“Çîrokên Bajarên Wêranbûyî” xelat wergirt

Komîna Sînemayê ya Rojava bi filma xwe ya “Çîrokên Bajarên Wêranbûyî” yekem xelata navneteweyî ji Festîvala Filman a Meksîkoyê ya Navdewletî wergirt.

Filma ku ji sê kurtfilman pêk tê, çîroka Kobanî, Şengal û Cezeayê vedibêje. Senarîstê filmê Onder Çakar û derhênerê wê jî Şêro Hindê ye. Derbarê filmê de sînemagera Kurd Sevînaz Evdikê got, ev yekem filma produksyona Komîna Filman a Rojava ye ku xelateke navdewletî werdigire û wiha axivî: “Film, filmeke dirêj e lê ji sê kurtefilman pêk tê. Sê kurtefilmên ku li sê bajaran pêk tê; Kobanê, Şengal û Cezea. Senarîstê wê jî Onder Çakar e û derhênerê wê jî Şêro Hindê ye. Kurtefilma ku li Şengalê bûyerên wê derbas dibin, behsa hemû rengên ku berê li bajarî hebûn dike, lê bajar xera bûye, heman bajar e lê ti kes lê tine. Kobanê jî çîroka sê zarokan e ku li kûçikê xwe digerin û wan piştî şerî ew nedîtiye. Cezea jî çîroka bav û lawekî ne ku bixwe ji Cezeayê ne, lê niha Qamişloyê û zarokê wan li Cezeayê şehîd bûye.”

Xelata navdewletî ya yekem

Sevînaz diyar kir ku him pêş-produkisyon him jî paş-produksiyona wê Komîna Sînemayê ya Rojava kiriye û got, “Ez nizanim bê ev yekem filma Rojava ye ku xelateke navdewletî distîne yan na, lê ev yekem filma Komîna Filman a Rojava ye ku xelateke navdewletî distîne.”

Ne belgefilm e

Sevînaz wekî din destnîşan kir ku film çîroksazî ye, ango sêwirnadina xeyala mirov e, ne belgefilm e û got, “Lîstikvanên filmê hemû ji wan bajaran in ên ku me film li ser wan çêkiriye. Lê mesele ew e ku hemû ne lîstikvanên “profesyonel” in, lê kesên asayî ne. Lê mesele li Şengalê di dawiyê de şervanek derdikeve, diaxive. Li Kobanê jî di dawiyê de bavek derdikeve ku ew bixwe ji Kobanê ye û li Cezeayê jî dîsa hevalek derdikeve û diaxive. Ew kes kesên rastî ne û çîroka rast a wan bajaran dibêjin. Ango, piştî ku çîrok diqede, ew derdikevin û çîroka wan bajaran dibêjin, bê ka çawa wêran bûne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found