ji cejnên pîroz ên gelê Êzidî ye. Cejn her sal di hefteya duyemîn a Sibatê de li gorî salnameya ne hikûmî li tevahiya Êzîdxanê tê pîrozkirin. Beriya cejnê, roja yekşemê roja paqijiyê ye ku amadekarî ji bo cejnê tên kirin, Duşem, Sêşem û Çarşemê jî rojî tê girtin.

Li gorî baweriya Êzdayetiyê rojî li ser herkesî ferz nîne. Lê kesên ku navên wan Xidir û Ilyas bin, pêwîst e van her sê rojan bi rojî bin û li ser wan ferz e.

Di nava beşekê ji civaka Êzîdiyan, di vê cejnê de serbir nayên serjêkirin. Di roja dawî ya rojiyê de, ango di êvara cejnê de amadekariyên cejnê tên kirin. Di vê çarçoveyê de qelandok tên qelandin û nanê miriyan li cîranan tê belavkirin.

Sivîka Xidiliyas

Ji 7 berhemên salê yên wekî, ceh, genim, nok, kuncî, garis û gulberoj, Sivîka Xidiliyas tê çêkirin. Welatî van dexlan êvara cejnê diqelînin û tevlî hev dikin. Piştî tevlîhevkirinê bi destaran berhemên xwe dihêrin û dikin ard. Di encama hêrandinê de êdî navê berhema ku derdikeve holê dibe Sivîka Xidiliyas.

Beşek ji Sivîka Xidiliyas di êvara cejnê de dixin nav sêniyekê û li ber Xelatên Malê datînin. Sivîka Xidilliyas heta roja cejnê li ber Xelatên Malê dimîne.

Li gorî baweriya Êzîdiyan, êvara cejnê, Xidiliyas diçe serdana malên ku vê cejnê pîroz dikin. Di serdanê de Xidiliyas nîşaneya xwe di Sivîkê de ku li ber Xelatên Malê hatiye danîn, çêdike.

Xelatên Malê

Xelatên Malê, di her maleke Êzîdî de hene û mîna tûrik di nava malê de hatiye daliqandin. Malbat pîroziyên (Tiştên pîroz) xwe di vî tûrikî de diparêzin û jê re dibêjin Xelatên Malê.

Sewikên ji Siviya Xidir Iliyas

Ji bo keç û xortên Êzidî, taybetmendiyek cuda ya vê cejnê heye. Li gorî baweriya Êzîdiyan, keç û xortên nezewicîne êvara cejnê ji Siviya Xidirliyas sewikan çêdikin. Hemû ciwan nebin jî kesên dixwazin, sewikan çêdikin û êvara cejnê beriya razanê dixwin. Sewik pir biçûk û zêde şor tên çêkirin. Her ciwanek 3 sewikan dixwe û radizê. Di nava civaka Êzîdiyan de tê gotin, her ciwanekî/e (keç an jî xort) ku van sewikên şor dixwe û radizê, dema di xewna xwe de dît ku ciwaneke/î din av dide wan, wê demê ew dibin qismetên hev. Di dema pêş de jî dibin evîndarên hev û dizewicin.

Dayika bi nave Meyahn Hiçû jî kar û barên cejnê dike û dibêje, “Ev cejneke me ya pir kevnar e. Salane em li ku derê bin jî em van rêûresman dikin. Berê me bi destaran qelandok dihêrandin, lê niha ne wek berê ye. Ji ber nebûna destaran em bi amûrên nû qelandokan dihêrin.”

Piştî 3 rojên rojiyê, pîrozbahiyên cejnê destpê dikin û 2 rojan dewam dikin. Roja yekê yamnî doh wekî Cejna Xidirliyas, roja duyem jî yanî îro wekî Cejna Xidir Nebî tê pîrozkirin.

Maneya vê cejnê

Oldarê Êzidî Feqîr Bedel têkildarî wateya Cejna Xidirliyas got; “Xidirliyas mêrxasek bû. Ferman li ser gelê me hat û zilm li ser mirovahiyê dihate meşandin. Dema Xidirliyas dibîne ku zilm li mirovahiyê tê kirin, êdî wijdanê wî wê zilmê qebûl nake. Xidirliyas ku xwedî keramet bû li dijî êrişkeran dest bi şer dike. Vî şerê Xidirliyas çar rojan dewam kir. Piştî şikestina dagîrkeran êdî du rojan gel dike cejn. Ji wê rojê heya niha, ev cejn tê pîrozkirin û ji ber ku em ji vê zilmê xelas kirin, rêz ji Xidirliyas re tê girtin.

Di vê hefteyê de gelê Şengalê bi Hesabê Mergehê ku jê re dibêjin Cejna Feqîran pîroz dikin û hefteya bê wê li tevahiya Êzîdxanê Hesabê Lalişê were pîrozkirin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found