Çima polîtîka ziman ava nabe?

Zimanê Kurdî bi taybetî li hemû erdnîgariya xwe yanî li hemî herêmên Kurdistanê tê bikaranîn. Ev hemî li deverên xwe, ji nifşekî mirovên li van navçeyan veguztîne nifşê din ên li van navçeyan. Ev zimanê Kurdî yê têr û tijî ku li ser axeke fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê.

Li gorî pirtûka Şerefxanê Bedlîsî Şerfnameyê, zaravayê Kurdî li gorî êl, eşîret û koman, ji aliyê ziman, rêûresm, û rewşên civakî di çar beşan de ji hev cuda dibin

1-Kurmanc

2- Lor

3-Kelhûr

4- Goran

Li Bakurê Kurdistanê Kurmancî û Zazakî (Kirmanckî) ne. li Başûr Soranî û Behdînî wek du zaravayan sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin.

Zimanê Kurdî zimanekî Hind-Ewrûpî ye, dikeve nav şaxê zimanên Îranî û di vir de jî, ji destpêka Îraniya bakurê rojava tê hesabkirin. Zimanzan di encama lêkolînên li ser zimanên dinyayê de li gorî nêzîkbûn an dûrbûna zimanan ji hev li ser bingeha reh, rêçik û gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine. Li gorî hin zimanan, hin zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbateke zimanî de hesibandine.

Dema mirov bala xwe dide zimanên Hind-Ewrûpî mirov rastî gelek peyvên nêzî hev tê. Ew rewşa hanê ji bo hemû zimanên di heman malbat û komê de lê ye.

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser rewşa çandê û ziman di şiroveyeke xwe ya felsefî de gotiye, “Dema ku mirov li binyada çand û zimanê Sumeran binêre, mirov wê bi hêsanî bibîne ku hemû amûrên xwe yên teknîkî ji Hûrîyên afirînerên yên serdema neolîtîk a tejeneya jor a Firat, Zap û Dîcle girtine.” Di cihekî din de jî ew dibêje, “Mirovahî çaxê herê geş û gur ê bipêşketina hiş û têgînkirina ziman bi şaristaniyê re dijî.”

Van demên dawîn, zaravayê Kirmanckî (Dimilkî-Zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavên xurt diavêje. Bê guman ev gavên tên avêtin, pir balkêş in, lê tenê di milê rewşenbîrî de wê bimîne. Di nav zaravayên Kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin, Kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku Kurd lê dijîn pê tê axaftin. Pirraniya Kurdên ku Kurmancî û Zazakî diaxivin li Tirkiyê ne.

Li gorî hinek şiroveyên zimanzan ku lêkolînvanan li ser rewşa ziman û metirsiyên li ser zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê şirove dikin, tê payîn ku li wî parçeyê Kurdistanê ziman di tehlûkeyê de ye, lewma divê rojekê beriya rojê, polîtîkaya ziman were diyarkirin û plansaziyek jê re were danîn. Zimanzan wisa şirove dikin û dibêjin, li Bakurê Kurdistanê gelek kêm zarok bi Kurdî dizanin û rewşa ziman di tehlûkeyê de ye, divê êdî komxebatên mezin ji bo ziman werin kirin, jixwe ev komxebatên em behsê dikin, bi giranî dikevin ser milê nivîskar û rewşenbîran.

Li Başûr û hin deverên Rojhilat zaravayê soranî belav e. Tevliheviya di warê zaravayan de pirî caran jî, rastî zehmetî û nakokiyan tê. Wek nimûne, ji bo kurmanciya Bakur, li Başûr Behdînî, li Rohilat jî Şikakî tê gotin.

Her wiha ji bo zaravayê Kurmanciya Jêrîn jî Soranî tê gotin. Heman tevlihevî di warê Dimilkî de jî balê dikişîne. Navên wekî Kirdkî, Kirmanckî, Dêrsimkî û wekî din têne bikaranîn. Ji bo Hewramî jî navê Goranî tê bikaranîn. Wekî ji mînakên jorîn jî xuya dibe, navên ku hemû lêkolîner li ser li hev dikin, navên mîna Kurdî, Kurmancî, Kirmanckî û Kirdkî ne. Navên din tev navên herêm û êl û eşîran in.

Yazarın diğer yazıları