Cejneke bi Hawar e Cejna Zimanê Kurdî

Cejna zimanê Kurdî nêzîk dibe, pê re jî çalakiyên elaqedarî ziman ên perwerdehiyê û çandî jî nexasim li Rojavayê Kurdistanê. Gelek caran cejn weke minasebeta pîrozkirina karekî serketî werin dîtin jî, pirraniya cejnan ne ji bo serketinan, lê belê ji bo mihafezekirinê, ji bo rûnandina rêûresmeke parastinê bi cih dibin. Lê helbet bi her halî sedemeke pîrozbahiyê, gavek, pêngaveke bibe sedem jî divê elaqedarî babetê hebe. Ji bo cejna zimanê Kurdî ya hatî hilbijartin rasthatina salvegera destpêka weşana kovara Hawarê ye ku herî zêde jî bi ked û înîsîyatîfa Celadet Bedirxan roja 15’ê Gulana 1932’yan dest bi weşana xwe kir, ango yekem hejmara wê derçû. 

Banga hejmara yekem bi luxeta Celadet Bedirxan, digot, “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye.” Helbet îro maneya cejnê û banga destpêka kovara Hawarê bi temamî hevnagirin. Sala 2007’an li ser biryar û banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê ev roj êdî weke cejn hat pêşwazîkirin. Sedem jî bêhtir ew bû hesasiyeta ji bo Kurdî ji bo parastin, bikaranîn û bipêşvebirina Kurdî di nava civaka Kurdîaxêv zêde bibe, belav bibe. Lewma em çavê xwe lê bigirin jî, zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê hem weke erdnîgar û hem jî weke serjimar beşê herî mezin ê Kurdistanê, bi tehlûkeyeke mezin a man û nemanê re rûbirû ye. 

Çi Kirmanckî û çi Kurmancî her du jî dema mirov ji awira manûnemana zimanan de li wan binihêre, li Bakurê Kurdistanê di asteke vegera jê zehmet de ne. Ango dema tinekirina zimanekî destpê dike (para behtir bi çerx û mekanîzmayên asîmîlasyonê) pêşî serdema fêmkirina zimanê serdest dest pê dike, ev bi nifşekî diduyan dewam dike û paşê serdema du zimanî bûnê dest pê dike ku ev jî hesabê yek ta du nifşan dewam dike û herî dawî jî piştî dewra duzimanîbûna tê de zimanê dayikê yê pasîf e, yek zimanîbûna bi zimanê serdest destpê dike. Di vê qonaxa dawî de êdî asîmîlasyon bi ser ketiye û zimanê serdest kariye di nava civaka ji xwe re kirî hedef de şûna zimanê dayikê bigire. Ev nifşên li vir behsa wan dikim nifşên navmalê ne ango her nifşê nû ji bo nifşê li nava malbatekê hatiye hesabkirin. Ji bo civaka bûyî mexdûrê vê siyaseta asîmîlasyon heger qonaxa sêyem pêk hatibe, ji bo wê civakê êdî zimanê dayikê miriye. Herçî Kurdî ye li Bakurê Kurdistanê li erd û zemînên fireh di qonaxa sêyem de ye, li erd û zemînên din di qinaxa duyem de ye û li kêm erd û zemînan jî di qonaxa yekem de ye. Heger hesasiyeta ji bo ziman xurttir nebe li bakurê Kurdistanê temenê zimanê Kurdî belkî ji 50 salan nebihure; muhtemelen ev texmîn ji bo Kirmanckî zêde ye jî, temenê wî kurttir diyar e. Ha bi vê hesasiyetê cejna zimanê Kurdî divê bête pîrozkirin. Ango ji bo berfirehkirina meydanan bezandina hespê vî zimanê me yê dayikê ew bi tenê yek ji sedeman e. Mirov dikare wê bike sedema mîhrîcanên bi hefteyan dewam dikin. Di van mîhrîcanan de nexasim jî ji bo zarokan çalakiyên çandî û civakî yên yekser bi ziman re elaqedar dikarin werin teşwîqkirin. Weke nimûne, şano, şanoyên bi bûkên paçikî û lastîkî, lîstikên zimên, dîtina bersivên mamikan di rewş û mercên cemaetî de, fêrkirina gotinên stranan, nivîsandin û xwendina çîrokên ji bo zarokan û teşwîqkirina wan, daketina nava malan bi rêya çapemeniya xwe bigihîne hemû nifşên navmalekê, ango ji televizyonê, heta bi pirtûk û kovaran, divê vê rojê yan jî van rojan bi teşwîqkirina bikaranîn, û fêrkirina zimên dakevin. Ji ber wê yekê jî çalakiyên li Rojavayê Kurdistanê helbet girîng in û cihê kêfxweşiyê ye ku li dibistan û nav civakê ev roj weke cejnekê tê qebûlkirin û pîroz kirin. Lê ya herî girîng ew e ku ev roj li Bakurê Kurdistanê hesasiyeta ji bo zimanê dayikê xurt bike, bike ku dêûbav jî zarok jî Kurmanciyê yan jî Kirmanckiyê tercîh bikin bibihîsin û bipeyivin. Ji niha ve cejna zimanê Kurdî li we pîroz be û bibe wesîleya wê yekê ku em bi hev re bi heval û dostên xwe re, bi zarok û maliyên xwe re zimanê xwe weke tifika mala xwe bibînin û çawa ku ew nirxekî me ye, sedem û rengekî xwebûna me ye, lê xwedî derkevin. 

Yazarın diğer yazıları