Cihê ku tenê mêr lê diaxivin, azadî nabe

Besê Erzîncan: Hejmara parlementerên jin pir kêm e. Desthilatiya mêr pêşî li jinên zana, bi bandor û çalak digre da ku nekevin parlementoyê. Di hemû hevdîtin û daxuyaniyan de rengê mêr serwer e, jin qet nîne. Lê em baş dizanin cihê ku tenê mêr diaxivin, azadî nabe.

Endama Kordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Besê Erzîncan der barê  têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ya jinên Başûrê Kurdistanê de peyivî. Besê Erzîncan di axaftina xwe de rexne li desthilata Başûrê Kurdistanê kir ku bi ti awayî rê nade jin di rêveberiya welat de cih bigire û ji jinan jî xwest ku têkoşîna xwe ya şexsî veguherînin têkoşîneke hevpar a rêxistinkirî û şoreşa nîvçe mayî ya jinan temam bikin. Erzîncan balkişand ser hişmendiya azadiyê ya jinê û têkoşîna jinên Başûrê Kurdistanê ya ku her roj mezin dibe û got:“Li Başûrê Kurdistanê zanist û têkoşîna azadiyê ya jinê her roj mezin dibe û pêş dikeve. Weke tê zanîn di dîroka Başûrê Kurdistanê de jinên Kurd di berxwedana li dijî rejîma Sedam bi welatperwerî, fedekarî û wêrekiyeke mezin cih girtine û ked dane hene. Leyla Qasim bi sekna xwe ya wêrek û canbexşane, bi hezkirin û dilsoziya xwe ya ji bo welat ji bo jinên Kurd û tevahî jinan bûye minak. Mîna Leyla Qasim bi sedan jin di raperînan de, di nava jiyanê û şer de li ber xwe dane.”

Aqlê mêr yê desthilatdar

Endama kordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan li ser rol û cihê jinan di pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê de jî axivî û got, “Sala 1992’an di avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî jin çalak tevlîbûye û roleke stratejîk lîstiye. Helbet ger piştgirî û tevlîbûna jinan a rasterast ya ji şoreşê re nebaya, wê rêveberiya herêma Kurdistanê jî ava nebûba. Di serî de PDK û YNK, gelek partiyên siyasî rola ku jinan di şoreşê de lîstine bêqîmet dîtine û hema bêje wek ku qet cih negirtine, nêz bûne. Helbet ev yek rast nîne. Bi çavê mêrê desthilatdar nêrîna li meseleyê heye. Ev aqlê mêr yê desthilatdar ku nexwest jin di nava rêveberiya welat de, di hemû qadên jiyanê de cih bigire, jin tengav jî kiriye. Ji ber ku ev nêrîna serwer ya mêrê desthilatdar, hiştiye ku rêxistiniya jinê ya xweser bi hêz nebe û têkoşîneke hevbeş a jinan çênebe.

Hemû rêveberiya Başûr ji mêran pêk tê

Li ser tevlîbûna jinan a nava siyasetê jî Besê Erzîncan got: ”Hejmara parlementerên jin pir kêm e. Ji ber siyasetên desthilatiya mêr pêşî li jinên zana, bi bandor û çalak tê girtin da nekevin parlementoyê, ger bikevinê jî destûr nadin çalak bibin. Hemû hevdîtinên ku di ragihandinê de derdikevin jî rengê mêr serwere, jin qet nîne. Lê em baş dizanin cihê ku tenê mêr diaxivin, azadî nabe. Dîsa jî butçeya welat çiqas ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinê hatiye veqetandin? Yên herî hejar, bêperwerde, bêkar û bi heqdesteke kêm dixebitin dîsa jinin û ji derfetên tendûristiyê jî bêparin. Jixwe rêjeya şîdetê ya li hember jinan tê zanîn. Zilam bi bikaranîna şîdetê, hewl dide jinê bê îrade bike û teslîm werbigire. Li hember vê parlementoya Kurdistanê û partiyên siyasî çi dikin?”.

