Çîrok, dîrok û gelê Kurd

Peyva “dîrok“ bi têgihiştina devoka Behdînî tê şirovekirin. Tê gotin ku ev têgîn ji peyva “dîr (dûr) û paşgîna “ok,“ peyva çîrok jî li ser vê bingehê tê şirovekirin; “çîr +ok.“ Gelo ji bo van têgînên di jiyane rojane de tê bikaranîn, şiroveyeke wiha ne çêtir e? Mîna “dî (t) + ro (j) + k yanê rojên jiyayî, rawirî, her wiha “çîrok“ ji ber ku roja pêkhatî ne diyar e; “çi + ro(j) +k“  Jixwe çîrok tev de wiha dest pê dikin: “Hebû tinebû, pir zeman berê, dema bayê felekê hê qeda xwe li me nedabû….“ Em vî tevliheviyê ji etîmologan re bihêlin û werin mijara xwe.

Dîrok; tiştên ku li ser erdzemîn û serdemekê tê zanîn de pêkhatiye, serhatiya mirov û civakê ye, lehengê wê kesayetiyên dîrokî ne, gelek caran bi belgeyên nivîsandî, yan jî avadaniyan ew bûyerên wan gihîştiye dema me re tê gotin. Lê çîrok ne wisa ye. Her çendî dibe ku ew ji pêkhatinên dîrokî, yan jî daxwazî û bûyerên nava gel jî hatibin girtin, dem û cihê çîrok lê derbas dibe ne xuyaye. Lehengên wê bi giranî ne kesayetiyên dîrokî ne, xwedanê hêzeke derê xwezayî ne. Bi piranî di encamê de bi ser dikevin.

Bê vê rastiyeke din heye. Xwerû gelên wekî gelê me nekanîne dîroka xwe ya nivîsandî biafirînin, yan jî biparêzin, li pey hev rastî komkujî, rûxandin û sotinên hovane hatibin, formeke destanên di rengê çîrokan de diafirînin. Ev gelan destanên rastiyê di rengê çîrokan de vedibêjin. Bi taybetî gelê me rastiyên dîroka xwe bi formên cûda di nava qewl, mîtolojî, gotinên pêşiyan de bi cih kiriye. Yan jî wek anane di bin navê cûda de pîroz kiriye. Mînak; gaxend, xizir, Newroz û her wiha.

Di cihanê de gelê herî zêde hatiya perçiqandin, heyîyên wê hatine talankirin, gelê me ye. Lema derfetên dîrok, destan û mîtolojiyên nivîsandî bi dest nexistiye, yên nivisandî jî bi piranî hatine sotin. Ji ber vê egerê jî hemû dîroka me di nava gotin, metelok, gotinên pêşiyan, stran, çîrok, efsane û qewlên me de hatine parastin. Demên berê li hin gundan Livan (odeyên mezin) hebûn. Çîrokbêjan destan yan jî çîrokên di forma romanê de ku çend saet dikudand, geh bi stran geh bi vegotin pêşkêş dikirin. A rastiya me di wan vegotinan de veşartîne. Eger yekê li ser dîrokê dixebite, tiştên wek belgên nivîsandî (piraniya wan hatine belovajî kirin) bi vê kelepora gel re nerûberîne û bi rêya wan li rastiyê negere, ew tenê dîrokzanên dagirkeran, yan jî yên di bin siya dagirkeran de ne, dubare dike. Ev jî kareseta herî mezin e. Ezberên dagirkeran bi navê zanyarî û welatparêziyê wek rastiyên me bin, di mêjiyên gel de çandine.

Mînak; destana Memê Alan, gorbihuşt Nuretîn Zaza di pêşgotina wê de bi zelalî dinivîse ku di destanê de motifên Berê Mîladê hene. Dema mirov Peyva bajarê “Mexrîb“ dibihîse, mezinahî û cihê qesra bavê Zînê, wê rêya bi mehan dikudîne, dinirxîne, bi aşîkarî dikane bibêje ku ew rasterast bi zewaca Aştiyago ya bi Zîn Alyanîsê re têkildar e. Tenê mirov motîfên di destanê de heye û dema Aştiyago bide ber hev dîsa jî dikane bi hêsanî vê rastiyê bibîne.

Ev destana Gaumada (Mijara nivîsên mixî yên Bestûnê) yê li dij şahînşahê Persan Darios I ji bo azadiya Medya şer dike jî, ne tenê di nava nivîsên mixî yê “Katibê wate“ (Bestûnê) de hatiye nivîsandin. Ev bûyara dîrokî bi rengê cûda be jî di nava çîrokên gel de dijî. Minak: Di mîtolojiya Ezdiyan de “Gomerd“ heye. Di nava gelê me yê Serhedê de jî, bi gelek verziyonên cuda çîrokên “Comerd, Gayê Marda /Mardo, Gamord hene. Di giştan de lehengê çîrokê ji bo rizgariya gelê xwe li dij qiralekî zalim şer dike. Dîsa çîroka “Taca qiral ya wendabûyî, Xeftanê Key“ jî di nava gel de hê hetanî salên heftêyî jî dihat vegotin. Ev çîrokana tev de formên cûda yê serhildana Gaumada ne.

Yanê çîrokên di nava gelê me de ne tenê mijarên xewjînî, vegotinên mijûlkirinê, yan jî mijarên li hev anînê, çiçîrok û qulqulik in. Ev gotina “qulqulik“ rasterast bangaşiya dagirkeran e. Dagirkeran xwastine bi van gotinan me ji dîroka di bîra me de veşartiye jî biqetîne. Di tevhevê van berhemên çanda civaka me de rastiyeke dîroka me veşartiye. Mînak Strana “Geliyê Kelareşê / Şêxmûs û Sindiyan“  (Geliyê kelareşê bişewita wa bi sinc e, par vê çaxa heft birayên min li pişt hev bûn, îro dudu jê çûne, maye pênc e.)

Her çendî gelek ji wan hatine civandin û nivîsandin jî, mixabin ku piraniya wan jî bi kal û pêren me re çûne gorê. Ango wek vê gotina xwecihên Amêrîkayê (çermsoran): “Bi her kalekî me re pirtûkxaneyeke me dimire!” Belê rastiya me jî ev e.

Yazarın diğer yazıları