Çima fuara pirtûkan çênabe?

 Nivîskarên Kurd piraniya caran bi derfet û îmkanên xwe pirtûkên xwe çap û belav dikin. Welatên Ewrûpayê di vî warî de bi sazî û dezgeh bûne, lê nivîskarên Kurd li Ewrûpayê dîsa jî tena serê xwe ne.

CANO ŞAKIR  / WILDESHAUSEN

Li welatên Ewrûpayê, Kurd weke gelek neteweyan hene û hejmareke nivîskarên Kurd berhemên xwe li derveyî welat çap dikin. Ew bi derfetên xwe yên lewaz û bi îmkanên xwe yên kêm, bi aboriyeke qels pirtûk û berhemên xwe li çapxaneyên Kurdî û her wiha yên biyanî derdixin. Ew dixwazin bi rêya van sazî û dezgehan berhemên xwe belav bikin. Lê di vî warî de xwediyê kêm îmkan û derfetan e.

Li ser vê mijarê, ji bilî gilî û gazincan, fikrên nivîskarên Kurd jî hene. Di vê çarçoveyê de me guh da hinek nivîskarên Kurd û li wan guhdarî kir.

Yûsiv: Ev karê sazî û dezgehan e

Yek ji van nivîskaran Helîm Yusiv e, ji Rojavayê Kuradistanê ye û yek ji wan nivîskarê naskirî û berhemdar e. Li ser pirsa me ya çima pêşengehên pirtûkan bi awayekî aktîv û salane di nava beşê nivîskarên Kurd de nayên li darxistin? Yûsiv weha bersiv da: “Ev pirs divê ji weşangerên Kurd bê kirin. Rola nivîskar bi qedandina nivîsandina berhema wî diqede. Çapkirin, belavkirin û gihandina berheman an jî pirtûkan karê kes û dezgehên weşan û belavkirinê ne. Tunebûna pêşangehên pirtûkên Kurdî bi taybetî li derveyî welêt tê wê wateyê ku ev kes û dezgehên têkildar baş bi karê xwe ranabin.”

Oremar: Wê me bi cîhanê jî bide nasîn

Kakşar Oremar yek ji nivîskarên Rojhilatê Kurdistanê ye ew bi salên dirêj di nava rojnamegeriya Kurdî de dixebite. Dema me jê pirsa gelo pêşengehên pirtûkan li derveyî welat ji bo nivîskaran tê çi wateyê û vekirina wan dikare ji bo nasnameya rewşenbîrî çi rolê bilîze? Oremar weha got; “Pêşangehên pirtûkan dikarin di rojên herî germ ên havînê û herî sar ên zivistanê da, bihara çand û ferhenga me rengîntir bikin. Bêhna wê biharê dikare heya dawiyê reng û delaliya jiyanê li ser piyan bihêle. Insan giyandarek e ku ji têkelî û peywendiyên civakî pir hez dike. Pêwîstiya roja îro pêşangehên pirtûkane lê karekî wiha yê di nava bajarên biçûk û mezin ên Kurdistanê de xwedî sûdekî mezintir be. Li derveyî welat jî hevnasîn û pewendî dikarin xwedî gelek feydên giranbûha bin. Pêşengehên ku li dervey welat bêne çêkirin wê bikarîbin çand, dîrok, huner û jiyana Kurdan bi xwendevanên biyanî jî bide nasandin.”

Aykoç: Li cem xelkê bi sazî û dezgeh bûye

Fêrgîn Melik Aykoç ji Bakurê Kurdistanê ye ku di warê nivîsandin û berhemdariya pirtûkan de ew tê naskirin, li ser heman mijarê weha dibêje: “Çapkirin, danasîn, belavkirin û pêşangehên pirtûkan li gor pêşketina civak û welatan hem di warê kapasîte û hem jî di warê wateyê de diguhere. Li welatên xwedanê statû ne, pergalên civakî li ser bingehên xwe rûniştine, ev erk ne karê nivîskar, yan jî hin komalgehan e, ev karê saziyên ragihandin û weşanxaneyan e. Heta li piraniya welatan şaredarî û wezaret têkildar in. Her wisa li van welatan weşanxane, erkê danasîn, belavkirin û firotina pirtûkan werdigirin, heta bernameyên dîtnêrî û xwendinê jî ew organîze dikin. Pêşangeh û fuar ji bo wan, hem dibe cihê têkilî danîna weşanxaneyan û hem jî erkê danasînê werdigire. Lê wateya pêşangeh û fuarên ji bo neteweyên wekî neteweya Kurd bê derfet in, diguhere. Dikane hem di warê danasîn û hem jî di warê frotina pirtûkan, xwerû jî di warê teşfîkirina xwendina pirtûkên Kurdî de, têkiliyên di navbera nivîskar û gel de berfireh bike, karlêkeke erênî li civakê bike, her wisa bazara firotin û xwendina Kurdî berfireh bike. Ji wê jî divê hemû saziyên derfetên wan hene hewl bidin ku bikanin bi fermî pêşangehen pirtûkan li dar bixin. Ev di vê rewşa me de dikane roleke girîng werbigire.”

Şakir: Ezmûna li Bakur li Rojava jî dibe

Xebat Şakir ku di qada helbestê de wî gelek dîwanên helbestê çap kirine, dema me jê pirsa rewşa çapkirina pirtûkan û belavkirna wan di rêya pêşengehan de jê pirs kir, bersiva me wisa da: “Niha ji xwe divê em vê ji bîr nekin ku em hinekî ezmûna pêşengehan a ku li Bakurê Kurdistan bi salaye birêve diçe û niha hêdî hêdî li Rojavayê welet jî ev zemîn tê danîn û tê avakirin û tê berz kirin, bi vê nêzîkbûnê divê em li rewşa çapkirin belavkirin û li darxistina pêşingehan li meselê binêrin.

Li alî din wek ku baş hûn jî dizanin em li derve rastî gelek zehmetiyan tên di aliyê çapkirin û belavbûna pirtûkan de, lê di mijara pêşengehan de ku hîna nebûyîye çandek ku em rewşenbîrên Kurd bi saziyên xwe yê rewşenbîrî ve em xwe di vî milî de organîze bikin, ev bi tena xwe karekî berfereh û kolektîv jê re divê, ne tenê wilo jî her nivîskarek yan her rewşenbîrek ku berheman çap dike li koşeyeke dinyayê dijî.

Ez bi hêvî me ku rewşenbîr bikaribin xwe di vê mijarê de hinkî bidin ser hev û berhemên xwe baştir belav bikin.”

Balayî: Pêdiviya me bi pirtûkxaneyan heye

Ehmed Balayî yek ji rewşenbîrê naskirî yê Başûrê Kurdistanê ye, li ser pirsa pêşengehên pirtûkan çiqasî dikare roleke pozîtîv bilîzin, weha got: “Bi taybet li Ewrûpa piraniya pirtûkan em ji welat tînin. Gelek arêşe bo me çêdibin heya em bikarîn hijmarek pertûkan ji welat bînin. Bi taybet li firokxanên Turkiya çendîn caran pertûkên me ji me standine ji ber ku bi Kurdî ne. Lewma xwandevan û rewşenbîrê Kurd li vir pêwîstiyek me bi pirtûkxane û pêşangehe pirtûkên Kurdî heye.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found