Ciwan 130 km meşiyan 

Jesse: Ez bûm heyranê Şoreşa Rojava. Ez pê hisiyam ku mîmarê sîstema jiyana komunal a li Rojava Ocalan e. Ne ya qebûlkirinê ye ku mirovekî wisa êsîr be.

Çiya: Em ji bo Rêbertiya xwe dimeşin, lê ew nahêlin em wêneyên wî hildin. Em van qedexeyan qebûl nakin. Em li her derî dengê xwe bilind bikin û tecrîdê bişikînin.

YILMAZ ROJ / SAARBRÜCKEN

Ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê bêhtirî 110 ciwanan di nava 6 rojan de 130 kîlometro rê li pey xwe hiştin. Wan ev rêya hanê bi coş û biryardarî li pey xwe hişt û ne astengiyên polîsê Elman û ne jî sermê bi ciwanan nekarî.

Ciwanên ku meşa xwe ji bajarê Frankfurtê dayî destpêkirin îro digihîjin bajarê Fransayê Strasbourgê. Wan got, heta ku Rêber Apo azad nebe, ew dawiyê li çalakiyên xwe neyînin. Ciwan bang li Kurdistaniyan û dostên wan dikin da ku beşdarî meşa girseyî ya li Strasbourgê bibin; li wir Bêbextiya Navneteweyî ya 15ʼê Sibatê rûreş bikin û doza azadiya Rêber Apo bikin.

Qonaxa doh a meşa ciwanan ji Stasyona Trênan a bajarê St. Ingbertê dest pê kir. Ciwan doh jî bi şîara “Rê nede tecrîdê, bi Rêber Apo re azad bibe” meşiyan û piştî 13 kîlometroyan gihiştin Saarbruckenê. Di nava 6 rojan de polîsê Elman gelek caran ji bo ciwanan provoke bike, êriş kirin; bi ser de jî her şeş rojan şilî û sermê tesîra xwe li ciwanan kir. Lê ne polîsên Elman û ne jî şilî û sermê nekarî bi coş û biryardariya ciwanan. Doh endamên Civaka Îslamî ya Kurdistanê û dayikên Kurd jî destek dan ciwanan. Li Saarbruckenê, bi mîtînga li ber Europa Galerie Bêbextiya Navneteweyî û siyaseta tecrîdkirina Ocalan hatin şermezarkirin. Ciwan îro wê bi otobusan biçin Strasbourgê, bi meşvanên ji baskên din ên meşa dirêj re bigihin hev. Beşdarên meşên dirêj hemû bi hev re wê bimeşin ber CPT û Konseya Ewrûpayê. Roja şemiyê jî ew ê beşdarî meş û mîtînga navendî ya li Strasbourgê bibin.

Çawa êsîrî bê qebûlkirin!

Di nava ciwanan de yekî Holandî jî heye. Jesse van Duijl ji Amsterdamê ye. Ew beşa Zanistên Siyasî dixwîne û niha mastira xwe dinivîse. Bi Berxwedana Kobanê re wî Şoreşa Rojava û Kurd nas kirine. Ew dibêje, “Ez bûm heyranê wan. Ez pê hisiyam ku mîmarê sîstema jiyana komunal a li Rojava Ocalan e. Ne ya qebûlkirinê ye ku mirovekî wisa êsîr be. Min biryar da ez di meşa bi armanca azadiya Ocalan de cihê xwe bigirim.”

Kirin nezaretê jî lê pê nekarîn

Çiya Sevinç jî ji meşvanên ciwan e. Ew beşdarî meşa dirêj dibe, lê ev cara wî ya pêşî ye. Ew dibêje, “Weke ciwanekî Kurd, ji bo ku min xwest dengê me, hêza me, û helwêsta me nîşan bidim, ez beşdarî meşê bûm.” Çiya ji ber astengiyên polîsê Elman gelekî ne razî ye û nexasim jî ji ambargoya li ser nav û wêneyên Ocalan pirr aciz e: “Eynî weke Tirkiyeyê, siyaseteke kirêt dimeşînin.” Polîsên Elman Çiya 2 rojan kiriye nezaretê. Sedem jî ew e ku Çiya slogana “Bijî Serok Apo” gotiye. Çiya nerazîbûna xwe ji helwêsta polîsê Elman wiha îfade dike: “Em ji bo Rêbertiya xwe dimeşin, lê ew nahêlin em wêneyên wî hildin, ji bo wî sloganan bibêjin. Em van qedexeyan qebûl nakin. Em li her derî dengê xwe bilind bikin û tecrîdê bi hev re bişikînin.”

Heta serbestkirina Ocalan berxwedan

Alî Mahsûm dibêje, her şeş rojan jî moral û motîvasyona ciwana di meşê de xurt bûye û wiha dipeyive: “Rêber Apo li Rojhilata Navîn mîmarê jiyana nû ye. Weke ciwan em li dora Rêbertiya xwe dibin xelek. Ne astengî û ne jî zext nikarin vê asteng bikin. Berxwedan û têkoşîna me wê heta ku Rêbertiya me azad bibe, dewam bikin.”

Egîd bi xwe, beriya bi sê salan ji Şirnexê çûye Elmanyayê. Ew jî ji bajarê Bielefeldê beşdarî meşê bûye. Ev cara diduyê ye ku Egîd beşdarî meşa dirêj a ciwanan dibe. Ew dibêje, “Ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê divê beşdarî van meşan bibin. Ewrûpa ji bo me navendeke mezin a asîmîlasyonê ye. Ji bo ku em bi vê karibin, em karibin xwedî li çanda xwe û li rêbertiya xwe derkevin, divê em li cem hev bin.”

Îsyan Agirî jî ji astengiyên polîsên Elman derdixe pêşiya wan nerazî ye û dibêje, “Heta bi slogana Bijî Ocalan jî qedexe kirine. Armanca wan provekekirin û astengkirina meşê ye. Lê bi ser neketin.” Îsyan bang li her kesî dike da ku beşdarî çalakiya sibe ya li Strasbourgê bibin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found