Civîn û hevdîtinên beravêtî  – Mihemmed SEYDÎ

Carna civînên qaşo ji bo gelên Sûrî û çareserkirina pirsgirêka li Sûrî tên lidarxistin û dikevin rojevê. Çi li Cenevê, çi li Sotçî û çi jî li Astanayê her ku alî li hev dicivin, gelên Sûriyê zêde têne kuştin û êşa wan girantir dibe.

Di 9’ê cotmehê de dewleta Tirk bi hezaran çete û leşkeran, bi tank û topan û balefiran êrişî Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûrî) kir. Beriya ku ev êriş  dest pê bikin Erdogan li civîna 73´an a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî NY pîlana xwe ya dagirkirinê nîşanî her kesî da û bi kuştinê gef li Kurdan xwar xwar û qala derxistina kurdan ji herêmê kir. Li vê civînê ti aliyekî dengê xwe dernexist û ji bilî Misrê ti kesî helwest nîşan neda û negot; Hey Erdogan, ev a tu dixwazî bikî, qirkirin û kokqelandin e. Axirr her kesî ev didît, lê diyar bû ku her kesî didît zirhêzan li hev kirine û ji ber vê serê xwe ji bin cilika teresiyê dernexistin.

Di heman demê de, Geîr Pedersen nûnerê taybet ê NY ji bo Sûriyê ragihand ku wan li ser avakirina komîteya guftûgokirinê ya Destûra Sûrî gav avêtine û aliyan qebûl kiriye. Aliyên Pedersen qale wan dikir jî yek şandeya Rêjîma Şamê û ya din jî şandeya dewleta Tirk ku navê Muxalîf lê dike û nûnerên çeteyên DAIŞ, Nûsra û hwd. bûn. Û bi van şandeyên van aliyan ku serê 8 sala ye dibin sedema qetilkirina gelên sûriyê, dixwazin ji bo gelê Sûriyê destûrekê çêkin. Ew ê ji şovînîzma Baas û çeteyên Erdogan çi derkeve û çi destûr were çêkirin !

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li derveyî van civînan hat hiştin û tê hiştin; bi aliyên xwe yên siyasî û Leşkerî got; ew guftûgoyên destûrê yên tê de ne hazir bin, qebûl nakin û wan eleqedar nake. Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî wê demê anî ziman ku encamên van civînan ew ê qebûl nekin, ji ber ku nûnerên gelên bakurê Sûrî tê de nînin.

Jixwe civînên nûnerên gelê Sûrî ne tê de mehkûm bûn berbiavêjin. Ya bû jî ew bû. Lewma 29’ê Mijdarê Nûnerê Taybet yê NY ji bo Sûriyê ku berê bi xwe bawer diaxivî, melisokî binketina vê civînê ragihand û got, wan ti encam bi dest nexistiye. Aliyên ku pesnê xwe didan û digotin, ew ê bêyî Kurdan komîteyan ava bikin, patika sutûyê xwe xurandin û destvala derketin ji Cenevê.

Dema van civînan dewam dikir, bi destê dewleta Tirk gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihatin qetilkirin û axa Sûriyê dihat dagirkirin. Tevî ku pêşiyê Emerîkayê ji bo agirbestekê garantorî da û paşê jî Rûsiyayê xwe kir garantor, lê êrişên dagirkeran heta niha jî didomin. Çend caran li ser berpiryariya Rûsiya û Emerikayê ku diviyabû pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigrin, piştî lihevkirina li ser agirbestê Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûrî û Fermandariya Giştî ya QSD’ê bang jî kirin, lê êrişan dewam kir.

Carna Rûsiya derdikeve û hin daxuyaniyan dide û mîna agirbest pêk hatiye nîşan dide, û carna jî Emerika heman tiştî dike; pesnê xwe dide, qala dewleta Tirk dike ku li gorî tifaqê tevdigere. Lê 29’ê Mijdarê Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke taybet li gel kenala El-Arabiya de, rewşa ku heye careke din anî ziman û got; divê alî sozên xwe bi cih bînin, em paş de gav neavêjin, şertên me yên zelal ji bo ku em bi Şamê re jî li hev bikin hene; qebûlkirina hêzên QSD’ê wekî saziyeke leşkerî di nava hêzên parastina Sûrî û erêkirina rêveberiyeke nenavendî ji bo Sûriyê. Ev jî di sêrî de ji bo Rêjîmê, Rûsiya û NY peyamên zelal bûn. Ji ber ku peyman, lihevkirin û guftûgoyên nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî ne tê de mehkûm in, neçin serî, berbiavêjin û negihîjin armancê. Di hevsengiyan de Kurd hêzeke sereke ne.

Yazarın diğer yazıları

    None Found