Çima ne çarşî, çima sûk a erebî?

Nizanim çima Kurdên me peyva erebî "sûk"ê bi kar tînin. Ma peyva „çarşî“ çi guneh kiriye? Çama em gelek caran nirxên xwe û zimanê xwe ji Tirkan re dihêlin? Baş tê zanîn ku gelek peyvên Kurdî-Îranî yên wek "destek, tek, sermaye" jî ji Tirkan re hatine hiştin.

Etîmologên Tirkan peyva "çarşî" bi vî awayî "Fa çārsū چار سو 1. dörtyol"  bi zimanê farisî ve girê didin. Di rastiyê de peyva "dörtyol" bi farsî  چهارراه (çehar reh) e, ne "çarsû" ye. Farsî jî be, zimanê Farsî û Kurdî ji heman malbatê ne, bingehên pirraniya peyvên her du zimanan yek in. Peyv ji zimanê heman malbatê wergirtin, ji zimanekî girêdayiyê malbateke din wergirtînê di her warî de çêtir e. Qet nebe avahiya zimanê mirovan xira nake. Li aliyê din hêjmara "çar" bi Kurdî ye jî. Yanê kîteya bingehîn jî bi Kurdî ye.

Em hinek li pey vê peyvê bikevin. Di devoka Serhedê de lêkereke taybet heye, lê mixabin ku li ser wendabûnê ye. Ev lêkera "çarş kirin" e. Ev lêker hetanê salên heftêyi jî bi zindî û piralî di nava gel de dihat bikaranîn. Wek mînak dema sapê genim dianîn bêderê, digotin: "Lawo gurzan vekin, sapê genim çarş bikin!" Yanê ji hev derxin û raxînin: Ji bo vekirin û li ber çavan raxistina her tişta girêdayî, pakêtkirî, girtî jî digotin: "Çarş bike!"

Di salên şêstî de ev lêker ne tenê ji bo genim û hirîyê dihat bikaranîn, kalên welatê me ev peyv ji bo tiştên ku li bazarê dihat raxistin û vekirin jî ev lêkera "çarşkirinê" bi kar dianîn. Wan digot, "Law li bazarê tişt wisa çarşkiribûn, çavên kor jî dikanîbûn her tişt bidîtana!"

Ma çima ev peyv ne bingehê peyva "çarşî" be? Ma tiştê herî rast û mantiqî ne ev e? Jixwe, li mixaze û dukanan, li ber deriyê dukanan tişt wisa tên raxistin ku kiryende bi navekî din kiryar yan jî muşterî bikanin bi hêsanî bibînin û bikirin. Ev awayê raxistinê tenê li navendên bazirganiyê, li cîhên bazaran pêk tê. Bi îhtîmaleke mezin têkiliya peyva çarşî û çarşkirinê bi hev re heye. Ya bingehê vê lêkerê ji peyva "çarşî" yan jî çarşî ji vê lêkerê tê.

Em hinek jî li ser wê paşgira "şû /şi /sî" ku bi hêjmara „çar“ ve hatî girêdan, rawestin. Par-sû (parsû), xwe – sû /sî (xwesû /sî), ser -sî (sersî), ma-sî (masî), da-sî (dasî), ku -sî (kusî), rê -sî (rêsî) bi gotineke kurt û kurmancî di Kurdî de bi alîkariya vê paşgirê gelek peyvên nû tên çêkirin, di Farisî de ne wisa ye. Bi gotineke zelal, dibe ku ev ji çar-sî (çarsî) jî hatibe, yanê çaravêl sî, Çaravêl girtî. Çaravêl ji tiştên raxistî re destdayî…

Em baş dizanin ku etîmologên Tirk peyvên bingeh-Kurdî; yan wek peyvên Farsî, yan mîna peyveke yêrlî dîl (cigehî/ herêmî), yan nola peyveke eskî dîl (zimanê kevn) nîşan didin, yan jî wê peyvê dibin bi navekî navenda Asyayê ve girê didin ku kes pê nizanibe, ew peyv ji Kurdî hatiye. Jixwe, çavkaniyên wan jî bi piranî tune, yan jî wek vê gotina Kurdî: "Şahidê rovî dêlya rovî ye!"

Bi dîtina min peyva çerçî jî bi vê peyva çarşî re têkildar e. Lema min hinek li bingehê peyva "çerçî" nêrî, ku deverên nêzîkê cigehên Ereban di cihê wê de peyva Erebî "etar" bi kar tînin. Hin etîmologên Tirkan hewl dane ku vê peyvê bi mongolî ve girêdin. Lê hin zimanzanên Tirkan dibêjin; "di tirkî de tîpa ´ç´ tune." Di hin ferhengên Tirkî de peyva ´çerçî´ dîsa bi Farsî ve hatiye girêdanê. Lê dibe ku têkiliya wê bi çerxbûn/çerixîn (kirdkî çerxnayen) yanê wek çerxçî > çerçî re jî hebe. Dîsa berê "cer / cêr" dianîn difirotin. Dibe bi vê re jî têkildar be. Peyva çerez û çerçî jî ji hev ne dûr in, heta bi hev re têkildar in. Ji bo vê, em li peyva "çerez" binêrin:

Etîmologên Tirkan ev jî bi peyva Farsî "çeres چرس " ango geşt û sedeqa ku didin parsekan ve girêdane. Peyva "cang ճանկ" di Ermenîkî de tê bikaranîn jî ji farsî hatiye wergirtin, ku di kurdî de jî wek "çeng"  yanê hundirê destekî tê bikaranîn. Bi gotineke gelekî zelal di Kurdî de peyva "çerez" heye, ji bo mewîj, gûz, findiq û tiştê hişk ên ku mirov dikane ji bo hedana xwe anînê, carna bavêje devê xwe. Ku jixwe ev jî bi vê wateyê tê bikaranîn.

Bi dîtina min têkiliya peyva çerçî, çerx (çerixîn /gerîn Kirdkî; çerxnayen = gerandin), çerez û çarşî rasterast bi hev re heye û bingehên wan Kurdî-Îranî ne, dû re ketiye zimanê Tirkî. Mixabin ku me ew jî ji Tirkan re hiştiye û me peyvên bi Erebî yên weke "sûk, etar" kiriye zimanê xwe. Bi hêviya ku ji îro û pêve hemû Kurd peyva "çarşiyê" bikarbînin û wan peyvên biyanî û nexweş yên wek "sûk / etar" ji nava Kurdî derxin….

Yazarın diğer yazıları