Cil û bergên jina Kurd    –   CANO ŞAKIR

Li cihanê her gel, piştî ziman bi çand û kevneşopiyên xwe tê naskirin. Nasnameya gelekî mîna gelê Kurd, bi çand, kevneşopî û kultura wî ye.

Bi taybetî jî di warê çanda lixwekirina cil û bergan de, her gelek xwedî cil û bergên bi şêwazên cuda û taybet e. Wekî hemû gelan, gelê Kurd jî bi çand, tore û rêûresmên xwe yên cihêreng balê dikişîne ser xwe û ev jî wek çandeke dewlemend ya dîroka civaka gelan e.

Di dema serdana xwe ya vê dawiyê de berê min ket Rojavayê Kurdistanê. Li wir ez rastî hinek dîmenên ku dûrî ruh û giyanê kurdewarî bûn, hatim; ev jî mixabin e.

Carinan, te digot, ez ne li parçeyekî ji yê Kurdistamê me.

Jixwe, her tişta Kurdan di cil û bergên wan de xwiya dibe, ew jî ew bû ku jinên Kurd di vê dema dawî de û piştî ku ezmûna li Rojavayê Kurdistanê nêzî 7-8 sal birêve diçe û di milê ewlehiyê de heremên Kurdan tevlî rewşa şer jî bi rengekî ji rengan ji deverên din ê welatê Sûriyê baştir e.

Lê belê, pêla koçberiyê kir ku gelek nişteciyên deverên din yê welatê Sûriyê li herêmên Kurdan bi cih bibin, ev jî dibe cihê hinek metirsiyan ku jinên Kurdan dikevin bin wê bandorê, heta gihiştiye wê astê ku di ser cil û bergan re nasnameya wê jê hatiye satandin. Di bin navê olê de, jixwe li vir ez naxwazim nêzî wan aliyên ayînî – olî bibim tevî ku rêzê ji hemî cil û bergan re digirim, lê belê em Kurd dîsa dibin kîjan baweriyan de bin, bila bibin, lê em dikarin kurdbûna xwe bi cil û bergên xwe biparêzin.

Jixwe, bi hatina Ola Îslamê re ku beşek mezin ji Kurdan dihewîne, gelek ji reng û kenveşopiyên Kurdan mixabin ji wan hatin standin, a rast dixwestin Kurdan dûrî çand û nirxên wan ên Kurdî bixin. Rêyeke vê jî guhertina cil û bergên Kurdî bû ku jina Kurd wek tava rojê di cil û bergan de nasnameya xwe ya Kurdewarî dida der, yanî nasnameya wê jê ve xuya bû.

Lê wekî hemû beşên  din yên jiyanê nebûna welatekî, di warê cil û bergan de jî di nava Kurdan de cudahiyek derxistiye holê. Ji ber vê yekê jî her parçeyekî Kurdistanê, her herêm û her deverek di warê modelê de xwedî hin xweseriyên taybet e.

Heger em baş bala xwe bidinê li Kurdistanê piştî ku ev guhertinên li herêmê rû didin, hema bêjin êdî dema tu biçî kîjan parçeyê Kurdistanê jî, tw wê car caran ji bîr bikî ku tu li Kurdistanê yî, di kesayeta jinê de ku girêdana Kurdî ew dikir wek şahciwanekê, niha pirraniya jinên Kurd ew nasnameya xwe ya kurdewarî ji xwe danîne û kirasê Erebî-Tirkî (di bin navê olê de) li xwe kirin.

Lê dîsa ez dibêjim, mebest ne ew ku ez jinên Kurd dûrî baweriya wan a olî bikim, na nexêr, lê bila dûrî cil û bergên Kurdî nebin dûrî girêdana Desmal- Çarik-Kiras û Xeftanên Kurdî nebin.

Ligel parçeyên din ên Kurdistana me, jinên Kurd yên li derveyî welêt, bi taybetî jî yên li Qafqasan, bi cil û bergên xwe yên xweser û cihêreng balê dikişînin ser xwe. Heya roja îro jî, rêûresma lixwekirina van cil û bergan hîna tê parastin, bi taybetî jî di nava jinên navsere de. Lê niha li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ev rengê jina Kurd pirr kêm bûye. Wilo xuya dike ku dijmin dixwest vî gelî wek çawa bi gelek rêbazan tevî çanda wî ji kokê rake, di vê de jî bi serneket. Niha jî wilo xuya dike ku jina Kurd dûrî cil û berg û rengên wê bikin.

Cil û bergên ku em li xwe dikin raste rast bi dîroka me û xaka me re girêdayî ne. Yanî girêdaneke mezin di nava giyan – ax – welat û kelepûra civakekê de heye.

Kurdên Êzîdî yên li Qafqasan (Ermenistan û Gurcîstan) jî ji heremên Kurdistanê yên wek Qers, Sînek, Şerfedîn, Mûş, Îdir û Wanê koç kirine ji ber qirrkirin û fermanên mezin yên dewleta Osmanî. Ew hîna jî bi çand û kevneşopiyên xwe dijîn, bila vê mînakê ji xwe re bikin esas. Di warê cil û bergan de jî hîna hema hema tiştekî wan neguheriye. Ev yek bi taybetî ji bona jinê lê ye; ji ber ku cil û bergên mêran guherîne, lê jin hîna li ser rêûresma xwe ne.

Kurdên Êzîdî yên Qafqasan çanda xwe a bi cil û bergên xwe jî di sînoran re derbaskirine û bi xwe re anîne. Ew hîna jî cil û bergên wekî kesên li aliyê din ê sînor lixwe dikin. Ew li pişt sînoran dengê hev dibihîzin, û xeyalên derbasbûyî û yên paşerojê dikin li ber dengê zemawendên hev.

Ji ber ku bi dîtina wan, ew deng û rengê kal û bavên wan in. Çendî ku ferq û cudahiyeke olî di nava Kurdên herdu aliyên sînor de heye jî, lê mirov dikare bêje ku kelopûr û awayê jiyana wan a civakî wek hev in.

Ev jî derdixe holê ku cilên jina Êzîdî ya Qafqasan, ne hêmaneke olî ye. Yanî ne cilên olî ne, lê ewna cilên neteweyî yên herema Serhede ne. Di heman demê de dema ku mirov lê mêze dike, dibîne ku cilên jina Êzîdî ya Elegezê, ne weke ya jineke Êzîdî ya çiyayên Şengalê ye! Ev yek jî dide nîşan ku cil, berg, kultur û şemala jinekê, ji hêmanên olî bêhtir, bi rengê pirr bedew û şêwazê jiyanê re girêdayî ye.

Ji hemî cil û bergan hez dikim, her cil û berg ji bo miletên xwe bedew in. Bi hêvî me careke din dîsa herim serdana Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd li wir û li her çar parçeyên Kurdistanê ez bi Çarik-Hibrî-kiras û Xeftan bibînim.

Yazarın diğer yazıları

    None Found