Ji bo çareseriyê têkoşîn

Besê Erzîndan ji jinan xwest ku li benda mêr nemînin ku wan tevlî qadên siyaset û xebatê bikin û wiha peyivî: “Eger jin û gel siyaset û rêxistinbûna xwe pêşnexin, wê siyaseta mêrê desthilatdar serwer be. Siyaseta mêrê serdest jî ti mafek ji civakê û jinan re nas nake. Divê jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û pirsgirêkên jinan hîn zêdetir xebat bimeşîne. Rêxistinên jinan divê ji bo jinên nava tax û gundan de xebat û projeyan amade bikin. Jinên ku di nava parlementoyan de cih digrin divê li ser esasê çareserkirina pirsgirêkên jinan werin bahev. Ne tenê ji bo 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê her tim lazime xebatên hevbeş bêne xurtkirin.”

Dewletên dagirker dor li welêt girtine

Endama Kordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Besê Erzîncan di dewama axaftina xwe de dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê jî nirxand û got: ”Lazime jinên Kurd baş bizanibin ku gelê Kurd ji çar aliyan ve ji aliyê dewletên dagirkeran ve hatine dorpêçkirin û bi vê hişmendiyê welatê xwe diparêzin. Divê bi gelên Ereb, Sûryan, Tirkmen, Ermen yên li Kurdistanê û baweriyên cûda re modelên hevjiyana azad pêk bînin. Pêwîstî bi akademiyên jinên azad heye, ji bo zanista xwe ya azadiyê pêş bixin. Jin divê berê xwe bidin pirsgitêkên perwerde, tendûristî, hiqûq û pirsgirêkên nava malê û ji bo demokratîzekirina wan bixebitin. Rêjeya şîdeta li dijî jinê, fihûş, zewaca di temenê biçûk de pir zêde ye. Jin di nava malê de tên hepskirin û tenê bi rola dayîkê bi sînor tîne hiştin. Bi awayekî şeklî nêzî jinê dibin û weke objeyeke zayendî lê tê temaşekirin.

Hedef hemû Kurd in

Besê Erzîncan mijara dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û helwesta ku divê jin li dijî dagirkeriyê nîşan bidin jî nirxand û îşaret bi van xalan kir, “

Piştî Efrînê herî dawî niha dixwazin herêma Biradostê jî dagir bikin. Ya rastî hebûna PKK’ê ya li vir hinceteke. Jixwe helwesta dewleta Tirk ya di mijara referandûma Başûrê Kurdistanê de tê zanîn, li dijî referandûmê jî derketibûn. Li gel dewleta Tirk tişteke bi navê îradeya Kurd nîne. Eger îro têkoşîna PKK’ê nebaya, wê hikûmeta Herêma Kurdistanê bike hedef û êrîş bike. Di serî de wê bixwaze Kerkûk, Mûsil, Dihok, Hewlêr û Silêmanî jî bigire. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrîn û Xakûrkê li ser vê esasê ye. Armanca van êrişan tev dagirkirina axa Kurdistanê ye.Heya pirsgirêka Kurd li Bakur, Rojava û Rojhilat çareser nebe, wê Başûr bi ti awayî di nava ewlekarî û azadiyê nebe. Lewma pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd xwedî girîngiyeke mezin e.

Ev êriş li dijî tevahî jinan e

Besê Erzincan bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: ”Divê jinên Kurd êrişên li ser her parçeyeke Kurdistanê li hember xwe bibînin û ev êriş ji aliyê kîjan dewlet an jî hêzê ve werin kirin divê li dijî bisekinin. Wê paşeroja azad bi aqlê hevbeş û keda jinan pêk were. Em li gel hemû jinên ku ji bo azadiyê dixebitin, xwe bi rêxistin dikin û çalakî dikin disekinin. Li ser vî esasî em tevahî jinan bi hezkirin silav dikin.”

ROJNEWS / BAHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found