Çira Şengalê bû 5 salî

Radyoya Çira Şengalê di 7’ê Mijdara 2015’an de li çiyayê Şengalê ava bû.

Piştî fermana ku DAÎŞ’ê li Şengalê rakir û civaka Êzidî ya li Şengalê ji warê xwe dûr ket, radyo hewl da bibe dengê civaka xwe, êş, azar û daxwazên civakê ragihîne.

Bi wesîleya salvegera 5’an a damezrandinê yek ji rêveberên Radyoya Çira Şengalê Nesrîn Şengalî qala karê xwe kir:

“Di damezrandina Radîo Çira Şingalê de heval Zekî (mamê civaka êzîdî) rolêke wî ya pir mezin heye û wî her tim hewil da radîo bibe dengê gel û pêşxistina çand, nasname û vîna azad ya gelê bi rêxistin bûyî, ji bo wê jî em her tim deyîndarê xebata mamê xwe ne.

Di 25’ê Nisana 2017’eyan de firokeyên dewleta Tirk a dagîrker Radîoya Çira Şingalê kirin armanca xwe û radîo bi temamî xira kirin, ev jî wê rastiyê nîşan dide ku tesîreke erênî ya Radîo Çira li ser civakê heye. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk a dagîrker hewl da bi êrişkirina ser radîoya me fermana ku DAIŞê destpê kir bigihîne encamê. “

ŞENGAL

Yazarın diğer yazıları

    None Found