‘Çeteyan şermezar bikin’

Hevserokên Konseya Serokatiya KCK’ê da diyarkirin ku, komkujî bû sedema ku cejna Ramezanê xemgîn were pêşwazî kirin û banga “Pêwîste komên ku ji derve tên êrîşî gelê Kurd dikin û dibin sedem ku cejin xemgîn derbaz bibe ji aliyê alema Îslamê û mirovahiyê ve bitund were şermezar kirin” kir.

KCK’ê di daxuyaniya biboneya Cejna Ramezanê weşandî de, cejna gelê Kurdistanê û hemû alema Îslamê pîroz kir û hêvî kir ku cejin bibe wesîleya aştî û hizûrê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, Kurd bi awayek xemgîn ketin cejnek din jî a Ramezanê û got: “Komên çete ên maskeya Îslamê li xwe kirine, êrîşî gelê Rojava ê ku piraniya wan Misilmanin dike û komkujî pêkanîn, bû sedem ku ev Cejna Ramezanê jî bi dilek xemgîn were pîroz kirin. Ev êrîşên dij-mirovahî ên di Cejna Ramezanê de tênkirin û hewildanên dagirkirina Kurdistanê, ne tenê êrîşeke li dijî Kurdan, di heman demê de êrîşeke li ser hemû gelê Misilman û mirovahiyê. Komên çete ên ji derve tên êrîşî gelê Kurd yê ku dixwaze li ser xaka xwe di nava aştî û hizûrê de jiyan bike dikin û dibin sedem ku cejin bi dilek xemgîn bê pêşwazî kirin, pêwîste hemû alema Îslamê û mirovahî bi tundî şermezar bike.”

‘Bila bibe wesîleya piştgiriya Rojava’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Cejin rojên ku hesreta aştî û hizûrê bilindbûyî ne. Mirovahî di rojên cejin de hesret dike ku hemû rojan bike cejin. Îro tekoşîna demokrasî û azadiyê ya hemû mirovahî dide meşandin, tekoşîna hemû rojan bike cejne. Bi boneya Cejna Ramezanê em hemû şervanên demokrasî û azadiyê ên xwestine hemû rojan bikin cejin û di vê oxirê de şehîd ketine biminet bibîrtînin.
Pêwîste gelê me hemû nakokiyê di navbera xwe de heyî bidawî bike, yeketiya xwe ava bike, ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevayî Rojhilata Navîn û Cîhanê hewil bide aştiyê bîne. Gelê me yê cejin xemgîn pêşwazî kir, weke her cejin çêbûyî ji bo deynê minetê ê şehîdên me bicih bîne, serdana goristana dike dê bîranînên ku ji bo me weke wesîyet hiştine bibîr bînin. Pêwîste ji têkoşîna bi lehengî ya gelê me yê Rojava re ku di nav şert û mercên herî dijwar de hewl didin her rojê bikin cejn bi her awayî piştgirî bê nîşandan û helwesta êrîşkaran di qirika wan de bê hiştin.  Pêwîste di rojê cejnê de gelê me ê xwediyê baweriyên cûda ji bo gelê Kurd û hemû mirovahî ji bo di demek kurt de azad bibe, bigehe aştî û hizûrê duayan bike.”

ANF/QENDÎL

Yazarın diğer yazıları

    None Found