Çengên bavê min (yên şikestî)

Zilamê navsere li ber bijîşk sekiniye û bersiva pirsên li dû lêgerîna tenduristiyê dide. Nexweşiya ku êdî wê mohra xwe li jiyana zilêm bixîne, kengê û çawa dest pê kiriye, ew bi xwe jî nizane. Temenê wî di karê çêkirina qesr û qonaxan de derbas bûye. Keda xwe, xwîdana xwe, dem bi dem xwîna xwe û va ye taliyê jî jiyana xwe tevli nav xerca betonê dike. 

Di wan avahiyên serî li esmanî de wê ne ew, lê xanim û xweşmêrên dewlemend rûnin, wê li ber deriyê wan xaniyan zarokên ku belkî di tevahiya jiyana xwe de bi buhayê nanî jî nezanin, di nav park û baxçeyan de bilîzin. Di hewz û serşokên wan de wê jinên nazik û bêvilbilind xwe bişon, bedenên xwe li ber tavê ji mêrên dewlemend re yên ku toyê welatî dixwin, taze û paqij bikin. Lê belkî ti carî jî neyê bîra wan û li ser hizir nekin ka bingeha wan xaniyên serî li esmanî, çawa hatin danîn, xwîn û xwîdana çendîn kesan li nav wê xercê tevlî dîwaran bûyîne. 

Dema ew qesir û xanî dihatin çêkirin, ew jî di ber re derbas dibûn û dilê xwe ji rewşa wan karkeran dixelandin, ji ser û sinçeyên wan yên di nav toz û heriyê de, ji nan û qatixa di destên wan yên neşûştî de berê xwe didan alî. Di ber xwe de dikirin pilepil û digotin: "Ev dê kengê xelas bibe û em jî ji vê toz, dûman û dengê nexweş yê kerese, makîne û nexasim yê karkeran bifilitin."

Her wisa ti carî dê neyê bîra wan û ji xwe heger kêliyek biqewime jî, teqes dê ji bîra xwe bi dûr bixin. Li wir, bavekî kar dikir, nexweş bû, nexweşiyeke dijwar bû, li welatekî mafên kar û mirovan lê heyî bûya, yekser diviyabû ew ji kar bihata dûrxistin, li nexweşxaneyekê bihata razandin û her tişta pêwîst a ji bo wî, malbata wî bi destê saziyên peywendîdar bihatina bicihanîn. Lê li wê derê, ew maf nebû. Zilam diviyabû li karê xwe dewam bikira. Zarokên wî li benda pereyan bûn. Keçika wî ya li dibistanê jê re wêne xêz dikirin û di wêneyekî de ku dişiband bavê xwe, zilamekî bi per û bask rengandibû. Lewra bavê wê tim li cihên bilind kar dikir û wê bavê xwe wek teyrekî bi bask xeyal kiribû. Helbet zarok rastiya per û baskên şikestî hizir nakin yan jî naxwazin qehremanên xwe wisa bînin bîra xwe.

Di xaniyên bilind de misogeriya kar û ya karkeran nîne. Karkerê ku berê kêliyekê li qatên bilind kar dikin, hew dibînin ku li bin înşeatê, di nav xwîna xwe de digevize. Li erebeyeke ji rêzê siwar dikin û dibin. Piştre jî bêyî ku merasimeke verêkirinê jî li dar bixin, navê wî ji qeyda dinê paqij dikin. Di dîmenê dûv re de jî, karsaz û malbata yê mirî li ser maseyekê ne, malbat çi bi dest bixe ji xwe re wek ‘donê ji axê’ dihesibîne. Lewra ne sîgorta, ne sendîka û ne jî mafekî din heye ku pirsa doza wê cînayetê bike. Karsaz hîn di ser de tehn û minetê jî di wan dide. Ew jî serî di ber de, qebûl dikin.

Jiyana li wan deran ku cîhaneke bi serê xwe ye û ji aliyê kêm kesî ve bi berfirehî dihête zanîn wisa hatiye û wisa diçe. Carinan hin kes li dijî wê serboriya sedîsed çêkirî, lê wek qederê li ser wan hatî ferzkirin, serê xwe radikin. Ew jî di encama bê tifaqî û xayîntiya hundirîn de bi lezgînî dihêne jinavbirin û çerxa herdemî li hêrandina can û xwîna mirovan dewam dike.

Filma bi navê Çengên Bavê Min beriya bi du salan ji aliyê Kivanç Sezer ve hatiye çêkirin. Kivanç dest avêtiye babeteke girîng. Bikaranîna çîrokê û nîşandayîna rewşa dijwar a karkerên înşeatan di filmê de baş xuya dike. Nebûna mafên herî bingehîn ya di wê cîhana mijokdariyê de, hevdu bikaranîna mirovan, têkçûna têkiliyên herî xwezahî yên di navbera mirovan de û wisa jî wêrankirina xwezayê jî di encama temaşekirina filmê de di serê mirovî de dimîne.

Ya herî zêde balkêş jî ev e ku Kivanç Sezer malbateke Kurd daniya ber xwe. Ew dibêje, ‘çîrokeke rastîn e, me veguhestiye ser perdeya spî’. Heger ev malbat ji herêma Derya Reş yan jî ji Trakyayê bûya, belkî me zêde îtiraz nekira. Lê heger malbat Kurd be û sal 2015 be, wê demê mirov misoger li dijî derdikeve. Ne rastî ye ku malbetek di mercên îroyîn yên Kurdistan û Tirkiyeyê de hinde ji hişyarbûyîna neteweyî û ya çînayetiyê dûr mabe. Nabe ku ji bajarê Ercîşê kesên wiha hay ji cihanê nebin û li bajarekî wek Stenbolê bijîn. Belkî hin alî di xefika hêzên dagirker û di tora partiyên faşîst yên wek AKP û MHP de bin, lê ew jî heta radeyekê polîtîk dihêne hesibandin. Ango eniyeke wan a bêyom jî be, heye.

Kivanç cih bi cih zimanê Kurdî jî bikaraniye. Helbet di berhemên sînema û edebiyatê de hebûna Kurdî bi her halê xwe ve erênî ye, lê di vê filmê de wek xemleke sist xuya dike. 

Di filmê de karesat û dijwariya dij mirovî ya kar dihê dîtin, lê mixabin derbarê riya çareseriyê û têkoşîna li hemberî wê zulmê de ti peyam nayêne dayîn. Bi wî awayî jî wek belgefilmeke rasterast û bê alî encam daye. 

Filma ku di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li paytexta Elmanyayê Berlînê hat nîşandayîn, wê di 13´ê mehê de careke din bê nîşandayîn. Eger mebest bi tenê nîşandayîna rastiyan û herikandina rondikan be, film serketî ye, lê…

Yazarın diğer yazıları