Çeka Îslamo-faşîzimê cehş û kujêr in

Dema mirov rûpelên dîroka di mija bêbextiyê de lewitî werdigerîne, bi aşîkarî dibîne ku dagirker ne tenê bi hêz û xwînxwariya xwe, bi taybetî jî bi destên mirovên giyanfirotî, gasik, hevkar û derdorên berjewendîparêz bi ser ketine, bi rêya wan bûnin serdest û dagirkerên wî welatî. Tenê dewlet û hêzên ev çînên hevkar û cehş bikaranîne, îro bûnin serdarên cihanê. Gelên ev dezgehê bêbextiyê bikarneanîne, yan têkçûne, yan jî di vê dema me de xwedan hêzên melûl in. Mînak pir in; dema kalên Kurdan Mitanî, Urartû û Med serdest bûn, piraniya hêzên îro cihanê li ser tiliya xwe didin reqisandin, li piyasê nebûn. Her wiha rewş û hêza Grêkan jî vê teyîd dike.

Ji dema Osmaniyan bigire hetanê vê demjiyana me karektereke serkariya ku navê Tirk li xwe kirî û neteweyeke li ser xwîna gelan afirandiye heye. Wê di her demên aloziyê de dîn, komên sergerde, şêlanker, talan û eşqiya bikaranîne. Osmaniyan bi giranî komên eşqiya bi xwe ve girêdida û sergerdeyê eşqiyan jî dikir fermandar, bi wan gelên cîran talan dikir û di komkujiyan re derbas dikir. Mînakên herî balkêş Pomagatên Balkanan (cerdewan), Alayên Hemidiye û Topal Osman in. Vê serkariya îslamo-faşîst, yan jî Erdogan cerdevan bes nedît, çiqas komên serserî, diz, xwînxwar, terorîst ên bi bîrdoza dîn û talanê ketine nava tewana dijmirovî li hev civandiye, navê opzisyona Surî li wan kiriye û ji bo armanca xwe bikartîne. Mixabin ku cihana ji ber berjewendiyan çav korbûne, nedixwestin vê bibînin, lê niha ji tirsa berjewendî û ewlekariya xwe hêdî hêdî dibîne.

Xeta bêbext ya di nava Kurdan de ji vir 2550 sal berê bi bêbextiya Herpago dest pêkir. Darios I jî li ser vê mînakê bi rêya Taxmas Pada û piştî baweriya Zerdeştî kir xizmeta şahînşahiya xwe jî, bi alîkariya pîrên Pers ev xeta hevkar û îxanetê wek xetekê li ser welatê Medya da rûniştin. Vê xeta îxanetê bi têkiliya Yavûz û Îdrîsê Betlîsî re rengekî din wergirt. Ev rengê Îdrîs Betlîsî îro wek xeteke hevkarî û gasikbûnê parastin, wê mîna xeteke kurdewarî destnîşankirinê derxistine pêş û bikartînin. Beşeke vê îxanetê jî êdî rasterast bûye diranê çerxa faşîzmê.

Tevgera kemalîst ji xeta ku di dema osmaniyan de wek baskekî osmaniyan rûniştibû, mînak girt. Hevkarên dema Kemal yê herî mezinê ku navê wî hîç derneketiye pêş nûnêrê Amadê Aziz Feyzî Pîrînçzade ye. Ev kes di bin çengê Îsmet Înunî de çû Lozanê û di wê peymana Lozanê de xwe wek nûnêrê Kurdan nîşan da û ew peyman li gor daxwaziya kemalîstan da îmzakirin. Li gel wî navê Diyap Axa yê di bin çengê Kemal de, her wisa nûnêrê Rewnaduz û Kerkukê Alî Saîp Ursavaş jî ji hevkar û gasikên demê yê herî girîng in. Bêguman hê gelek navên din hene, le yên di xeta pêşiyê de gelê Kurd bê statû hîştin, ev bûn.

Di vê pêvajoya îslamo -faşîst de jî, gelek kesên bi vê rengê xayîn di nava AKP ê de ne. Erdogan bi navê dewleta Îslamo-faşîst wan gasikan dide axaftinê û bi taybetî jî di karên qirêj û xapandina bala cihanê de bikartîne. Ji vana yê herî qirêj şefê îstîxbaratê Hakan Fîdan ê ku li gor daneyan ji eşîra Seyîdkiyên Ercîşê ye. Her wiha Mewlut Çavuşogluyê neviyê “Kurd Osamanê diz” ê ji Horasana Erzurimê jî wek berdevkê faşîzmê derxistiye ser dikê. Û Erdogan jî wekî mînaka Înunu ev herdu devşîrmeyên herimî bi xwe re bir Soçiyê. Bêguman mirov dikane hemû parlamenterên AKP yên qaşo Kurd ên ji Tirkên faşîst bêtir dijminahiya Kurdan dikin jî, lê zêde bike. Dema pêdiviya dewletê pê hebe, serokê qaşo muhalefetê K. Kiliçdaroglu ye ji Bolciya Nazmiyê jî, wek donê vê çerxa faşîzmê, dixe nava tevgerê.

Kesê ketine nava çerxa îxanetê, yan jî faşizmê; xwedanê giyaneke bi tirs in û her dem di nava gûmanê de digevizin. Ew bi psîkolojiya: “Eger ez fermanê hê xedartir bikarneynim, ji wan bêtir dijminahiya rîçalê jê hatime nekim, wê bawerî bi min nemîne û wê cezayê herî giran bidin min!“ tevdigerin. Ji wê biraye wan jî li dij serkariya faşîst derkevin, ew ji tirsa xwe birayê xwe jî nabexşînin. Mînak pir in, gelek baş tê zanîn ku kesên teslîmbûyî yên bi birayên xwe êşkence kirine gelek in. Yan jî Daîşiyên birayê xwe bi fermana sergerdeyê xwe şerjêkirine hene. Kurt û kurmancî ev kurden bûnin diranê çerxa dewletê, ji nijadperestên Tirk bêtir dijminahiya gelê Kurd dikin. Lewre bi azadiya Kurd û Kurdistanê re ne qrediya wan a li ba dagirkeran dimîne, ne jî cihê wan. Ew baş dizanin ku wê Kurd jî ti carî wan nebexşînin. Divê bi taybetî jî ev derûdor hedef were girtin.

Dewleta Tirk êdî di destê devşîrmeyan de ye, her devşîrme ji derketina rastiya rîçalê xwe ditirse. Ew dizane ku çareseriya doza Kurd rastiya wan jî dixe ber pirsiyariyê, ev jî wan ditirsîne. Ev hovitiya wan ya li dij Kurdan ji aliyekê ve ji karektera dewletê ya dij Kurd, ji aliyê din ve jî ji vê tirsa di giyana devşîrmeyên li ser kar û bêgûman ew ji genê li ser talana gelan jiyanê ku di giyana wan de rûniştî jî tê. Pirrengîbûna xeta îxanetê jî wêrekî dide wan û wan hê çavsortir dike. Ji wê divê her rengê îxanetê bi tundî were mehkumkirin.

Yazarın diğer yazıları