Çima tewanbarekî wiha nayê girtin?

Min bi baleke kûr li jiyana dîktatorên cihanê nêrî, bi zelalî dît ku di cihanê de ti kes, ti dîktatorî bi qasê Erdogan û dewleta Tirk sûcê li dij mirovahiyê nekiriye û ew qas xwîn nerijandiye. Ew qas gef li cihan û welatên cihanê nexwarine. Ew qas mirovên bê tewan û xwediyê anorên serbilind negirtiye. Ew qas mirovahî rencîde nekiriye.

Ne tenê dîroka wî, dîroka serkarên Tirk bi giştî bi kujeriyan dagirtiye. Hima çend mînakên ku her kes dizane: Di dawiya sedsala 19. û temamê sedsala 20. de qirkirina Ermenî, Suryanî, Rûmên Anatolya, Kurd û Çerkezan bi belge li ber destan e. Di vê sedsala 21. de jî kujêriya li bajarên Kurdan ku di rapor û daxuyaniyên Saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) de li ber destan e. Lê mîna ku guh kerr bin, çav kor bin, ziman negerin, bîr çikiyabe, wijdan di berjewendiyan de têk çûbe. Her kes bêdeng e. Serkarên Tirk di vê roja me de jî dev ji kujeriyan bernedane. Tişta herî xeternak jî ev e:  Serkarên Tirk ji ber ti kujeriyê nehatine cezakirin, di dadgehên navneteweyî de hesap ji wan nehatiye pirsîn. Her tişt ji wan re kar maye, lewma bêtirs vê xwînxwariya xwe didomînin. Mînak, Elmanya ji ber sûcên di dema Şerê Cihanê yê Duyemîn de li Nurnbergê di dadgehên navneteweyî de hat darezandin. Lewma rengê wan guherîye.

Em tenê çend sûcên Serkariya RTE yên bi navneteweyî tên zanîn û bi belge ne, li pey hev rêz bikin:

 *  Di mijara êrişên li Munixe de polîsekî nijadtirk ê bi kujêran re têkildar, ji ber gumanê hate girtin.

 * Hêzên ewlekariyê çar DAIŞ´iyên li Dusseldorfê di amadekariya êrişeke xwînîn de bûn, girtin, ji wan yek ajanê Tirk derket. 

* Kujêrên êrişên Parîs, Bruksel, Madrîd û welatên din li Tirkiyeyê mane, di ser wir re derketine, hatine û piştî demeke kurt kujerî pêk anîne.

* Îstixbarata Tirk li Elmanyayê derketibû nêçîra kurdan û listeyek kurdên dixwastin bikujin derxistiye.

* Li gor îfadeyên hin serbazên Tirk yên di NATO yê de dixebitîn, alîgirên Erdogan bajarê Cizîrê ruxandine.

 *Wan petrola DAIŞ´ê firot. Rayedarên Rûsyayê bi wêne û vîdeoyên satelîtê ev îspat kirin.

* Li gor raporên rayedarên navneteweyî ew gazên li Sûriyê hatine bikaranîn, ji Tirkiyeyê çûne. Jixwe, TIReke barkirî li Edenê hatibû girtin.

 * Çekên di destên DAIŞ´iyan de tên girtin jî ji Tirkiyeyê ne. Tevahiya cihanê bi vê dizane, lê deng tune.

* Erdogan di her axaftin û rewşên destdayî de bê navber gefan li welatên Rojava dixwe.

 * Wezîrê karê der yê DYE´yê Rex Tillerson bi zelalî got, “Peyayên Birayên misliman (Ixwanî Muslîmîn) di nava serkariya Tirkiyeyê de hene.”

* Li Emerîqayê Zerabê ku wek kilîte razên Erdogan tê zanîn, hate girtin. Li ser wî û têkiliyên wî yên bi RTE re bi dehan nivîs derketin. Biryara girtina parêzwanên Erdogan yên li dij qanûnên DYE´yê êrişên xwepêşandêran kiribû, hat dayîn. Û û…

Çima Erdogan nayê girtin?

Belê di serî û hişê her mirovî de ev pirs heye. Bêguman çi qas têkiliya xwe bi mixalefeteke wek CHP ku di gelek biryar û rewşan de rasterast wek piştgireke RTE tevdigere, her dem destegê dide biryarên ne demokratîk û di rengê tewanên dij mirovahiyê de ne, hebe jî, sedem hin egerên navneteweyî ne.

Bêguman ev bêdengî hinek jî ji stratejî û planên hêzên serekê yên cihanê tê. Mirov dikane bersiva vê pirsa “çima Erdogan nayê girtin” wisa jî bide; Ji ber ku:

1 – Berjewendî wijdana cihanê ye. 

2 – Hê pêdiviya hêzên cihanî bi Erdogan heye. 

3 – Tirk li gelek welatan di nava partî û saziyên dewletê yên sereke (mînak: sîxwirî) de baş organîzekirî ne û bi nijadperestî difikirin. Ev kesana raporên li ser Kurdan û rayedarên Tirk amade dikin.

Di çalakî û têkiliyên me de yên ku me di salên heştê û notî de pêk dianîn, ev rewş bi zelalî derket holê. Hima bigire, di nava hemû partiyan de berpirsên biyaniyan Tirk in, hem jî yên di nava şovenîzmê de xeriqî. Min ev mijar di Romana xwe ya bi navê “Bextê Dagirkirî” de bi berfirehî vekiriye. Ku bi tevahî ji jiyanê hatine girtin. 

Niha hewl didin ku civaka Tirk di nava zirbûna nijadperestî û dîndariyeke korane de bi xwe ve girêdin, ji bo veşartina tewanên xwe, ew ê berê xwe bidin kujêriyên hê wehştir û xwînîntir. Ji ber vê rastiyê, divê em li ser van sebeban kûr bibin û bi cihanê bidin pejirandin, berê ku kareseta herî xwînîn di ser me de were.

Yazarın diğer yazıları