Civaka Kurd û Tirk ji hev qut bûne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê pêvajoya siyasî a salekî de nirxandên girîng kir û got: “Êdî têkiliya navbera civaka Kurdan û Tirk qut bûye. Kurd têkoşîna xwe bêhtir radîkal kiriye û hîn bûye ka li hemberî dewleta Tirk çawa dikare jiyana xwe ya demokratîk û azad ava bike.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, şerê dewleta Tirk 24’ê Tîrmeha par dayî destpêkirin, berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd û rewşa heyî nirxand.

Bayik ji Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) re peyivî û bi bîr xist ku wan beriya niha gelek caran gotiye, biryara şer di civîna 30’ê Cotmeha 2014’an a Desteya Ewlekariya Milî (MGK) ya Tirk de hatiye dayîn, lê belê piştre hîn bûne ku ev biryara şer berî 30’ê Cotmehê hatiye dayîn. Bayik got, “Di havîna 2014’an de plana têkbirinê tê amadekirin. Plana têkbirinê, plansaziya teorîk a êrişa li hemberî qadên xwerêveberiyê ye.”

Dewleta Tirk ji serketina Kobanê tirsiya

Bayik got, dewleta Tirk ji bo têkbirina Şoreşa Rojava, bi destê DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir û weha peyivî, “Dema ku ev êrişa dewleta Tirk a li hemberî Kobanê bi ser neket, bendewariya ‘ketina Kobanê’ ya Erdogan bi cih nehat, gel li dora berxwedana Kobanê kom bû, di 6-7-8’ê Cotmehê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo berxwedana Kobanê rabû serhildanê, dewleta Tirk tirsiya. Dît ku ne tenê li Rojava li Bakurê Kurdistanê jî êdî civaka Kurd hatiye wê astê ku xwe bi xwe bi rê ve bibe.”

Cemîl Bayik destnîşan kir ku bi şikandina DAIŞ’ê li Şengalê re jî MGK´ê ji bo pêşî li xurtbûna Kurdan a li Rojhilata Navîn bigire, biryara şer da û ya ku rê li ber dayîna vê biryarê vekir, çaresernekirina pirsgirêka Kurd bû.


Hevdîtinên ji bo tesfiyekirinê

Bayik got, ev biryar nîşan dide ku hevdîtinên bi salan ne ji bo çareseriyê, lê ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd weke amûrekê hatine bikaranîn û bi bîr xist ku piştî biryara 30’ê Cotmeha 2014’an a şer, di dawiya meha Mijdarê de Ocalan planeke muzakereyê ya ji sê qonaxan pêşkêş kiriye û bi vê pêşniyaza maqûl hewl da pêşî li rûdana şer bigire.

Bayik di vê çarçoveyê de îşaret bi Mutabaqata Dolmabahçeyê kir û got, tevî fikarên di vî warî de, ji ber gotina ‘bi vî rengî rast e’ ya Ocalan, wan ev mutabaqat qebûl kiriye. Bayik bi bîr xist ku bi redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê bi destê Erdoganî û bi biryara şer hatiye xwestin ku serketina hêzên demokrasiyê ya hilbijartinên 7’ê Hezîranê bê pûçkirin. 

Biryara şer a hemû hêzên dewletê ye

Bayik bal kişand ser biryara 24’ê Tîrmehê weke destpêka êrişên topyekûn ên li dijî gelê Kurd û got, “Bêguman ev biryar ne tenê ya AKP’ê ye. Biryara AKP, Gladyoya Qesrê û hemû hêzên kûr ên dewletê ye.”

Bayik got,  li hemberî vê êrişa tinekirinê bêguman wê gelê Kurd li ber xwe bidaya û weha dirêjî da gotinên xwe, “Ev helwesteke gelekî meşrû ye, sekneke rewa ye.”

Xwerêveberî biryara serketina azadiyê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di 12’ê Tebaxê de ragihandina xwerêveberiyan weke nîşandana vîna berxwedanê bi nav kir û got, “Nîşandana vîna berxwedanê biryareke dîrokî ye. Ev yek destnîşankirina rêya serketinê ye. Biryara vîna berxwedanê ya li dijî êrişa tinekirinê ye, biryara serketina azadiyê ye.”

Xwerêveberî nehat fêmkirin

Bayik wekî din got, eger di dema xwe de bi rengekî hevgirtî xwedî li berxwedana xwerêveberiyê bihata derketin, têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê wê îro li asteke cuda bûya û weha peyivî: “Xwerêveberî li şûna ku weke çareseriyeke alternatîf bê fêmkirin, mîna ku helwesteke taktîkî ya ji bo dewleta Tirk bikişîne dora maseyê ji aliyê hêzên demokrasiyê û civakê ve hat fêmkirin. Ev nêzîkatiyeke neerênî bû. Vê rê li ber xemsarî û kêmasiyan vekir.”

Rêbaza şer guheriye 

Cemîl Bayik da zanîn ku li pêşberî şewitandin û xerakirin bajaran û li hemberî rêbazên qirêj ên şer, wan rêbaza şer guhertiye û got, “Rêbazeke bi tevger a şer tê meşandin. Jixwe, bi vê rêbaza şer, hêzên dewletê nikarin bikevin taxên hin bajaran. Eger bikevin navê jî nikarin bimînin. Şer êdî li deşt, çiya, bajaran wê li her derê bê meşandin. Wê li metropolan bê meşandin, tê meşandin. Êdî ne tenê li çiyê ye.”


Kurd û civaka Tirk ji hev qut bûne

Cemîl Bayik herî dawî destnîşan kir ku di encama şewitandina bajarên Kurdan û hovîtiya dewleta Tirk de, êdî têkiliya navbera Kurdan û civaka Tirk qut bûye û got, “Civaka Kurd têkoşîna xwe bêhtir radîkal kiriye û hîn bûye ka li hemberî dewleta Tirk çawa dikare jiyana xwe ya demokratîk û azad ava bike.”

Hewldana darbeyê

Bayik got, kêm caran desthilatdariyên bi vî rengî di herikîna dîrokê de hatine dîtin, ku ji bo parastina desthialtdariya xwe serî li her rê û rêbazên li derveyî mirovahiyê didin û weha axivî: “Yek ji van desthilatdariyan jî AKP ye, Qesr e.” Her wiha bi bîr xist, ku pêşî hat vekirin li leşker û polîsên li Kurdistanê komkujî û her şêwe hovîtî dikirin û got, hêza ku bû xwedî van derfetan, xwe bi rêxistin kir û darbe pêk anî. 

  NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found