Çîrok lê çîrokên kê

De ka bibêje, tu kî yî? De ka bibêje, bêyî ku behsa wan ûrûdoranên rijiyayî erdê bikî! Bêyî ku tu behsa wan roviyan bikî ku xwe li striyên bejê yên hişk alandine. De ka bibêje! Behsa napalmê bike ji bo ku tu bibêjî tu kî yî, lê de ka nebêje, çawa nîvekî te weke bedeneke sax nîvê din jî komira daran e û dohnê laşê te bi ser de rijiyaye bûye tenî. De ka bibêje tu kî yî?

Behsa çîrokên şevan, xewnereşkan dikim belkî, ji ber ku ji hinan re ev her çîrok in û ji wan çîrokan jî dibin para xewnereşkan. Lê gava mirov li rabihuriya xwe dinihêre, mirov “çîrok” in. Yanî bila kes nebêje, dîsa dike heleman, lê çîrokan em çêkirine hinekî. Ez nabêjim “di hevîrê me de çîrok hene” ha; ez dibêjim, çîrok hevîrê me distirin û me çêdikin. Yanî em wan bibêjin jî, ne ku ew di destê me de ne, lê em di destê wan de ne. Vêca ez kî me, bêyî çîrokên dibêjim û li wan dihisînim!

Maneya vê ew e ku çîrok gotarên herî xurt in di çêkirina nasnameyê û çîrokên nasnameyekê çiqasî yên xwe bin, ferdên wê nasnameyê jî ewqasî yên xwe ne. Heger em çîrokên xelkê bibêjin û li çîrokên xelkê bihisînin, hêdî hêdî û heta carinan jî bi lez pêre pêre em dibin yê xelkê û heta tehlûke heye ku ew “nasnameya” em xwe pê binav bikin jî bibe ya xelkê.

Gund, eşîr, diyanet, bajar, navçe, komên etnîk û netewe hemû hem çîrokên xwe çêdikin û hem jî çîrok wan çêdikin, pêre jî ew çîrok endamên wan, wan ferdên xwe bi bi nav û nasname dikin, çêdikin. Bêyî ku ez bi çê û xirab, çîrokên gundê xwe, bajarê xwe, eşîra xwe, neteweya xwe zanibim, zehmet e ku ez bibêjim ka ez kî me. Heger ez çîrokên Elmanan, yên bajarê li Elmanyayê yê ez bêhtir bibêjim û li wan bêhtir guhdarî bikim, ez ê çawa bibêjim ez kî me, heger ez xwe weke Kurd, ji filan gundî, ji filan bajarî, ji filan eşîrê bi nav dikim. Eşkere bibêjim, ez di navbera Xelo û Celo de bimînim. Helbet ez bi çîrokên Elmanan dizanim, bi hin çîrokên bajarê lê me jî. Lê ez di wan çîrokan de jî li şopa xwe, li çîroka xwe digerim. Mesela di muzexaneya Wetterau de,  çawa mirov dikeve hundir rolyefek heye û balê dikişîne ser xwe: Li gorî mîtolojiya mîtraîzma eskerên Romayê, sehneya qurbankirina ga li ser hatiye teswîrkirin. Ez li çîroka wê guhdarî dikim; di destpêka sedsala yekê de li vê deverê garnîzoneke eskerên Roma hebûye û qederê hezar eskerî lê diman. Ew esker jî bi tesîra eskerên Romayê yên li Mezopotamya û Kurdistanê qulibîne ser vê kulta tenê eskeran dihewîne. Yanî têkiliyeke şikeft, rolyef û baweriyên nasnameya min a Kurd bi vê rolyefê re heye û ez vê çîrokê li çîrokên xwe zêde dikim.

Ya ku min bi rastî çê dike û ez dikarim bibêjim, ka ez kî me, ew di êşan û çîrokên miletê min de veşartî ne. Ji bo heyfa bavê, zarokên ku bi xenceran dijminê xwe yên nenas dikujin û ew ûrûdoranên insanan ên rijiyayê nav axa erda Torê êdî bûye xewnereşka wan, ji çîrokên min in. Seferên talanê, derpê li ser milan, diziya pîvazan, lê her wiha ew bedenên ku napalman nîvî kirî komir jî. Ez ew im ku van çîrokan çêkiriye, û ez ew im ku van çîrokan dibêjim.    

Yazarın diğer yazıları